Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji facebooka min a 2011an

 


Qado Şêrîn

Hevpeyvîn
X: eger hilbijartin çêbibe, dê Beşar bi serkeve yan na?
Y: belê, bi gelekî dê bi serkeve, dê 99% bîne..
X: wax..wax..wax..dêmek em têkçûn..
Y: hhh...bes li Isra''''''''îl, ne li Sûrî...hhhh
X: ma wê ji Netenyaho bêtir dengan bîne?..
Y: ooh, xwedê ji te razî be, Netenyaho nagihê toza wî....hhhh.13.07.2011.


Bêhna azadiyê ji 2012an tê...01.01.2012.
Roja rûxandina rêjîma Beşar emê Sersalê..cejna remezanê..cejna qurbanê..rojbûyînan..hemû cejnan di wê rojê de pîroz bikin.. 30.12.2011.
Komkujiya Roboskê dikare bibe egera şoreşek gelêrî li bakurê Kurdistanê, tenê şoreşek aştiyane dikare serê marê tije jahr biperçiqîne....30.12.2011.
Şîreta min li we: tu caran rexneyan li yê hûn jê hez dikin, nekin. Hûn zanin bê wê çi bibe..wê rexneyê binivîsin û deynin ser refikan ta roja wê bê...28.12.2011.

Wek ku facebook gelek dost, heval û xoşewîstan digihîne hev dê gelekan ji hev veqetîne û dûr bixe....28.12.2011.

Mirov çi bike başe, devê xwe mîna yê miriyan bigre, û pênûsan bişkîne daku rexneyan neke û bila zikê mirov biêşe..yan mirov rexneyan bike û bila tirên paşûpê li mirov bixîne..?.19.12.2011.

Tenê serhildan û şoreşên aştiyane li kolanên gund û bajarên Turkiye mîna ya li Sûriyê, dikare pozê Turkiyê daxîne...eger kurd pê rabin dê bêtir maf û dostan bidestxînin...dema şoreş û şerê çekdarî qediya...18.12.2011.

Di bin sîwana rêjîmeke diktator de, qantir dikarin bizên, lê hilbijartinên demuqrat çênabin...êdî bila xwexapandin nebe bawerî...01.12.2011.

Kurdên rojava(wek partî jî) kurdên herî paqij û xwedî dîroka herî zelal in, ew bi dehên salan neketin hembêza serdestan û nanê dagîrkeran neketiye zikê wan, eger wisa kiribana, hema ana wek nimûne kenaleke wan a televizyonî heba... 30.11.2011.

Rewş û demek zêrîn ji keysebazan re hatiye daku bi çarenûsa gelê me yê kurd bilîzin.... 28.11.2011.

Encûmena Niştimanî ya kurdî berî ku deriyê giftûgoya bi hevrika erebî re veke, pêwiste hemû derî û pencereyên giftûgoya kurdî-kurdî veke...28.11.2011.

Ji diktatoran weyê ku tim li ser rastiyê ne, çimkî yên li derdora wan her tiştî bi koletî erê dikin. Bi gumana min serokên hin partiyên kurd giyanê Stalin daqurtandine..26.11.2011.
Bi gumana min, ji bo kurdan tu cudahî di navbera Ardoganê kîmawî û kujer Beşar de tune, tenê yek serokwezîr e û yê din serokdewlet e...25.11.2011.
Nema tiştek ji siyasetvanên me tê famkirin, rojê tiştekî dibêjin, rojê helwest û daxwiyaniyekê didin, bi dev û ziman tiştekî dibêjin û li ser xakê tiştekî din dikin..Rewşa me ya giştî encama durûtiya wan e..24.11.2011.
Piştî 50 salî kurd hatin bîra Refet Elesed, heçê jê bawer bike kawikî û kêm tecrube ye û dikare zû bê xapandin...21.11.2011.
Mêrxasên Amûdê pêşniyar kirine ku navê îna li pêş bibe:'''''''''''''''' Ma em man wilo''''''''''''''''...20.11.2011.
Ez parastina navdewletî ji gundê xwe yê biçûk re dixwazim, daku leşker û şebîheyên rêjîmê kulîlkên li ser bênderê gundê me neperçiqînin.14.11.2011.
Eger Nilson Mandela bê û bibe serokekî kurd, ezê koletiyê jêre nekim, her wisa eger Qadî Mihemed ji tirbê rabe û komara Mihabadê ji nû ve vejîne, dîsa ezê koletiyê jêre nekim û nebêjim: bi can bi xwîn em bi te re ne serok.12.11.2011.
Ooooh oh, ezê rojekê bimrim û gelek dost û hevalên baş li paş xwe bihêlim...ji ber wê rojane bi mirnê re dijîm... 2.11.2011.
Cihê PYD ne li ba Hesen Ebdilezîm û Pergala Hevrêz e, belê li ser çiyayên Kurdistanê, li ba Gerîla û li ba kurda ye. Rêbaza Pergala Hevrêz ne rêbaza Ocalan e.. 2.11.2011.
Pergala Hevrêz rikberiyeke li gor pîvana rêjîmê ye..09.11.2011.
Di roja ketina Beşar de, nizanim ne ezê gelekî bikenim, ne ezê gelekî bigrîm, lê ez zanim dê her du ji kêfan re bin..
Dr. Hekîm Beşar dibêje 50% ji miletê kurd bi me re ye, PYD jî dibêje pirê cemawer bi me re ye...pek û 100 carî pek û hek, vêga ez li ku mam?. 04.11.2011.
Bi gumana min di wextek nêzîk de girûpa kurd ji Encûmena Niştimanî ya Sûrî vedikşe. Berê me gotibû: Erebên piştî serkeftina şoreşê dê ne bi gelekî ji erebên berî şoreşê(Beşar û şila wî..) çêtir bin..27.10.2011.
Ez wek kurd ji ber helwesta partiyan a di derbarê kuştina rêberê şehîdan Mişel Temo de, şerm dikim. Bêdeng bimana baştir bû..Yan li gor ast û xwestekên milet bin an nebêjin em nûnerê we nin.12.10.2011.
Bi gumana min taku xwîna kurdan wek 12ê adarê nerije kurd nabin yek, tenê xwîn dikare me bi yek e..û bi zexmek mezin dakevin kolanan...mixabin hinan ewqasî xwîna me erzan kirine..!!!!
Bi gumana min sûc û gunehê me kurdan di kuştina Mişel Temo de heye, eger kurd yek bana, xwedî helwesta mêrane wek a M. Temo bana, hemû serok û merokan wek wî rûxandina rêjîmê bixwestana, dê Şebîheyên rengînî nema zanîbana kê bikujin û kê nekujin...dê newêrîbana kurdan bikujin...07.10.2011.
Ji bo Dmitri Medvedev..ezê bêjim hûn jî bêjin Amîn: Topa xwedê li te keve..Goştê te bibe xwarina mişk û maran..Mezelê te ne keve nava mezela..Dê û bavê te xêrê ji te nebînin..Xwedê te kor bike..Tu xêrê ji xwe nebînî.. Xwîn di dev re hato..Dev li te xwar bibe.. Mala te bi ser serê te de hilweşe..Qanser li te keto..Agir bikeve mala te..Birûsk li te keve..Kezeba te bişewite..Kevir û kuçik li te biba..rin..Mal mîrat bûyo..Top lê ketyo..Tu bi goştê canê xwe kevî..Tu car bi riya rast neçe..Tu dîn bibî bi çola bikevî..Tu hewceyî ker û kûçikan bî..Tu ji herdû çavan kor bibî..Tu ker û lal bibî..Tu perçe perçe bibî..Tu rezîl û riswa bibî..Tu sêwî bibî..Tu têkevî ber desta..Tu têkevî ber destê min..Heta mirinê qet tu rindiyê nebinî..Mişk û mar li te bicivin û goştê te ji hestiyan bikin..ta tu sax bî rojek xweş nebînî..Belqityo.. Emir quto..Roviyên te di devê te re derkevin..Tu bibî komek hestî..Kunêr di qûna te de derkeve..Êşa mirîşkan bi te keve..Nanê tisî bi dest te nekeve..Rebî tu eydê nebînî..Tu nebêjî xwezî bi îro..Yeka te nebe dido..Stûyê te bişike..Hestiyên te birizin.. Girî ji mala we kêm nebe..Wey diran di devê te de nemînin..Ava reş bi çavê te de bê..Tuxmê we biqele..Li te nebe sibeh..Nava gunên te bixure..Av negihê ser te..Moz bi zimanê te vede..Wey tu bibî jûjî.05.10.2011.
Wê rojek bê emê hemû lanetê li facebookê bibarînin, emê wek ana li ser maseya facebookê hevdu nebînin, emê jê birevin, çimkî facebook dê gelekan ji me rût û tazî bike, dê me bê taybetmendiyên kesane bike...û dê me bi erzanî bifroşe...(hûn çi dibêjin?).04.10.2011.
Bi gumana min, tenê li welatên demuqrat kêmnetew dikarin mafan bistînin, yan jî piştî serkeftina şoreşan...Li Sûriyê hîna rêjîma diktator desthilatdar e, şoreşa ji bo rûxandina wê berdewam e, îca çi kes, çi grûp, kêmnetew û netew, eger hin tişt û miştan bistînin, bê şek û guman dê cihê pirsê be, dê bazarek nebaş li ser tiştên baş hatibe kirin...02.10.2011.
Tenê Fidralî dikare pirsgirêkên kurdên rojava çareser bike, û mafên wan ên rewa biparêze, ji bilî wê ne kurd azad dibin, ne jî Sûriye dibe welatekî azad û demuqrat..04.09.2011.
Du rûyên rastiyê hene, ji ber wê ez û te tim li dij hev in, lê roja rastî tazî bibe, ez û te dibin yek...02.09.2011.
Bi gumana min, gotina’’Demuqrat’’ li bejn û bala partiyên kurdan nayê, êdî bila gotina ‘’Demuqrat’’ji navê xwe rakin…10.08.2011.
06.01.2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark