Arževê Oskan
Serok, rêber, xwedan dîrok, padîžah û dîktator in Xwedan serewt û mal û žûr in.. Xwedan tac in, dîk in, žêr in û carcaran jî pisîk in Bê zanîn û îlm û nûr in..
Welat kirine bexçeyên malbatî Dixun vedixun, talan dikin Ew û zarokên xwe têr in Gel birçî, perîžan û belengaz Ew û gel ji hev dûr in.. Xwedan kole, peye, dergevan û xulam in Kurtêlxur û keysebaz in.. Gel û kes û mirovên zane Li ber tirrên wan bilûr in.. Erê qažo rewženbîr, rojnamevan, siyasetvan û akadîmî ne Dolar li kû bin, ew li wir in Nav in di nav rûpelan de ne Ji parastina navê dîkan re dergevan, parêzvan û natûr in.. žebîhe, belteçî ne û xwefirož in geh li bakur, rojhilat, rojava û ewropa û pirê caran li bažûr in.. Li ževên tarî, li rûpelên žaristaniya dîrokê mîna pênûsên textkî ji xîmavê zuha ne temenkurt in, li ževên tarî û rež nabin çira agirên çira wan hûr in.. Ji dolaran têr nabin, bêrûmet in Çemên bi mekrob in Ew ne mîna Dicle, Firat û Xabûr in.. Ku serok diçe ew jî diçin Li warekî nû ji xwe re digerin Kurtêlên wan herdem hene Pênûsên wan her tên firotin Pîneyên wan her tên dirûtin Ku dolar nemînin mîna guran zûrezûr in.. Çav nexel û zimanxwež in Dilxerab û her zikrež in Li kû bin derew ji wan diwežin Pozbilind in, li xwe bi guman in Tirsonek in, tim serxwež in Ji navdariya xwe re mîna tifik û tenûr in.. Serok hat û cîgir çû Çi got û çi firot? Her siya wan dižopînin Tu rastî bixwazî, ew jî zanin ew tertûr in.. Dolaran çav kor kirine Ziman bûye paçikê paqijiyê Di nava xwe de tiwalêt in Ji derve rengînin mîna žarûr in.. Gel nezan û kor dibînin Xwe rast û pak û dirust dibînin Cilên xwežik û berçavkên tarî li xwe dikin Lê dîsa jî ji rastgoyînê dûr in.. Kurtêlxurî diyarde ye Mîna tora enkebûtê, xwe li dil û mejî dipêçe ji jiyanê re dibe armanca ji ber ku bê çand û edeb û kultûr in.. Ew rêberan dikin dîktator Li serê belengazan bele ne Kula giran û matmayî Xwedan rojname û çente ne Di karê xwe de dixsik û xiniz û diz in Ji ber helwestên erzan îro li bažûr in..
|