Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Konferensa Niştimanî ya Kurdî: Rêxistineke bê proje

 


Sîrwan H. Berko - Berlîn


Piştî ku herdu hêzên mezin ên oposîtsyona sûrî (Encûmena Niştimanî ya Sûrî û Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat) li ser helwesteke hevbeş li ser siberoja Sûriyê li hev kir, yekser hin aliyên kurdî di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de êrîşî vê lihevhatinê kir. Balkêş bû ku ew ne li ser xala li ser çareserkirina Pirsa Kurdî li Sûriyê hêrs bûn. Çimkî di deqa lihevhatinê de hatiye nivîsandin ku ji bo Pirsa Kurdî pêwîstî bi "çareserkirineke dadmend" heye.


 Herweha balkêş e ku ev helwesta hevbeş li ser Pirsa Kurdî ji ya herdu helwestên cuda ên herdu komên oposîtsyonê qelstir e. Çimkî di bernameya Komîteya Tensîqê de hatiye nivîsandin ku ji bo pêkanîna "çareserkirineke dadmend" ji bo Pirsa Kurdî "pêwîstî bi misogerkirineke di destûrê de heye". Jixwe ev xala li ser Kurdan di helwesta hevbeş de hema bêje ji bernameya Komîteya Tensîqê hatiye girtin, lê bêyî ku behsa misogerkirina di destûrê de bê kirin. Ev helwest bi gelekî ji ya Encûmena Niştimanî qelstir e. Encûmena Niştimanî di bernameya xwe ya siyasî de doza pejirandina nasnameya kurdî ya neteweyî di destûrê de dike. Ew herweha doza çareserkirina Pirsa Kurdî li ser esasê "rakirina nedadmendiyê" beramberî Kurdan û dana tezmînatan ji bo goriyan û herweha "pejirandina mafên neteweyî yên gelê kurd di çarçeweya yekîtiya xak û gelê sûrî de" dike. Ango di helwesta hevbeş a Encûmen Niştimanî ya Sûrî û Komîteya Tensîqê de çareseriya ji bo Pirsa Kurdî hatiye qelstirîn ast. Û ev jî tevî ku serokê Partiya Yekîtiya Demokrat, Salih Mûslim, wek nûnerê Komîteya Tensîqê di pêkanîna vê helwestê de rolek mezin lîst.
Aliyên kurdî yên ku ji vê helwesta hevbeş ne razî bûn, ji tiştekî din hêrs bûn. Ew jê ne razî ne ku nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî nehatibûn vexwendin guftûgoyan. Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Ismaîl Hemê, hêrsa herî mezin nîşan da. Hemê ev helwesta hevbeş di navbera Encûmena Niştimanî ya Sûrî û Komîteya Tensîqê de wek komployeke li dijî gelê kurd wesif kir. Ne tenê ev: Wî gef li wan xwar ku ewê bibînin bê wê çi bê bi serê wan ger ew wisa berdewam bikin bêyî ku Kurdan beşdarî guftûgoyan bikin. Hemê herweha ji partî û kesên kurd di herdu komên oposîtsyonê de xwest ku xwe jê vekişînin. Lê diyar e ku wî ji bîr kiriye ku endamê partiya wî û sekretêrê wî yê berê Ebdilbaqî Yûsiv endamê Encûmena Niştimanî ya Sûrî ye û ta roja îroj ew ji vê encûmenê venekişyaye.
Daxuyaniya Ismaîl Hemê û helwestên partiyên kurdî yên din di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de qelsbûna vê koma kurdî nîşan dide. Vê komê di daxuyaniya xwe ya damezirandinê de nivîsandibû ku divê endamên wê di nava du mehan de dawî li endametiya xwe ya di komên oposîtsyonê yên sûrî de bînin. Tevî ku ev bêtirî du meh di ser vê biryarê re derbas bûne, lê hîn jî endamên vê koma kurdî xebata xwe di Daxuyaniya Şamê, Komîteya Tensîqê û Encûmena Niştimanî ya Sûrî de didomînin. Ne tenê ev: Ev koma kurdî ku endamê wê Fûad Elîko dibêje ku ew "nûnerîtiya 70 ji sedî" ji gelê kurd li Sûriyê dike, ta niha ne tenê ne li ser hev e, wê herweha nikarî kolana kurdî bixe bin bandora xwe. Piraniya partiyên Konferensa Niştimanî ya Kurdî tenê piştî damezirandina konferensê di dawiya cotmeha 2011ê de dest bi pêkanîna xwenîşandanên li dijî rêjîmê kir. Armanca wê ew bû ku destê xwe deyne ser çalakiyên li herêmên kurdî. Lê ew bi ser neket. Çimkî helwesta wê ji rêjîmê û rûxandina wê û serokê wê Beşar el-Esed ne zelal e. Û ne tenê ev: Li bajarên wek Efrîn, Dêrik û Tirbesipiyê partiyên kurdî ne dihêlin ku berdewam xwenîşandan pêk bên, ne jî bi xwe li wir xwenîşandanan amade dikin. Ew tenê li wan bajarên kurdî çalak in, ku xortên kurd ji destpêka şoreşa li Sûriyê xwenîşandanên li dijî rêjîmê pêk tînin. Ji protokolên civînên partiyên kurdî berî damezirandina Konferensa Niştimanî ya Kurdî eşkere dibe ku partî ji pêşî de li dijî xwenîşandanan bûn.
Biryara xwevikşandina ji komên oposîtsyonê yên sûrî biryareke eşkere ye li dijî Encûmena Niştimanî ya Sûrî. Partiyên di Konferensa Niştimanî ya Kurdî de bi çavekî sor li vê komê dinerin. Ev yek ji êrîşên berdewam li dijî endamên wê, bi taybetî li dijî Dr. Ebdilbasit Seyda, diyar dibe. Ev êrîş nîşana qelsbûnê ne. Eger partiyên kurdî ewqas bi hêz in û dizanin bê çi dixwazin û bê çawa van daxwazên xwe bi cî bînin, hingî ne giring e bê kesên din çi dikin û çi nakin. Ji bo vê helwestê ti sedemeke siyasî ne diyar e. Eger mesele Pirsa Kurdî be, bi kêmanî çareseriya ku Encûmena Niştimanî ya Sûrî ji bo wê pêşkêş dike, çareseriyên din ku ta niha ji aliyê komên din ve hatine pêşkêşkirin, bi gelekî li pişt xwe dihêle. Tevî vê yekê ji Encûmena Niştimanî ya Sûrî tê xwestin ku tevaya projeya xwe ya siyasî ji bo Pirsa Kurdî pêşkêş bike û bersiva gelek pirsên mayî bide.
Rewşa niha ku Sûriyê tê de ye, bûye sedem ku gelek kom çêbibin û gelek kes di van koman de cî bigirin. Ev rewşeke sirûştî ye. Leystika siyasî bi mercên îroj tê leystin, ne bi mercên do. Hêza ku van mercan pêk nayne, têk diçe û winda dibe. Ne tenê partiyên Konferensa Niştimanî ya Kurdî, lêbelê tevaya partî û rêxistinên kurdî, ta niha ne xwedî projeyekê ne ji bo pêşeroja Sûriyê û di nav de jî projeya ji bo Pirsa Kurdî li Sûriyê. Kurdan xwe baş amade nekiriye. Asta guftûgoyan bi oposîtsyona sûrî re pir qels e, ji aliyê helwesta zelal ve, û herweha ji aliyê kesên ku bi vî karî radibin ve. Nûnerên Kurdan bi zimanekî diaxivin ku ne kolana kurdî jê fêm dike, ne jî gelê sûrî, ne jî cîhana navneteweyî. Zimanê dirûşmên sedsala buhurî di vê sedsalê de nayê fêmkirin.
Divê Konferensa Niştimanî ya Kurdî zanibe ku bi siyaset û xebata xwe ya niha ew ne tenê ne nûnera gelê kurd li Sûriyê ye, ewê tucarî nebe jî. Lê ew ewê bikaribe piraniya Kurdan bide dû xwe, ger ew ku berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê biparêze û ji bo çareserkirina kêşeyên wî xwedî projeyeke zelal û eşkere be. Dirûşm nema têra kesî dikin. Ger xwestekên Kurdan di demeke nêzîk de bi şêweyekî berfireh neyên pêşkêşkirin û ji aliyê kesên pispor û zana ve xebat ji bo pejirandina wan ji aliyê hêzên oposîtsyona sûrî ve neyê kirin, hingî Kurd wê mecbûr bin ku di Sûriya nû de bi kêmtirîn maf razî bibin. Hêrsbûn, gefxwarin û dilbixweşewitandin fêde nakin.
Têbînî:
Di dema dawî de serokê herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, dema behsa Kurdên li Sûriyê dikir, du caran got ku hejmara wan du milyon e. Ta niha "nûnerên" Kurdên li Sûriyê ev agahî serast nekiriye. Tevî ku hejmareke eşkere ya Kurdên li Sûriyê tune, lê ew her zêdeyî du milyonan in. Ez bawer nakim ku Barzanî bi mebesta biçûkkirina Kurdên li Sûriyê ev yek gotiye, lê pêwîst e ew xwe bispêre agahiyên rast.
siruan@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark