Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Ne: Simnarek di Navenda Dicle ya and Huner de

 


Li roja 25/11/2011 ê û bi amadebûna birek rewenbîr,nivîskar,siyasetmedar,xemxwar û evîndarên çanda kurdî, di Navenda Dicle ya Çand û Hunerî de,li gundê Baneqesrê ser bi bajarê Dêrka Hemko ve dikevê, û di bin çavdêriya Guropa Ehmedê Xanî ya Rewenbîrî de, simînarek di bin nav û nîanê dîroka zimanê kurdî, ji aliyê mamosta Ciwan Dêrikî ve hat pêkê kirin.
Di destpêkê de, mamosta bavê Melevan bi navê Guropa Ehmedê Xanî ya Rewenbîrî, xêrhatina mêvanan kir û ji wan xwest ku kêlîkî bêdeng li ser canê nemiran rawestin .


 di pey re mamosta Ciwan Dêrikî babeta xwe bi zarekê Botanî yê xwe û êrîn xwend û destpêkir û got: ( Gava em zimanekî bi nav bikin, di dest xwe re gelê ku bi wî zimanî di axivê tê bîra mirov, nexeya welatê wî zimanî tê li ber çavan. çimkî gel bi zimanê xwe têne naskirin). û gelên li Mezopotamya  jiyayîn û têkiliyên wan yê xizmatî bi kurdan re bi firehî dan naskirin û herweha girêdana di navbera Avista û zimanê kurdî de berçav kir. pit re, mamostayê navbirî di mijara xwe de li ser malbata zimanê kurdî û zaravayên wê yên bingehîn axivî û pêre derbasî pêvajo û dîroka bikaranîna Elfabiyan di zimanê kurdî de bû. dawiyê mamosta mijara xwe li ser rewa zimanê kurdî ya îro û alozî û tengaviyên zimên bi dawî anî.
Dûv re, navbirek hat dayîn û pitî bênvedanê axavtin, dan û sitandin li ser naveroka mijarê hat kirin û mijar bi têbînî, pirs, pêinyar, nêrîn û hizrên amadebûyan zengîn û rengîn bû.
Hêjayî gotinê ye, ku kenala Televizyona Ronahî jî li wir berhev bû û bi wê helkeftinê derfet bi dest xwe ve dît û çavpêketin bi hin rewenbîr, areza û kesin amade re kir.











 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 1
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark