Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurtejînenîgariya Îsmaîlê Emo (bavê Şiyar) Serokê P.Y.D.K.S (1947-18/10/2010)

 


Dilawerê ZENGÎ

Di sala 1947an de, li parêzgeha Hisiça, li gundê Qereqoyê hatiye dinê û li wir xwendina xwe ya seretayî xwendiye.
Di sala 1960î-1966an li bajarê Dirbêsiyê li dibistana (Yermûk) xwendina xwe ya navendî bi dawî aniye.
Di sala 1965an de tevlî tevgera kurdî dibe û rûmeta endamtiyê di partiya Çep ya kurdî de wergirtiye.


Di sala 1967an-1970î de, Li Zankoya Şamê dixwîne û beşê Cuxrafya werdigre.
Di sala 1970î piştî girêdana kongirê niştimanî li ser riya partî karê xwe berdewam dike.
Di sala 1971ê - 1974an leşkeriyê dike. Di sala 1973an de, di şerê Tişrînê de nîşana lehengiyê (serbazî) werdigre.
Di sala 1975an de li bajarê Qamişlo dibe mamostê dibistanê û li wir bi cih û war dibe.
Di sala 1976an de dibe endamê komîta herêmî li Cizîrê.
Di sala 1977an de li kongirê partî yê didiwan beşdar dibe û bi alîkariya wî kongir gelek biryarên hêja werdigre.
Di sala 1979an de bi xurtî li hemberî biryara komîta navendî disekine û nahêle ko ew biryar here serî -ya ko dixwest: (qelskirin û kêmkirina têkiliyan bi p.d.k.îraq re).
Di sala 1980î de di kongirê sisiyan de, wek endamê komîta navendî û endamê mekteba siyasî tê hilbijartin.
Di sala 1980î de piştî hatina conta leşkerî li Turkiyê û binxetbûna gelek partîzanên kurd . bavê şiyar bi xurtî xwedî li wan derdikeve û piştgiriya wan dike .
Di sala 1984an de di kongirê partî yê çaran de careke din wek endamê komîta navendî û mekteba siyasî tê hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye, rola wî ya gewre û berbiçav di damezirandina Hevbendî de diyar e. Bi keda wî cara pêşî bû ko di nav tevgera Kurdî li Sûriyê Hevbendiya Kurdî tê damezirandin.
Di sala 1989an de dibe sekreterê partî (kongirê awarte).
Di sala 1990î de yekîtiya rêxistinî di navbera partiya wî û partiya (Kar) û refek ji hevalên partiya çep çêdibe. Bi rêveberiya wî partiyeke nuh bi navê (yekbûn) tê avakirin.
Di sala 1992an de digel şandek ji partiya xwe (yekbûn) li ser vexwendina partiya Yekîtîya Niştimanî Kurdistan diçe kurdistana başûr û li kongirê wan beşdar dibe. Di wî kongirî de gotinekê bi navê pênc partiyên kurdên binxetê yên beşdar dixwîne.
Di wê çûnê de serdana gelek partî û rêxistin û tevgerên kurdistanî dike û bi taybetî ew serdana wî ya dîrokî ji sekreterê partiya demoqrata kurdistanê-îran nemir Sadiq Şeref Kendî re.
Di sala 1993an de dîsa yekîtiyeke rêxistinî bi çend partiyan re çêdike û partiya yekîtî a Demoqrat ya Kurd li Sûriyê dadimezrîne û wek sekreter tê hilbijartin, û li vê dawiyê jî wek serokê partiyê tê hilbijartin, û li ser serê karê xwe dimîne ta ko ji nav me bardike.

Serjimara awarte û bavê Şiyar:
Di sala 1992an de ji bo bîranîna 5ê çiriya pêşî ya sala 1962an de wekî roja bîranîna serjimara awarte li parêzgeha Cizîrê hat nîşankirin. Bi pêşniyara nemir ew roj bi awayekî nuh ji rengê xebatê hat bibîranîn,(ev rengê tîkoşînê di nav bizava tevgera Kurdî li Sûriyê karekî nuh bû) û ji ber wan çalakiyan, bi dehan hevalên wî hatin girtin.
Ew roj bû rojeke dîrokî di tevgera bizava kurdên Sûriyê de. Bê dudilî  bavê Şiyar xwedî li girtî û malbatên girtiyên xwe derket. Piştgiriya wan bi xurtî kir. Tîkoşîna hevalên xwe yên di hundirê zindanê û yên dervî zindanê bi hev girêda û ew doza wanî dadmend li dunyayê belavkir. Bi dehên komcivîn û semîneran girêda. Gelek poster, belavok û pertûk di vî warî de dan belavkirin. Birastî pireya caran ew bixwe Li pêşiya dadgehê beşdar dibû. Bêdiro, ew kar û xebat bû mîna dibistaneke serbixwe di qata tîkoşîna Kurdên Sûriyê de.
Roj bi roj xebata wî di nava gel de xurtir û gurtir dibû. Baweriya milet pir pê dihat, ji ber ko ne miriyê nav û dengê kesayetî û partiya xwe bû. Mebesta wî bi cihkirina nasnama gelê Kurd bû. armanca wî yekîtiya tevgera kurdî bû.

Kongirê niştimanî û bavê Şiyar
:
Ji çend salan de  bavê Şiyar xwediyê projeya girêdana kongirekî niştimanî ji bo Kurdên Sûriyê bû. Mebest jê yekbûna gotina kurda bû. Yekkirina daxwaz û xwestekên gelê Kurd bû. Ev proje, projeya wî bû…ev armanc û xwestek a wî bû.. ev xwestek bû ya partiya wî, û pişt re bû projeya hevbendiyê.. Hevbendî  ji bo  vê projeya xwe name ji hemû partiyên Kurdên Sûriyê re hatin rêkirin. Di roja îro de, bi saya kar û xebata wî hin gav tên avêtin.
Bavê Şiyar ne tenê kuldar û xemxurê yekîtiya tevgera Kurdî bû, lê belê wek Kurdekî Sûrî armanca wî yekbûn û yekkirina xebat û tevgera Kurd û Ereban bû. Bi saya serê wî , ew dîwarê çêkirî di navbera tevgera Kurd û Ereban de hilweşiya, û bi têkilî û danûstendinên xwe, bi xebat û keda xwe, ew çalakiyên bi birayên Ereb re gihande wê qûnaxê ko di sala 2005an de banga damezirandina bangewaziya Dîmeşiqê (Ilan Dimeşiq) bête der.
Digot: Tucarî bale bi yek baskî nafire. Divê xebata neteweyî û xebata niştimanî bi hev re, di yek rêzê de bin.

Şerê xwekujiyê û bavê Şiyar:
Bavê Şiyar baweriya wî bi yekîtiya kurdan bê sînor bû. Di ber vê baweriyê de gelek ked û cefakêşî kişand. Li dijî perçebûna kurdan bû. Li dijî şerê birakujiyê bû.
Dîtin û nerîna wî di şerê navxweyî de cihê rêzgirtina hemû tevgerên Kurdî bû. Bi xurtî li hemberî şerê birakujiyê sekinî û qet mêldarîya hêlekê li dijî hêla din nekir. Digot: (Ev şer, şerê xwekujiyê ye. Ji me bê xwestin emê navçiyê bikin, em ji birayên xwe re amade ne. Di şerê birakujiyê de, tu kesê serkeftî nîne).

Rola jinê û bavê Şiyar:
Di pêvajoya xebata wî de jina kurd cihekî wê yî hêja û berz hebû. Pir qedr û qîmetê jinê digirt û herweha piştgiriya xebata wê dikir. Wekî pêşiyan gotiye: (jin stûna malê ye). Bi tundî li hemberî nerîna çewt û ramana paşveçûyî, û serdestiya mêr di der mafê jinê de disekinî û şerê wan gerdişên kevneperest dikir. Her giringiya rola jinê û rizgarbû û pêşveçûna wê di civakê de pêwîst didît. Di jiyanê de, jin kok û bingeha dibistana pêşî ye, li ser wê bingehê civak tên avakirin. Kurdan berê gotiye: ‘Kurmê şîrî heta pîrî’. Gelo ew çi nifşên xwendevan û şagirtane ko ji dibistaneke bê bingeh û herifandî bêne der!!.
Rizgarkirina jinê, rizgarkirina civakê ye.
Pêşiyan berê gotiye: Jin keleha mêrane. li pişt her mêrê gewre jinek gewre heye. Jin jiyan e, Ji dibistana jinê hemû mirovên zanyar, ronakbîr, bijîşk, parêzer, padîşah û fermandar perwerde bûne. Ji ber giringiya rola jinê di civakê de, û pêwîstiya hebûna wê di kar û xebata tevgerê de, bavê Şiyar biryara derxistina rojnameyek bi navê (Jina Kurd) wergirtibû.

Rewşenbîrî û bavê Şiyar:
Ne tenê bavê Şiyar mirovekî xebatkar,konevan, welatparêz û rêber bû, belê mirovekî xwedî pênûseke bejin bilind û giranbuha bû. Pênivîsa wî ne erzan bû. Mirovekî nivîskar, zana, rewşenbîr  û zanyar bû. Bi herdû zimanan, zimanê Kurdî û Erebî dinivisand, xweş mamoste û ronakbîr bû. Bi sedên gotar û lêkolînan nivîsandine. Mirovekî pir qedrê zimanê miletê xwe digirt. Lewra ew bû xwediyê biryara ko tu kes rûmeta endamtiyê di partiya wî de wernagire, ko bi zimanê dê nexwîne û nenivisîne.  
Bavê Şiyar rola çapemeniyê di civaka gelên azadîxwaz de xweş haydar bû. lewra kovara Gelawêjê bi awayekî spehî û çapeke rengî weşand, û pişt re kovara Pirs û ElHîwarê tên meydanê. Bi saya serê wî her sal bîranîna roja rojnamegeriya Kurdî dihate girêdan. Piştevanê pireya çalakî û şevbihêrkên toreya kurdî bû. Rêzgirtina wî ji hemû nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermendan re hebû. Alîkarî û piştgiriya gelek nivîskaran di çapkirin û belavkirina berhemên wan de dikir. Bi destê xwe gelek rewşenbîr, welatparêz û hunermend xelatkirin. Digot: (Ew tevger û bizava ko qedrê rewşenbîrên xwe negre û xwedî li berhemên wan dernekeve  xebata wê seqet û kulek e, mîna dara bê ber e.).

Wefadariya bavê Şiyar
:
Bavê Şiyar mirovekî pir wefadar bû. Bi tevger û lebata xwe li pêşiya demê bi lez û bez bû. Her li civata heval û dost û nasan bû, derbasî her malê dibû,  Bi xweşî û nexweşiyên wan re dijiya, ji wan re birayê mezin bû. Tu cudayî linik wî tunebû. çi xizan û dewlemend bin,  çi biçûk û mezin bin, xwe di ser kesekî re nedidît. Pir nefsbiçûk bû. Em jibîr nekin wefadariya wî bi kuflet û mala wî re nîşana mêrê qenc û zilamê baş bû.
Ne tenê wefadariya wî bi malbat, dost, hogir û hevalên wî re bû, belê heta bi wan kesên ko ne wek wî diramiyan. Ew hevalên ko li malên xwe rûdiniştin û dûrî refê kar diketin. qet Ji serdan û çûna cem wan qutnedibû, û tucarî paşgotin û bêbextiya wan nedikir. Wekî helbestvan gotiye:
Yê ko dinê de gunehan nekir kiye bêje
Û yê gunehan nekir çawan jî bêje
Min xirabî kir ko te jî bi xirabî li min vegerand
Êdî nav bira min û te de çi ferq heye bêje.
Rojekê gunehê keskî hilnegirt. Dijîtiya kesekî nekir. Hevalê hevalê xwe bû. Mirovekî bi nan û xwê bû. Berî her kesî bi xwe re wefadar û dilsoz bû. Xwedî sinceke temîz û pir paqij bû. Teqez ne mirovekî normal bû.
Belê, tim û tim çekê bersiva wî mîna bersiva pêxemberê Zerdeşt bû: gotina xweş, ramana rast û karê baş bû.

Bavê Şiyar kî bû?!
Bêguman, di pîşe û karê xwe de mamosta bû. Ne tenê mamosteyê zanînê bû. Belê, mamosteyê konevaniyê jî bû. Mirovekî bihinfireh û bi danûstendin bû. Rastgo û bi bawerî bû. Zimanxweş û kêmpeyv bû. Rûgeş û dêm girnijî bû. Bi saman û cemşen bû. Bê paye, nefsbiçûk bû. Ne pergîr û kêsbaz bû. Ne qure û oflaz bû. Ne xawenê çenebaz bû. Dahêner û bîrgeş bû. Bi dîtin û nerîn bû. Bi pênûs û raman bû. Peyîkê bi piyam  bû. Pêşeng û  pêşewa bû. Bi dadmendî Enûşêrwan bû. Bi comerdî Hatimê kurd bû. Bi mêranî cihşînê Ristemê Zal bû.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark