Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dilêrê Kurd û berhevoka ALAV

 


 Di dema dawîn de û nêzîk .. helbestvan û nivîskarê þanoyî (Dilêrê Kurd) , berhevoka xweyî helbestî çap kir .. bi navê (ALAV) , û ev dibe ya çaran ji berhemên wî yên çap kirî , û wek tê nasîn helbestvanê me helbesta kevneþop dinivîse , lê vê carê azadî da pênûsa xwe û ser bi xwe kir , û pênûsa wî jî xwe kêm ne kir û helbesta nûjen hilbijart .. û kir piroje ji vê pirtûkê re , û ji ber þanoyê jî dinivîse .. em dibînin di helbestên wî de , wek li ser depê þanoyê be û bi rola xwe dilîze , çindikan û çerefîtan dide ..


û bi çiv û bi riv û xwe þêrîn dike mîna gezo û hungiv , geh bi xwe re di axive û carnan bi hawîr xwe re jî di peyive û dilive , bêtir sîber û xewnên nedîtî dibîne , diçe gundê xwe û li dayik û bavê xwe dihêwire .. û di himbêza wan de xilmaþ dibe , zarotiya xwe tîne bîra xwe û leyîstikên biçûkanî .. û omîda wî ye vegere li þevbihêrkên malbatî , li heval û hogir û dostên xwe .. û li gerdiþên berê , li þivan û pezê col û gok û hol , li dewkil û dotina pez û bêrîvan , û keç û xortên evîndar û li buharê di nav kulîlkan de didin hev civan , pîr jî li ser tevnan hepo di dest wan de û bi tevnan mijûlin , teþî rês jî teþiyên xwe dirêsin .. û dayik zarokên xwe þîr didin di dergûþê de dilorînin , pale û karker û  cotkar derdikevin û berê wan li kar , û di nuhurînin û sitiranên nemir Mihemed Þêxo dibêjin û li hev vedigerînin , dil mest û xemgîn dikin û dil têþînin , û di dawîn de helbestvanê me dixwaze dûmahiyekê bide þanogeriya xwe, wek yekî xatir bixwaze û temîniyên xwe dike û dibêje ..          
Ger ez bimrim . 
Min veþêrin li gundê min . 
Raser xanî û mala min .
 Nêzîk bav û dayik û bira û xwîþka min .
 Li bin siha dara jiyana gelê min .
 Heger bû pirsiyan li min .
 Bêjin .
Dilêr bû .
 Têkoþer bû .
 Kelem bû di çavê dijmin .
Wê çaxê nû wê gundiyêd min þiyar bin .
 Nû guhdar bin li dengê min .
 Bi pêdarî .
Wê bêjin gotar û þano û ristêd min .
 Bidin ser þop û rêça min .
 Zê jî gorî û xelat bim .
 Bo Kurd û Kurdistana min .
Û dibêjim ev pirtûk çilo be .. herî gavek fireh û rast û duriste , û Dilêrê Kurd ji kesên giran buha ye, û xwedî behremendiyek mezine .. di helbesta Kurdî de û di þanoyê de jî , dest sax be hozanvano .. û supas ji te re þanovano , û serkeftin bo te û pêþve her û bê veger …
 Rojnamevana Kurd .. Hemrîn Ehmed
 Qamiþlo
             17 – 10 - 2011 z  


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark