Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xebata Rezo Di nav Salên Jiyanê de Kurtenasnameya Rezo (Xelek duwa -II- )

 


Berzo Mehmûd

Di vê peregrafê de emê bi kurtî tevger û xebata Rezo bidin xuyakirin wekçawa wî ji min re da xuyakirin û wek nasname wî bi destê xwe nivîsandiye. Berî  ku nexweþ bikevê bi demekê, min ji kak Rezo xwest ku kurte nasnameya xwe bidê min, hem ji ber pêwendiyên dostaniyê navbera me de û hem jî hevaltiya karê nivîsînê di govara Pirsê de. Ya dîtir ji ber hin goþe di jiyana kak Rezo de hene ez pê ne agadar bûm, lewre min pêwîst dît ku ez vê nasnameyê wek çawa heye ez  belav bikim:


● Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê  Îsayê  Osê  ye. Roja 10.10.1950 li gundê Dekþûrî, Cizîrê, parêzgeha Hisiça, herêma  Qamiþlo hatiye jiyanê. Xwendina  xwe ya seretayî li gundê Tenûrî, sînordaþê  Dekþûrî,  kuta  kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamiþlo bi dest xistine.
● Bi navên:  Aro, Rezo,  Stêr,  Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê  û  Rezoyê Osê di gelek kovar û  rojnaman  de  nivîsiye,  wilo  jî di malperan de,  ji  wan:  Stêr,  Armanc, Dugir, Pirs, Metîn, Dengê Azadî, Zanîn….
● Ji havîna sala  1970-ve dest bi nivîsandinê kiriye, gelek gotar  û lêkolîn  belav  kirine. Wilo jî, helbesta kevneþop  û nûjen nivîsiye, þano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê, Bavê Hepûn, Þengê û Pengê, Finda Þemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêþkêþkirina herdu navan hatine çapkirin. Bi kurtî:
●  1972 - 1974  Endamê  komîta  berpirsiyariya  kovara "Þoreþgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
● Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ko sê pirtûk  li  Berlîna  Rojava  çap  kirin:
1. Dîwana  S. Hêzanî, bi Kurdî.
2. Helperkên  Kurdî, yên  folklorî, bi zimanê Elemanî.
3. Miletek berxwedanê di ber  hebûna  xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
● Sala 1977an korsên fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd yên zanîngehê re vekiriye.
● Sala 1977 bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa  bo  wêjeya  Kurdî". Dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr.M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin dane weþandin.    
●  Navbera sala 1978 û 1980 bûye  endamê  "komîta  amadekar" bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa,  ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
● Navber sala 1980 û 1981 berpirsiyariya belavoka "Ronakbîr" li Sûriya kiriye.
● Navbera salên 1982 – 1984  bi Bilûrvan re serkêþiya fêrbûna  "Korsên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
● Navbera salên 1983 – 1993 berpirsiyariya kovara "Stêr", bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paþê  bi  Dilovan û hin rewþenbîrên din re kiriye.
●  Sala 1993  bûye endamê  komîta  berpirsiyar di kovara "Pirs"ê de.
● Di sala 2002 de bûye endam  û  yek  ji  damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn".
● Sala 2003 bûye endamê komîta þêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.
 
● Sala 2003 vexwendî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêþkêþ kiriye.
● Sala 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beþdarî kiriye.
● Sala 2005 bûye endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
● Sala 2005 – hatiye vexwendin bo festîvala rewþenbîrî ya yekemîn li  Duhokê, da lîkolînekê  li  ser  "hevoksaziya Kurdî" pêþkêþ bike. Lê ji ber sedemên rewþa navwelatî di navbera Sûriya û Îraqê de nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.
● Sala 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewþenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark