Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mişel Temo

 


  Helîm Yûsiv

Sal 1984 bû. Berpirsiyarê partiya hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê yê Amûdê Mecîdê Heneş, -berî çend salan çû ber dilovaniya Xwedê- piştî qedandina civîna koma partiyê, zerfeke girtî û komeke belavok dane min. Ji min xwest ku ez vê postê bigihînim berpirsiyarê partiyê yê Dirbêsiyê ku dora bîst û şeş kîlometran dûrî Amûdê ye. Gava min li navnîşana wî pirsî; got ku ew endezyarekî çandiniyêye û li (seydeliya ziraî) anku li navenda karûbarê çandiniyê kar dike.


Ez çûm. Xortekî lihevhatî, jixwebibawer, xwedî diruveke eristukrat û zimanxweş hat hember min.
Ew cara yekem bû ku ez Mişel Temo dibînim.
Mişel ji maleke naskirî û halxweş dihat. Berpirsiyariya rêxistineke qedexe, Kurd û çep, wan salan wêrekiyeke mezin û ne karê her kesî bû. Demeke dirêj di ser wan rojan re derbas bû û ji partiyeke Kurdan hejmar bilind bû zêdeyî pazde partiyan. Mişel bîst sal ji temenê xwe di nav refên wê partiyê de derbaskirin, lê ew partî jî wekî yên din perçe bû, yan jî bi temamî li holê nema. Di wê navê re navê Mişel Temo di riya gotarên siyasî re, yên ku bi erebî dinîvisandin, herdem dihat pêşberî me. Wisa jî li Qamişlo bi cih bû û bi çend hevalên xwe re komela Celadet Bedirxan ya çanda kurdî ava kir û di ber re çîrok jî dinîvisandin. Lê, vî aliyê wî yê rewşenbîrî nikarîbû zora aliyê siyasî bibe û di 2005 an de wî bixwe partiyek bi navê şepêla pêşerojê damezirand. Bi deh partiyên din yên Kurd re ketibû hevkariyeke ku di bin navê (koma partiyên kurd li Sûrî) daxuyaniyên xwe derdixistin. Lê, dîsa jî di çalakbûna xwe de,li pêşiya hemû rêveberên partiyên din bû. Vê yekê ew kir armanca hêzên ewlekariyê û di rêwîtiyeke wî ya di navbera Kobanî û Helebê de dest danîn ser û piştî sê sal û nîvên ku di hebsê de derbaskirin li mala xwe û her şeş zarokên xwe vegeriya.


Bihara erebî û şoreşa Sûriyê

Hîna di girtîgehê de bû şoreşa Sûriyê ya  ku ji pazdê Adarê de û heta niha vêketiye, agirê wê li çar aliyên Sûriyê pêt bi pêt belav dibû. Vê şoreşa ku hem rêjîma Sûriyê û hem jî hemû hêzên dijber yên rêxistinbûyî ên (kilasîk), rêxistinên Kurdan jî di nav de, şaş û metel hiştin. Di demeke kurt de bûyeran her kes û rêxistin ajotin ber ezmûneyeke bilez. Divabû helwest bê nîşandan. Li bajarê Derayê zarokên ku silogana sereke ya hemû şoreşên bihara erebî (Gel rûxandina rêjîmê dixwaze)li ser dîwaran nivîsandin, hatin girtin û işkencekirin. Xelk daketin kolanan û hêzên istixbaratên rêjîmê bi kuştineke hovane bersiv dan xwepêşandêran û pîzotên ku ji çil salî de di bin ariya desthilatdariya Esedê bav û yê law de veşartîbûn serî hildan û agir belav bû, wisa jî kuştin û xwînrijandin. Hêza sereke ya xelkên kolanan xortên nûhatî bûn. Bajar bi bajar, gund bi gund bi hewara Deraya birîndar ve hatin. Di nav wan de jî xortên Amûdê û Qamişlo, kobanî, Dêrikê, Dirbêsiyê, serê kaniyê û hemû bajarên kurdan daketin kolanan û doza xistina rêjîmê kirin. Bi vê yekê cudayiyek ket navbera daxwazên xortên kurd yên ku daketin kolanan, bi wan re jî hemû xwepêşandêrên li bajarên din yên Sûriyê û daxwazên partiyên kurdan ku heta niha ketina rêjîmê nebûye daxwazeke wan ya eşkere. Mişel Temo bê dudilî xwe da aliyê xortên li kolanan ku bi harmoniyeke mezin bi hemû kolanên Sûriyê re tevdigerin. Ev helwesta Mişel bû sedem ku partiya wî ji nav (koma partiyên kurd) paş de vekişe û hem bi hêzên dijber yên Ereb re û hem jî bi rêxistinên nûavabûyî yên xortên şoreşger yên kolanan re têkiliya xwe xurt bike. Bi vî awayî bi awayekî eşkere cihê xwe di nav tevgera şoreşa sûriyê de girt û bû serokê bitenê, di nav her yazde-pazde serokên partiyên kurd de ku bi wêrekî û eşkere, li kolanan, ne tenê doza rûxandina rêjîmê dikir, belê doza dedgehkirina Beşar Esed û kujerên derûdora wî dikir.


Çima Mişel Temo kuştin?

Ji bilî taybetiyên ku bi kurtayî be jî li jor hatin şîrovekirin, mirov dikare çend xalên din lê zêde bike. Partiyên kurdan bi giştî bi têkiliyên xwe yên derveyî sînorên Sûriyê têne naskirin. Nexasim bi girêdanên xwe yên bi her sê partiyên sereke yên Bakur û Başûr re. Rêjîma Sûriyê van girêdanan heta dawiyê ji bo xwe bi kar tîne û di riya wan her sê partiyên mezin re, tevgera wan partiyan ya dijberî xwe bi sînor dike. Mişel Temo yek ji wan siyasetmedaran bû ku xwediyê pirojeyekî cuda bû û ji têkiliyên bi wan partiyên Kurdan yên mezin bêhtir guh dida xurtkirina têkiliyên siyasî bi hêzên dijber ên ereb yên hundirê Sûriyê re. Ji ber vê jî, weku kesayetiyeke naskirî, ew kesayetiya bitenê bû ya ku weku endamekî rêveber ji endamên komîta rêveber ya civata niştimanî ya sûrî ku berî demeke kin li Stenbolê hatibû damezrandin ku armanca wê ya sereke rûxandina rêjîmê ye û li hundirê Sûriyê dijî. Wisa jî bi kuştina wî kujerên wî xwestin mesajên piralî bişînin.
Ji wan, ji bo kesayetiyên dijber yên ku li Sûriyê dijîn:
-Kî ji we xistina rêjîmê bixwaze û doza mehkemekirina serok bike wê bi çend gulleyan jiyana wî bi dawî bibe.
Ji bo serokên her deh – pazde partiyên kurd:
-Hûn li ser riyeke rast in. Wisa dewam bikin, li dijî desttêwerdanên dewletên biyanî derkevin. Xistina rêjîmê bi serê we neketiye û xwe weku Mişel Temo nekin û bi evên ku bi navê hêzên dijber li derveyî Sûriyê kar dikin re  nekevin têkiliyê.
Ji bo xortên li kolanan û kurdên dijber: -Hûn dikarin her roj derkevin wê kolana ku hatiye destnîşankirin û bikin hewar hewar, lê divê hûn weku wan komên partiyên xwe (welatparêz)bin û weku Mişel xetên sor derbas nekin. Xetên sor ewin ku hûn destên xwe têxînin destên wan islamî û ajanên ku dixwazin welêt xerabikin û doza rûxandina rêjîmê li derve dikin û dixwazin hêzên dewletên biyanî bînin welatê me. Eger hûn ji wan kolanên destnîşankirî dagerin, yan jî weku Mişel bikin, hûn jî yeko yeko hûnê bêne kuştin û senaryoyên girûpên terorîstan ew kuştine, berê amade ne.
Nîşana vê yekê jî daxuyaniya Ciwan Yûsiv, birêveberê (koma xortên SEWA li Qamişlo) ya li ser tehdîdên telefonî ku piştî kuştina Mişel ji çalakvanekî wan re tên.
Ji bo hemû Kurdên Sûriyê:-Emê bi we re baş bin, me nasnameya sûrî li hinekan ji we vegerand. Em we weku xelkên Derayê, Humus û Hemayê we nakujin, hûn jî lingên xwe zêdeyî lihêfa xwe navêjin. Waye yek ji nav we derket û lingê xwe zêdeyî lihêfa ku me daye we dirêj kir, we dît çi bi serê wî hat. Îca hayê we ji we hebe.
Ji bilî qezencên ku rêjîm ji belavkirina senaryoyên li ser kujeran amade kirine. yek ji wan ewe ku dibe, ne direkt be jî, bêje ku tiliya hinekan girêdayî kurdên bakur di kuştina wî de heye, yan jî tiliya rêjîma Turkiyê di kuştina wî de heye û xwestiye provekasyonan çêbikin û…jixwe dawiya senaryoyên wan kujerên pişt perdeyan nayê.
Ya ji hemuyan giringtir, ji rêjîmê weye ku bi kuştina Mişel Temo re, wê tevgera kolana kurdî qels bike û çavên xelkên Kurd yên tîyên Azadiyê bi rijandina xwînê bişkîne û wan di malên wan de bêdeng bihêle. Lê, ya ku bibe ew e, rast e kesek, mîna Mişel Temo ji kolanên kurdan yên ku ji bo azadiya xwe diherikin kêm kirin, lê pê re jî bi sedan, eger em nebêjin bi hezaran kesên ku berî kuştina Mişel di malên xwe de diman, êdî wê li azadîxwazên kolanên rûmetê zêde bibin.
Gotineke dawî di guhê wan kesan de bêjim,ewên ku pirsa (Kê Mişel Temo kuşt?)dikin. Tev navnîşana kujeran xuyanî ye. Eger hûn nizanibin kê Mişel Temo kuştiye jî, hûn baş dizanin bê kê roja din gulle li kesên ku di cenazê de dimeşiyan, barandin û xwîn li kolanên Qamişlo rijandin. Rast e, ez jî navên wan nizanim, lê em hemû dizanin ew kî ne.
Sal 2011 bû.
Roja înê 07.10 an bû.
Ji nişkê ve anî bîra me ku mirin jî, azadî jî, her du nêzîk in û mirov nizane kîjan berî ya din tê.
Bi vê bibîrxistinê, ew cara dawî bû ku ez Mişel Temo dibînim. Vê carê, min ew didît, lê wî ez nedidîtim.
 Her du çavên xwe girtibûn, lê çavên milyonên kesan bi niqutandina xwîna wî re vedibûn.
 Xwîn dilop dilop ji ser textê ku xwe li ser dirêjkiribû diket erdê. Pê re jî dilop dilop tirsa kujerên wî zêdetir dibû.
Azadî jî li ber derî rawestiya bû, dixwest silavekê li wî mêrxasî bike.
……………………..
www.diyarname.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark