Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Vê carê rast e

 


Melevan Resûl

Çiqas ciwan û şirîne ew strana gelerî ya ku li ser zavayî di şahiya govendê de tête gotin : vê carê raste lo lo keko ……. vê carê raste
Berxika şîr kir maste lo
Ya te d`got me j` tere xwest e
Dîlan xweşe ku omîda bûk û zavayî bi cotbûna merema dilan pêk were .


Heme ew jî mîna hêvî û daxwaza kêşeya hevcotiya di nevbera tevgera kurdî û omîda gel mîna hev tên .
Cihê rêzgirtina mine dema ez bibînim va hinek xwendevanên  kurd bi zimanê xwe mijaran dinivîsin yan dixwînin , cihê rêz û spasiyê ye  ji hemî nerîn û derbirînên cihê û xwendina babetan re , heme helwest çibe ew şahiyê dixe dilê min , di heman demê de hêviya min ewe di serî de xwendevan bi wateya hevokan bighin ka têne çi mebestê , cimkî zimanê me têr û tijî ye ji gotin û serhatiyan , hem bi kêra axftina siyasî dike û dikare gengeşiyên milet jî çareser bike , ew alavek gewre ye di ristina hevokan de yan di têr û teselya mijarên nevkirî de , vêca şûnde pêwiste em xwe bi awayên nivîsandinê bighînin , mijara dinê jî heger babet li dij ramanê xwendevan be , tucarî nabe bi kelegermî û ji binyatek xwesipartî çandek bi zorî sepandî ,  mijaran helsengînin , dêmekî tu cudahî di navbera rewşenbîr û xwendevanan de namîne , hingî tenê em dê bi nîxa hev ve bimînin ka çima ev ne wisa hatiye û ne li gor asta ramanê me hatiye , ji berî vê mijarê min dabû xuyakirin ka helwesta ronakbîriyê di civaka kurdewariyê de çiqasî nizim û daketiye , her çendî serpêhatiyek kurdî heye û ne li gor zanistê ye jî lê gotin heta roja îro di zar û zardevan de zindî ye , gotin dibêje : (xwezî qirka min mîna ya devehê dirêj ba ) ango navberek ji qirikê heta dil heye , heger gotin li gor nestan ji dil derkeve heta xwe bighîne ziman û dev , belkî tîna wê dişke û bêtir nerm nazik û lihevdayî derkeve , vêca xwezî bihna mejî li ber mebe û çar caran gotinê di dilê xwe de wergerînin û ji nû bilêv bikin , ya din jî em xwe ji zirzbûnê dûr bikin û giyanê rewşenbîriyê û berpirsiyara gotinê ji xwere bikin kar û barê sincî , anceq mirovên bihnfere bi berhemên balkêş encaman digrin , firfire û zirtek ne bi kêra xwe tên û ne bikêra derdorên xwe tên , berevajî wê yekê , bîreweriya civakê seranser têkilhev didin , helbete ew bi sakolojiya mirovan ve û bi cografiya xwezayî ve jî girêdayî ye , bila newe jibîrkirin ku rexne bi xwe karek pîroz e û berencam e , serceman sererast dike û pirêzan paktir dike , pêwistiya me li guhdarkirina hev heye , êş û azarê netewa me yekin , ez , ti , em hemî di ber de berpirsiyarin , pîvanên kesane olî û partetî herdem qels û lewazin , ji bilî dûrketin û tertebelavbûnê ji mere pêk naîne heger em di çarciva ramanê kevneşop de tevbigerin , ramanê azad pêtir karîgere di sazkirin û avedankirina projeyên vejîna civakê de , heger em şivanbin bila em şivanê berjewendiyên gelê xwe bin , civakên cîhanê ji mere dibin mînakên pîroz di rêxistin û qizinckirina mafên xwe de , em ne di xilwaşa xewê de bin û yan bi kombûna lezgîn û bêbaweriya ji hev , çend kesayet yan partîzan bi awakî lezgîn li hev bicivin û navekî li xwe bikin . eva bê itîfaqî ye û kêşeya me çareser nake .
Xweziya min ewe ku beryara hevgirtinê di navbera hemû hêzin xebatkar de bibînim , ne tenê di warê siyasî de ya ku di çend komcivînên hevbeş  ( di perwazan de ) û dijîtî û devlêkirina di paş perdan de bibînim , mijara min ne li ser gotara siyasî bi tenê ye ,  belkî nivîsa min ( destan biqutin kurd nema dibin yek ) ya ku di malpera (welate me ) de hatî weşandin , ne li gor çêja paretetî be , lê ti kes nikare rastiya jihevketinê veşêre , mixabin hîn em kurd di bin bandora aydyolojiya perwerdahiya Ba-siyan de bihizrin , li hember ramanê guherînê bi gomanin , ji dengê azad û derbirînên cihê re rêgirin , hişmendiya pişaftin û dûrkirin û reşkirinê bi behaneyên corbecor li dest û darin .
Ez nikarim xwe bixapînim û bêjim va kurd dibin yek û di pratîkê de em di qûnaxa alozebûnê de ne , xort li rexekî , rewşenbîr li rexekî , partîzan li çar rexan , nivîskar li rexekî , milet di qûnaxa bê helwestiyê de ………
Vêce çawa em ê bêjin vê carê raste , dêmekî ew bizava bi salên dirêj hemî ne rast bû û bi çewtî birêve diçû , aniha ji nûve va ketiye ser riya rast .
Ev çi yekîtiye gelo , dêmekî rijîma Sûrî hîn li ser xwe û agie bi erd û esîmanê wê neketiye , ji lew bayê dawetê havînê li me dide û me bêriya serkovendiyê kiriye . !!!?.
4/9/2011
   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark