Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kufr û zilm

 


Arjen Arî

Gelo, serdema ku nivîskar û rewþenbîrén qewmé jérdest, én ku waré wan parî parî, axa wan bi postalén reþ û paletén tenqén* rûhebeþ her bihust wekî qajik té cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerén xwe werbikin, li paþ ma?
Wan rojén ku zarokén keviravéj ji ber téwerkirina kevirekî di siwareya polisan, ji héla ‘dadgerén’ dadgehé ve wekî ‘terorîst’ hatin dîtin û sal li wan hate birrîn,


di vé qunciké de min bangek kiribû, ku li tevî dé û bavan her kes dakeve kolanan; kevirekî peyda nekin jî, daqûlî zixurekî bibin û tepizkî bavéjin hézén ku di her xwepéþandané de dikin ku çavén qewmekî, ji ber bombeyén xazé bibe serkaniya hésran…
Sed heyf; li tevî dozgerén ku weþana kurdî peyv bi peyv diþopînin, kesekî negotibû ‘ ew é han çi dibéje’?
Tiþtekî sembolîk be jî; té gotin, ku Edward Seîd di dema ku zarokén întîfadayé, ‘generalén biçûk’ én Yaser Arafat ku li artéþa dagirkerén xwe mîna ‘teyren ebabîlen’ hatibûn xezebé, di seredaneké de ew jî radihéje kevirekî û di héla Îsraîl werdike!
Kevirek kare çi bike ji hézedesthelatén dagirker én  mîna eyloyekî baskreþ welatek xistibin bin per û baskén xwe û  li ser termé axa wî  bûbin teyrén berete?!
Lé kevirek, kevirekî ku ji desté rewþenbîrekî derkeve û seré polisekî biþikîne, bawer im bi qasî tékbirina arteþekî di qada þer de, dé kartéker û xwedî bandor bûya li ser raya giþtî a hundirîn û a derveyî…
Dîsa jî, kevir-nameya ku ji desté romannûsa héjayî rézé Oya Baydar deketî, héjayî bû ku nivîskarén kurd jî bi ‘kevirén’ peyva kurdî bibin ‘keviravéj’!
Baydar, bi nameyeké be jî ‘kevirekî’ di serokwezîr û desthlata îroyîn werdike, ji ber newérekiya wan a di biwaré çareserkirna pirsa sereke,pirsa kurd de!
 Li gorî wé jî, rayedarén ku 80-90 sal in  bi tirsa ku dé welaté wan dé were peçekirin, di her delîveyé de- digel ku tégehén wekî demokrasîyé, mafé mirovan, dewleta dadwer-wekî qajikekî pûç dicûn- ji bedéla ku nexþeriyeké deynin ber xwe û li ser maseyeké li gel kurdan rûnin; wekî her hikumeta riþmé desthelaté xiste destén xwe, ev  hikumet jî dixwaze di heman dolabé de heman résî bigerîne…
Ji roja  ku Tevgera Azadiyé biryar da ku qada demokratîk vala nehéle, û ‘pirsé’ bi riya parlamenterén hilbijartî hilgire parlamentoyé û bi vir de, çi hate guhertin?
Wé demé jî – heta ku li péþberî çavén dinyayé parlamenterén kurd  xistin erebeyén toros û beré wan bidin zîndanan- di her bernameyé de pirsek ji wan dihat kirin: PKK terorist e, an na?
Êéé…niha?
Niha jî – bi taybetî gotinén serokwezîr én di þîvdayîna malbatén þehîdan de, ‘yén ku vebirkeké/mesafeyeké nexin navbera xwe hinén din  (ji mesafeyé mebest PKK û Parlamenterén Eniya Kedé ne- dé bi tiþta ku li héviyé ne rûbirû bibin’; ma ne wekî pirsa berî niha bi 20 salan ku ji parmenteran dihat kirin e?

Di demeke ku piþtî hilbijartinan herkes li héyî ye ku bayé þer raweste, yé hénik hénik nesîmî pél bi pél biwirwire, serokwezîré ku serokerkan kir ‘kizîré’ milé xwe yé rasté, wisa dixuye ku dixwaze rahije riþmé hespa ereba þer û ew bajo, ew tékeve ber:
Piþtî Remezané Xweda ji me û wan re mezin e!
Eþhedûbilleh, Xweda mezin e.
Xwedayé mezin zane kî zalim e kî mezlûm e?
Û Xweda, ji zaliman béhtir yé mazlûman e, bawermendé Xweda!
Peyva péþiyén ereban a ku hinek dibéjin peyva Nebî ye, bînim bîra te:
El kufr yiddewim, zilm mayidewim!*
*kufr didome,zilm nadome!
17/08/2011/A.Arî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark