Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dīrok xwe dubare dike

 


Ciwan Dêrikî

Dema cenga cîhanê ya yekemîn , ku împeratoriya osmanî qels û lewaz ket , miletan serî hildan û li kesatiya xwe ya neteweyî pirsîn , û pažî jî serbixwe bûn .ew dem derfetek zêrînî bû ji kurdan re jî . lê kurd ne amade bûn , bê rêxistin û bê hêz bûn . . tê zanîn çawa bûn qurbanên peymanên navneteweyî ( Saykis-Pîko , Sêver , Lozan .. .) me ti wane û ders ji wê dîrokê negirtin , ew êža zirav -ku herkesî derman jêre dîtiye û saxbûne jê - hêjî em jê dikžînin .


Îro jî derfetek hatiye , rewžek nû li holê ye , kî pêkhatî be ew dimîne û mora xwe li dîrokê dide . .
Taviyên biharê li rojhilata navîn dan , bû bahoz û tofan , bû tsonamiya gelan , her tižta leq û sist li ber xwe dibe , bingehên rijîm û deshilatên kevn û demçûyî dihilwežin . bahoze , dîwar û kelehan nasnake , dimale û li ber xwe dibe .
Va ew bahoz gihaye me jî , her kes xwe jê re amade dike , tenê em li ser pižtê paldayî - mîna li fîlmekî temaže bikin – li benda guherîna ne , bê ku tižtekî bikin . . ne amadekirin , ne rêxistin , ne parastin ... heçku em ne ji vî welatî ne ..
Berê me li kûye kes nizane , berê kî li me ye em baž dizanin , ava serê me dikele lê em xwe nebihîstî û nedîtî dikin , em li benda pariyan , li hêvya xêran mane …xuyaye emê dîsa bibin kevrê Žetrencê , kerê kêžanê , li benda kulmek kizmik di težteka perçiqî de .
Mixabin û sed mixabin ku ev halê meye , 50 sale em li zirnê didin hêjî em nikarin carekî tenê ji xwe re govendê bigerînin , ne me zarok baž mezin kirin , û ne me sermayek berketî ji wan re hêla , û îro gava nifžê nû deshilatiya me ya demçûyî napejrîne . . em xwe li erdê didin û dibêjin divê hûn me nimûne bigrin , em babê we ne . . . na bi xwedê em nabin bav û bavîtiya me ne diriste , ka kengî me ew zarok hembêz kirine ? kengî me pirsa xwe bi wan kiriye ? kengî me ew dîtine kes û xwedî nêrîn ? ne me perwerde kirin û ne me bermayek baž ji wan re hižt , û wesa jî divê em bmînin çav û mejiyê wan . gelo qey bavîtî welê ye ? !!
Me bav nedîtine , her em ber destê zirbava mezin bûne ,di sedsala bûrî de  carekî bav ji me re çêbûn lê zû kužtin , erê kužtin .. Apê Osman Sebrî bav bû , Dr. Nûredîn Zaza bav bû , ewên ku destên xwe bi serê me de tanîn , ewên em hembêz dikirin , ewên bi êž û jana me re dinalîn û dižewitîn û li pažroja me dipirsîn . .   
Bav bûn , zana bûn , dûrbîn bûn , siyasetvan bûn .
Îro kî bave kî kure kes nizane , her kes xwe dike bav , partîzan , siyasetvan , rewženbîr , û kes jî tižtekî nake , tenê xwe bi xwe bihevketine , hev pîs dikin , hev piçûk dikin , hev bêbext û xiniz dikin . . dev ji dijmin û dozê berdane , zevî û meydan ji xelkê re hêlane û pey çîrokên bûrî ketine .
Di vê hingeding û cenga giran de , rewženbîrên me xwe bi xwe bihevketine , siyasetvan xwe bi xwe bihevketine , partî û nivîskar bihevketine . . xwezî tižtek berketî di destê wan de hebana ku li ser pevbiçûna !!  
Her kes ji pažerojê re dixebite , li dahatuyê dinêre û xwe amade dike , em jî bê pîlan , bê piroje , bê hêz û bê yekîtî . . .
 çarenûsa me çiye , cihê me li kû ye , para me çiye kes nizane .
Welatek nû dize , dîrokek nû dize , guherîn û veguherîn sedîsed tên lê em li pey dihola rizî ketine , ( devê hebana rûn qetaye em bi hingilokan digrin ), bêndera hemî melhem li ber me .. me ji xelkêre berdaye . . em diçin li liqatê digerin , ger em ev bin dîsa emê wek carkê cara bibin qurban , bimînin kole , derbider û perîžan , bê hebûn , bê nasname û bê welat .
Her kes ji vê rewžê berpirse , rewženbîr , siyasetvan , partîzan … bila nakokî bimînin li alîkî , rexneyên mêrkuj bidin alîkî , bila carekî tenê em qedera xwe bajon û çarenûsa xwe nîžan bikin . da dayîkên me hew režê girêdin û werin serê xwe bi tepa .
Bila ev tirajîdya dîrokê carek dî dubare nebe û dawî were .
17 8 2011


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark