Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Û ez Hemza me

 



Yasîn Hisên
Amûdê

Ez Hemza me, hûn min nas dikin?
Hemzayê Pêlewan
Kurê Xwedê û Yezdanan…


Tê bîra we…dema hîna we diranê þîrî derdixistin, min ji kezeba xwe dida we?
Tê bîra we…dema min hêsirên xwe dikirine kom û mîna ziryana di çavên celadan de dipijiqand?

Ez payebilindê þehîda me…
Ez birayê pêxembera me…
Ez perîka bi sînga xwe ve vedikim…
Ez du keviran diavêjim çavên qederê…

Ez kovî me…kovî
Min ji guhanê xweyî çar memikî þîrê hilperînê dida we…

Ez hemû Hemzayên dunyayê me…
Cinawer im û tême ser bedena we
Lê…ew bi qurbana cina bin…

Di dema koça gerdena we de
We bi kelogiriyê kezeba min diþweitand…

Ez ji zayendeyên Mezopotamya me…
Û
Temenê min ê qulinga ye…

De bela destê min î hate birîn diyarî Þermola be…
Herdû cavê min ê rijyayî diyarî Dicle û Ferat bin…
Û
Mêraniya min…ew ji mêraniyê dixistin…
Dayika min digot: Kurê min…serê tê diêþe?
Kalikê min çîrokê þoreþên kevn ji min re digotin…
Min jî ji ber çilekiya Guran serê xwe weke þoreþekê danî…

De xwe-niþan-bidin…

Ez bi du þûran þer dikim
Perîkê qulingan ji xwe re dikim berbejn

Hûn dinasin ji paþve rima li min didin
Rima "Wehþî kurê Herb" îro di destên neviyê hovan de ye…
Dema "Hind" kezeba min dixwar
min dizanîbû derdê kezebê çend giran e…

çiye?
Vaye ez hevalên xwe dibînim…ez ê maçî Enya wan bikim
Erê …derba wan di Eniyê de bû…
Ez bi serê wekim
We tiþtê wisa berî aniha dîtine?
Em gulan didin destê hev
Em ramûsanan ji hev distînin
Em bi hevre taþtê dixun
Em bi hevre dimrin
Em bi hevre distrên
Em bi hev re her sibeh gulberojan kom dikin…
Li Girnîka temaþe dikin
Dastana Gilgamêþ dibêjin…
Li bêbextiyan guhdarî dikin
Hîna jî kezeba min dilebite…
Xwîna min germ e…
Dilê min germ e…


Û Ez Hemza me…Hemza…
Ez gelekî bêrya we dikim…


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark