Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Žoreža Sūriyź giha qūnaxeka dītir

 


Diyar Ehmed

Niha žoreža gelê Sûriyê derbasî qûnaxeka dîtir dibe.berxwedana serhildayan û xweragiriya wan ya dijî alavên tepeserî û çewsandinê,serkutkirin û xwînrêjiya rijêmê deng û pêlên žorežê bilindtir bir,ji ber vê yekê jî mirov bê dudilî di karê bêjê qûnaxeka nûtir û cihgirtîtir ji vê žoreža pîroz û qehreman destpê kir.


Bê guman evê gava berçav û berhemdar pižtî herdu înên gilî û gazindan serê xwe hilda, ew gilî û gazindên xwepêžanderan yên ku di herdu înên borî de, îna (bêdengiya we me dikujê) û îna (xwedê bi me re ye) bi zarekê zelal û hižekê vekirî û herweha bi dengekê bilind, çalakvan û serhildayên gelê Sûriyê gihandin guhên hêzên nêvdewletî û herêmî û bangeka taybet li welatên Ereb û Musilmanan kirin û ji wan re dan xuyakirin ku gelê Sûriyê beryara xwe sitandiye û nema paž ve vedigerê ta ku çiqasî jî rijêma Ba''''''''as ya zordar û xwînrêj kar û kiryarên tund û dijwar di derheqa wî de bikarbînê. ewî riya çareseriya rewža xwe destnîžankir ye û wê berdewambê di wê rêyê de ta ku rijêma Ba''''''''as hilwežînê.
Bi rastî hižemend û zanayên žorežê bi zanebûn û bi nermî reftar li gel bêdengî û kerbûna dewletên Ereban û cîhanê re kirin û man rijd û kur li ser gežkirin û ferehkirina sînorên nerazîbûn û xwepêžandanan, û parastina armancên žorežê û rengê wê yê ažtiyane.lê di ber vê yekê de gelek qurbanî dan û pir zehmetî û renckêžî kižandin û dikižînin.pižtî wê îro žiyan dîwarê bêdengî û kerbûna welatên Erban û cîhanê bižikînin û berhemê hedarî û xweragiriya di bin dengê tank û topan de,û berxwedana di bin nîrê pêstûrî û ežkenceyê de bi dest ve bînin.niha gelê sûriyê pir dilxwež dibê û hêviyên wî gež dibin dema dost û birayên wî bi jana wî re dikelin û dengê xwe di rûyê rijêma Ba''''''''as de bilind dikin û jê dixwazin ku  bi lez û bez tund û tûjiyê rawestînê, çemê xwînrêtinê bisekinînê,ležker,tank û topan vegerînê qijle û ležkergehên wan, û rêdanê bidê gelê Sûriyê ku xwepêžandanên xwe yên ažtiyane berdewam bikê.
Gelê Sûriyê hêsûya çareseriya alozî û pirsgirêkên xwe helbijartiye û beryar standiye ku nema li paž xwe di nêrê ta ku buhayê wê beryarê çibê,ji ber baž dizanê ku paž ve vegerandin nemana wî ye. zêrevan û çavdêrên siyasî guman dikin ku niha žoreža Sûriyê derbasî qûnaxeka dîtir dibê û divê qûnaxê de wê guhertinin berçavtir di helwêstên hêzên nêvdewletî de rû bidin û wê bergehê sizayên aborî li ser serkar û rêberên rijêmê berferehtir bibê, û daxwaz wê bi xurtî werê kirin ku giraniya sizayan derbasî kerta banq,gaz û petrolê jî bibê.ev ji alîkî ve, ji aliyê dî ve žerê dîplomasî wê rêyên dîtir bigirê û di vê derbarê de tê guman kirin ku di dema bê de  wê gelek dewletên Ewropî û Ereban balyozên xwe ji Žamê bikižînin û wê berdin balyozên Sûriyê di nav xwe de û herweha wê hin ji balyozên Sûriyê jî li nav dewletên Ereb û Ewropan dest ji karê xwe bikižînin û li tenižta žorežê bi sekinin. di nava keyandin û kelandina germa vî žerî de wê hin alîyên nêvdewletî yên xwedî hêz û beryar bi ežkere ji serokê Sûriyê bixwazin ku dest ji kar berdê û xwe bidê alî. lê dema ew xwe nedê alî wê derî ji gelek rêyan re werin vekirin û di nav wan de maytêkirina ležkerî jî ji aliyê hêzên nêvtewletî ve hingî wê dûrnekevê û di nava wan çareseriyan de bê jimartin. ji ber dewletên herêmê û cîhanê gihane wê baweriyê ku Sûriya pêžerojê wê bê mana Bežar Esed û rêjîma Ba`as çêtir,aramtir û serastir bê.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark