Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xwe hetikandin

 


Qado Þêrîn

Iþkence û kuþtina kurd bi destê birayê kurd du taq, sed taq dijwartire ji ya bi destê dijminan. Taaaahl e, zilindar e, jahra silêmanî ye, qet nayê daqurtandin. Mirov mirina zer bi çavên xwe dibîne, mirov hêvî dike tune ba, bimra û bi destê kurdekî nehata iþkence kirin.
Þebîhên wan dikarin cerg û hinavên dê û bavên zarokên mîna Hemze El Xetîb li ser kuþtina Hemzeyê biçûk biþewitînin, mixabin, xuyaye li Serê Kanyê wek ên wan ên me jî derketine bin heyvê û dikarin jiyana zarokan li ser bavên wan bikin jahr û ziqûm, dikarin wan zarokan ta ebed bê ken û lîstik bihêlin.


Kes wisa nake biranooo, kes wisa li birayê xwe yê kurd nake, ew ne karê we bû, karê hin in din bû, lê we ji bedêla wan hinan ve kir, ew hin ku gihan wê herêmê, dibe ku pêþî te yan jî zaroka te ya di dergûþê de li pêþ çavên te bikujin.
Eger wan her du kurdan, Kurdistana kurdan bi erzanî firotibin, yan jî bi navê çil melyon kurdî mafê azadî û serxwebûna Kurdistanê bi maf in herêmkî û kesane guhertibin, buhayê wan daliqandina piþtî birajtinê bû, ne lêdan bû.
Xwezî þebîha wisa bi min û malbata min bikirna, û ne kurdan bi kurdan.
Þerme, weleh þerm û fehête, hetîketî ye. Ji berê de gotin e: Golikek garanekî xera dike.
Bi hêviya ku kiryarên wisa yên ku tenê dikevin tûrikê rêjîmê, tenê rêjîma li ber rûxandinê, sûdê jê werdigre, rawestin û dubare nebin.

09/08/2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark