Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Turkiya û Sûriya hevpişkin

 


Emer Ismail

Gelek caran em dibihîzin ku di navbera rijêma Turka û Sûriyê de nexweşiyek yan duberiyek peyda dibe.lê birastî  herdu rijêm yek nîşanin derbarî gelê xwe bi tevayî û bi gelê kurd re bi taybetî  hevpişkin û carê caran civînên cot û cot girêdane,ji bo xurtkirina bingeha rijêmên xwe yên zordariyê û paşxistina çareserkirina pirsgirêka kurdî li herdu welatan û perçiqandina mafê mirovantiyê û wekheviyê di nav gelê xwe de.


Rijêma Turk û Sûriyê hevpişkin,ji ber ku di dîroka herdu welatan de rojek ji rojan guleyek di  tixûbê wan de neteqaye,ku bi dirêjahiya zêdeyî (800) kêlo mitrî û di mercên herî zehmet de nexasim di dema ku Partiya Ba`as serokatiya rijêma Sûriyê dikir ta niha.û diyare ku di sala 1982 ê de rijêma Ba`as bi top û balefirên cengê bajarê Hemayê topbaran û wêrankir,gelek cihên dî li Şamê, bi hezaran mirovên bêguneh li ser destê rijêmê hatin kuştin û zêndanî kirin.rijêma Turkiya di wê çaxê de bêdeng ma û helwêstek xuyayî neda.di sala 1990 ê de ,berî wê û piştî wê rijêma kevneperist li Turkiya hezarên gund û bajarên kurda wêrandikir. rijêma Sûriyê lê xweş dihat, tevlî ku Partiya(PKK) wî demî xwedî dikir ji bo şerê biratiyê di navbera kurdan de germ bike. li ser vê yekê Tirk û Sûriya hevpişkbûn.di sala 2004 ê de, dema ku rijêma Sûriyê xwest çavên kurdan li bajarê Qamîşlo bişkînê, beramberî wê pîlankariya qirêj serhildana gelê kurd li hemî bajar û deverên kurdan destpêkir û li ser destê rijêma Ba`as ya kevneperist  bêhtirî (28) xortên kurd canên xwe ji destdan û bi sedan hatin birîndarkirin û herweha bi hezaran avêtin binê girtîgeh û zêndanan.dîsa jî li rijêma Turka xweş dihat û bêdeng ma. ji lewra hêjayî gotinê ye ku çiqas di navbera wan de nexweş bibe, lê hevpişkin li ser nehêlana çareserkirina pirsgirêka kurdî û tirsa wan ewe ku dewleteka kurdî ya demoqratî we re avakirin, ji ber bayê demoqratî û azadiya gelan bingehê zordariya wan diherifîne.
Rijêma Turkiyê û ya Ba`as  yekin,lê her yek ji wan ji aliyekî dilehîzê,armanca wan zilim û zordariye, û girtina dev û lêvên gelên  wane .di şoreşa welatên rojhilata naverast de ya ku destpêkirye ji Tunis , Misirê ta Lîbiya û Yemenê ta roja (15) avdara îsal li welatê me Sûriyê destpêkir dijî zilim û zordariya rijêma Ba`as  û daxwaza azadî û raperînê li hemî bajarê welatê Sûriyê pêket, piştî ketina sedê şehîd û birîndaran,wêrankirina gund û bajaran rêveberên dewleta Turkiyê şîretkarê rijêma Ba`as bûn û giftûgo dikir ji ber rijêma Ba`as ji wan astengan derxîne , lê gelê Sûriyê bi berxwedana xwe ya rojane û şoreşa xwe ya aştiyane hişt ku ne tenê rijêma Turka û Sûriyê, lê rijêmên desthilatdar li tevaya cîhanê şermezar û fedîkar bimînin, hemî welatên xêrxwaz û mirovnas nema bêdeng dimînin derbarî wêrankirin, kuştin û talankirina li ser destê rijêmê dibe. piştî koçberkirina  miletê Sûriyê ber bi sînorê dewleta Turkiyê û bazdana zarok, pîr û kalan ji ber top û tankên rijêma Ba`as û çûna wan bi perîşanî  li Tukiya , vêca Turk bi dengekê bilind dibêjin  niha emê arîkariya van perîşanan bikim û xwest rengekî aştîxwaz bidê xwe û xwe bikê bavê musilmanan carekî û cara dî wek mafnas xwe bidê naskirin.lê gelo birayên Turk eve perîşanên rijêma Sûriyêne, ma  kanî perîşanên Turka, kanî hezarên zarok û zîçên ku bi top , bi bota leşkerên te ew perçiqandîn, kanî  mafê (20) bîst melyon kurd ku nikarin bi zimanê bav û kalan bipeyîvin. ji ber vê yekê em dibêjim rijêma Turkiya û Sûriya hevpişkin , ta ku mafê gelê kurd,ev miletê boş û mafê hemî welatên bindest çareser nebê û bi azadiya xwe  şanebê wê sanahî û tenahî peyda nebe di rojhilatê de. di dîroka jiyanê de rijêm koçbar dibin û dimirin, lê milet her dimînê sax wek darên çinarên çiyayê kurdistanê û roja azadiyê wê ronahî bidê, eger piçekî dibin tariya rijêmên kevneperist de bimînê lê wê tariyê hilînê,roja azadiyê wê van xewnên giran ji bîra miletê Sûriyê û hemû gelên bindest bibê û wê bibê gulîstaneka rengîn cîgehê hêviyên avis û bergir.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark