Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dîrok: GUNDÊ TEBKÊ

 


Luqman Silêman
Hevind@nefel.com



Gundê tebkê li hêla koçera ye.
 Ew hêl hatiye naskirin bi hêla koçera, çimkî piraniya gundê wê, yê koçerane, û ev  gund bi xwe ne ji zûde hatine avakirin, ji ber ku koçera di dema berê de gund ava nedikirn ew koçerbûn, havînê diçûn zozana û zivistanê dihatin germiyane, ew xwediyê sewêl bûn


dema ku çêra sewalê wa li beriyê nedima û diniya gerim dibû, konê xwe datanîn û berê xwe didan zozanê fereþîna. Sînor tunebûn, kurdistan hemî dibin destê Osmaniya debû, û berya ku berfa potik li zozana dest pêbikê koçera berê xwe didane beriyê, beriya wa jî, ji çiya yê qereçox dest pêdikir ta bi çiya yê þingalê, ev berî hemî li pêþiya koçera fekirîbû, lê piþtî ku sînor ketin nava kurdistanê, ser xet û bi xet çêbûn, koçerajî dev ji koçiriya xwe berda û gund ji xwe re ava kirn.
Der dora gundê tepkê di buharêde pir xweþdibê, ji ber ku hemî qelaçin, ew qelaç bi gul kulîlkê rengî têne xemilandin. Gundê tebkê dused û hevtî û heþt(278) malin, û þeþ hezar û dused(6200) mirovin. Mirov dikarê bêjê ji seda heft yan heþt, ji va þeþ hezar û duse da, xwedî nas namene û yê dî tev bê nas namene.
Gundê tebkê hemî koçerin, muxtarê gund,mala Ebdil Ezîzê Belîne.
Li der dorê tebkê çi heye.



Li hêla bakir, Gundê mêrga Mîra ye, tê gotin: ku ev gund gevne ji ber  nêzîk bûna wî ji bajarê kurik re, ew bajar bi xwe îro nemaye lê dema ku mirov diçê ciyê bajêr mirov dizanê ku ev der barê bajar bû, û hin dibêjin ku ev bajar beriya sed û pêncî salî avabû, û ew derev hemî li ser wî bajarîbûn, lê pirsek tê bîra mirov? Çima û çawe ew bajar xirabûye û xelkê wî kîbûn, gelo ew bajarê kurdabû, kurda avakir û biyaniya xirakir, yan biyaniya avakir û kurda xirakir!? Birastî min ji gelek kale mêra pirsiye lê mixabin kes tiþtekî li ser vî bajarî nizanê, wekî dî di dar di ser þûn warê baêre hene yek jêre dibêjin dara keçikê û yadî jêre dibêjin dara kurik, dibê ku çîroka keçikê û kurik girêdayy bê bi xirakirina bajêrve.?
 li hêla roj hilat, Gundê Besta sûse, ewjî gundê koçera ye û herdû gund pir nêzîkê hevin.
 li hêla roj ava gundê, Girê reþe, ev gund ne koçerin.
 li hêla baþûr, gundê Sê giraye, ewjî koçerin.
lê li baþûr û roj hilat Gundê Girzîroye, ev gund hin koçerin û hin ne koçerin, yê ne koçerbê koçer  ji ware dibêjin( dê manî) .
Dora gund hemî hêrik û newalin, ciyê gund yê kevin ew newale lê îro gund ji hev bela bûye, bi serê wa hêra ketine wek bajarekî piçûk lê hatiye, ne xasim dema ku mirov ji hêla baþûr ve lê binêrê.
Li baþûrî gund berîka valeye,lê li roj hilat û roj ava û bakur hemî hêrik û newalin, û bi seda bîrê betrolê li wa qelaça hatine kolan, û betrol  tê derxistin!?
Di nav bera Gundê Tebkê û Gundê Besta sos de newalek heye, dema ku melayê Besta sos bang didê dengê wî dighê Tebkê û bi vî rengîjî Gundê Girê reþ ewjî wesa nêzîkî Tebkêye li hêla bakur Gundê Mêrga Mîra jî nêzîkî Tebkêye............

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark