Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dêrika Hemko… Bîranîna salvegera koçbarbûna serwerê kurdayetiyê Barzaniyê nemir.

 


Welatê me - Wek rêz û rawazeka salane, îsal jî rêxistinên derdu partiyên bira, partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Yekîtî) û partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (AlPartî) bîreweriya salvegera koçbarbûna serwerê kurdayetiyê Barzaniyê nemir, li bajarê Dêrika Hemko saxkirin.

Di dest pêka wê de, amade û berhevên ahingê kêlîkî bê deng li ser canê þehîdên kurdistanê û li ser canê serkerwanê þehîdan Barzaniyê nemir rawestan û sirûda niþtîmanî (Ey Reqîb) destpêkir .
Paþî pêþkêþkerê ahingê xêrhatina mêvanan kir û kurtiyek ji jînenîgarî, kar û xebat, rol û serbora Barzaniyê nemir ya dûr û dirêj di nava dîroka gelê kurd de da xuyakirin .
Piþt re gotinên herdu partiyan hatin xwendin û di gotinan de hate gotin :ku em bikaribin vê bîreweriyê bikin helkeft û derfetek ji bo yekkirin û hevgirtina rêzên miletê kurd, raxistin û rêk û pêk kirina navmala kurdî, ku mafê netewî û demoqrasî yê gelê kurd li Sûriyê pêkbînê, û herweha dîsanê di gotinan de hate xewstin ku rêbaza Barzanî werê parastin û nekevê di bazara girtin û berdanê de, ji ber Barzaniyet rêbazeka kurdayetî ya pak û ciwane û yê xwe bibînê þopgirê vê rêbazê gerek di kar û xebata xwe de merd û wefadar bê . neku xwe dibin sêhwana wê ya paqij de veþêrê û pê wê berjewendiyên xwe yên teybet bi parêzê, her dîsanê di gotinê de hate duparkirin, giringira raxistina nav mala kurdî di vê qûnaxa siyasî ya nazik û hestiyar de ta ku em bikaribin destkeftiyan bi dest xwe ve bînin .
Dawiyê ahing bi qevdek sitiranên koma Ahîn ya Hunerî û Folkolorî hate xemlandin û bi dawî hat .
Hêjayî gotinê ye ku bi vê helkeftinê rêxistina Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(ALPartî), li devera Xêrikan û Girkê Legê jî salvegera bîstûheft saliya koça dawî ya serwerê netewa kurd li bîra xwe anîn, û kor û simînar hatin gêran û sazkirin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

Nûçe