Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez û Şivan Perwer

 


Konê Reş

   Şeva 15/16.03.2011 an di TRT6 de, min bi tev hestê xwe li hevpeyvîna bi hunermendê şoreşger Şivan Perwer re guhdarî kir.. Pêre pêre hin dîtin û bîranên min bi pêre, hatin bîra min û min xwest çend gotinan di derbarî wî de bibêjim.
   Di sala 1975 an de, piştî likumandina şoreşa Barzaniyê nemir û koçberiya pêşmergan ber bi Îranê ve, hêviyên kurdan beravêtî bûn û xemgîniyê bi firehî konê xwe di ser Kurdistanê re vegirt..


 Ji wê salê û bi vir de, dengê Şivan Perwer di sikak û kolanên Qamişlo de li hev vedigerya.. Deng û gotinên wî bibûn wek derman ji birînên Kurdan re.. Kurdan bi germbûn û heyecan kasêtên stranên wî dikirîn û lê guhdarî dikirin.. Bi gotinek din kasêtên stranên wî ji destên hev direvandin û bi pesnekî zor ew dinirixandin.. Anku stranên wî bibûn wek melhemê ji birînên me re..

   Ez jî yek ji wan xortên Kurdan bûm, yên ku li Şivan Perwer guhdarî dikirin.. Di wan salan de em çend heval bûn; Zekî Melkê yê Êzîdî, Hizniyê Ezem, Îzeddînê Omerî.. û ez, her pêlekê em diçûn mala Cegerxwîn. Cegerxwîn jî ji me re qala Kurdan dikir; Osman Sebrî, Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî Can.. û di nav re dema ku gotin dihat dor stranên Şivan Perwer ku helbestên wî kirine stran.. digot: Şivano kela dilê min hênik dike.. Ji min xweştir dike..

   Erê di wê xortaniyê de, min ji siya xwe re digot bi wir de here.. Devdelingê şerwalê min fireh bû, erd bi xwe re rêş dikir, porê min dirêj û gijikî bû, cênîkê min wek potînan bûn.. Ez xortê malê bûm, mezinê şeş bira bûm, hêviyên bavê min bi min mezin bûn ku rojekê ez şûna wî bigrim, bibim semyanê birayên xwe û wan bi xwendin bidim.. Lê ez ne li gor hêviyên wî derketim..! piştî ku min lîse qedand, bê reza wî bi dûv kurmamê xwe Nasir de çûm Almanya Rojava bo xwendinê. Berî ku ez herim pêwendiyên bi nameyan di navbera min û kurmamê min de hebûn, wî di nameyan de ji min re behsa Şivan Perwer dikir û digot her roj em hev dibînin û carekê nameyek li ser navê wî ji min re şand, ji bo wê nameyê emniyetê ez kişkişandim, gelek pirs li dor Şivan ji min kirin; Tu ji kû wî nas dikî.. Ew ji kû ye.. li kû ye?

   Di payîza 1977 an de çûm Almanya, bajarê Frankfurtê, xwedêgiravî ji bo xwendinê.. Li wir bi hisreta dîtina Şivan bûm. Rojekê kurmamê min ji min re got; îşev em ê herin mala rojnamevan û nivîskarekê Almanî Hêrin Ros, li Kurdistana bakur gerya ye û pirtûkek li dor Kurdên bakur çapkiriye, bi vê helkeftinê wî em vexwendî ser xwarinek Kurmancî kirine, Şivan Perwer jî wê amade bibe, li wir hun ê hev bibînin.. Min ji Şivan re gotiye, ew jî dixwaze te bibîne.. Û wiha di şeva 12.11.1977 an de, bi şahiyek mezin me berê xwe da taxek Frankfurt, mala nivîskarê Almanî Hêrin Ros. Li mala wî çav bi Şivan ketim, me hev maç kir, li hal û rewşa hev pirsî.. Belê ji heyecana sê tiştan fedya min zêde bû; yek jê ku min bi zimanê Almanî nizanî bû a din min xwe di malekê de dît, ku tev pirtûk bûn a sisiyan ku çav bi Şivan Perwer ketim.. Şivan hinek ji fedya min şikenand, dema ji min re got keko rabe xwarinê ji xwe re bîne keko..! Û bi destê min girt ez birim cihê xwarinê, tebsîkek ji min re dagirt û da destê min.. û wih wê şevê sihbetê dest pê kir, Şivan stra.. Em li ber deng û tembûra wî raqisîn.. Di wê navê re Şivan ez bi Hêrin Ros re dam naskirin û jêre got; ev xort ji Kurdistanê hatiye.. Ji Qamişlo, bajarê Cegerxwîn hatiye.. Cegerxwîn bo min silav, pêre şandine.. Bi vê gotinê re gelek ji amadeyan li dor min kom bûn û pirsa Cegerxwîn ji min kirin; yekî çilo ye, jiyana wî çawa derbas dibe..? (Birastî, berî ku ez ji Qamişlo ber bi Almaniya ve herim, çûm cem Cegerxwîn û min jêre got; Seyda va ez ê herim Almanya teqeze ez ê Şivan û xortên Kurdan bibînim, ez çi ji wan re bibêjim? Seyda got; tê gelek silavên min li wan bike, ku te Şivan dît silavên min lê bike wî Şiirên min ji min xweştir gotine.. Ez jî bi hêvîme ku rojekê herim Ewrûpa, Kurdan li wir bibînim, ji wan re biaxifim, ristan ji wan re bibêjim..)

   Min jî li gor pêzanînên xwe bersiva wan da û ji wan re axifîm.. Di wê navê re Hêrin Ros pirtûkek ji pirtûkxaneya xwe deranî û di nav rûpelên wê de li berhemên Cegerxwîn geriyan.. Ew pirtûk biçûk û qalind bû û ala Kurdistanê li ser qaba wê bû, vê dawiyê min naskir ku ew pirtûk ji 34 hejmarên Kovara HAWARê pêk tê, ewa ku rehmetî Hemereş Reşo di sala 1977 an de li Almaniya çap kiribû..

   Di wê şevê de du kesan bala min kişand, keçek û xortek; keç yek esmerî ziîf û fedyokî bû. Paşê kurmamê min ji min re got ew keç Gulîstan e, keçmama Şivan e, nû ji welat hatiye.. Lê xort navê wî Eyo bû, dostê Şivan yê nêzîk bû hem jî wek şêwirdarê wî bû.

   Şevbuhêrka me berê sibehê bi dawî bû û her yek ji me vegeriya mala xwe. Xwendina li Almanya gelekî biha bû û ez li ser hesabê xwe çûbûm xwendinê, piştî ku pereyên min xelas bûn. Hevalan ji min re gotin (Azûltiyê) bixwaze, min ji wan re got Azûltî çiye? Gotin wê xerciya te bidin.. Min got ku ez Azûltiyê bixwazim, di pey re ez ê karibim vegerim Qamişlo û Doda.. Gotin na.. min jî got ez naxwazim..  Û dawî di buhara 1978 an de zîvirîm Sûriyê.

   Li Almanya bûm yek ji endamên Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa şaxê Almanya ya ku mêldarî Barzaniyan bû, hingî kurmamê min û xortekî Kurd ji Kurdistana başûr bi navê Azadî berpirsyarên wê bûn. Di havîna 1980î de dema ku Şivan Perwer hat Beyrûtê careke din ez çav pê ketim. Vê carê taybet bo dîtina wî bi hunermend Seîd Yûsiv re çûm Libnanê -Şivan ji Seîd Yûsiv re şandibû û xwestibû ku wî li Beyrûtê bibîne- Dor pênc saetan me sihbeta xwe li mala bavê Seîd Yûsiv qedand, hingê Şivan propagende û mêldariyek zor ji PKK ê re dikir..

   Li gor van çavpêketinên min bi Şivan Perwer re dikarim wiha wî binirixînim: Şivan Perwer, evê ku îro ez di dabaşa nirixandina wî ya hunerî de me, bê guman ew lehengeke ji lehengên Kurdistanê.
   Vî lehengî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo gotina peyva Kurdî ya resen mizaxtiye. Wî ew peyv bi awzên Kurdewariyê xemilandiye û bi berdewamî, bê ku xwe ji vê rêbaza ku ji xwe re bijartiye bide alî, tevî asteng, dijwarî û kelemên ku li pêş, ji rex yar û neyaran ve hebûn û hatin danîn, berdewamî kiriye..
   Di dawiya çerxê bîstan û destpêka çerxê bîst û yekan de ew hunermendekî pêşeng e. Navê xwe bi bilindî di hizir û bîra gelê kurd de çandiye û çesipandiye; mîna Mihemed Arif Cezîrî, Mihemedê Mamilê, Resûl Gerdî, Hesen Cezîrî, Îssa Berwarî.. Dibe jî ku di gelek waran de li wan jî zêde kiribe..
   Wî ji kanîya resenîya Kurdî cerê ava xwe dagirtiye, bi ava wî cerî kulîlka mûzîka Kurdî av daye û bi pêş xistiye.. Hem jî bi dengê xwe yê çiyayî û awazên xwe yên bi resenîya peyva Kurdî xemilandî, dilê cemawerê Kurd xweş û geş kiriye..
   Kes nikare xwe bilind bike, gel mirovan bilind dike. Bilindbûna navê mirov jî, di destê gel de ye.. Gel jî zû bi zû navê kesekî bilind nake, ku ew kes ne li gor dil, daxwaz û berjewendiyên wî be.. Giringî di virde ye, dema ku neferek, milyon neferî bihejîne û bilivîne..
   Ta ku bawerîya mirov bi afirênerekî an bi hunermendekî bê roj, meh û sal jê re divên û gerekin.. Û dema ku mirovê afirêner an hunermend cihê xwe di dilê cemawer de çê dike û kesmê xwe bi gelê xwe dide naskirin, hingê bawerîya gel êdî nema bi wî kesê afirêner an hunermend tê guhertin û jibîrkirin.. Ew bawerî li ser astekî bilind dimîne, nema ew bawerî toşî nizimbûn û bilindbûnê dibe, wek bilindbûn û nizimbûna zêr, dolar û petrolê.. Wê hingê bawerîya gel derbarî wî hunermendî an afrênerî tekûz û rast dimîne û qet nema tê guhertin.
   Kirasê vê bîr û bawerîya gelî li hunermendê me Şivan Perwer tê kirin, wek ku çawa bawerîya gel bi dengê şalûl û bilbilan tê, wisa jî bawerîya gel bi dengê Şivan Perwer tê û ew bawerî êdî nema tê guhertin.. Eger bawerî bi dengê şalûl û bilbilan bê guhertin! weha wê bi deng û awazên  Şivan Perwer jî bê guhertin..
   Bawerîya di huner û toreyê de rastîye û da ku ew rastî bijî û biserkeve, divê tekuz be û rastîya tekêz bi hêsanî nayê, roj, meh û sal jê re divên.. Me jî, ew rastîya tekûz di deng, awaz û gotinên Şivan Perwer de xweş belû û diyar dîtiye..
   Jiyan bi dirêjahîya xwe, xweş dîdevane ku resen û sexteyan ji hev derxîne, pîş û sazên resen û qelp ji hev cuda bike, çendî berjewndîyên kesane di holê de hebin jî, fêde nake.. Dîrok dilovanîyê nake, genim û zîwanê ji hev cuda dike..
   Hunermendîya Şivan Perwer li ser astekî sûdeyî dijî û ew aste ji asoyê gelek kesan mezintir e.. Hunermendiya wî, bervedêriye di ber 40 melyon kes de.

Konê Reş, Qamişlo 28.03.2011

Jêder: Netkurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark