Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi Nivîskar Hoşeng Osê re

 


Nivîskarê Kurd ê Sûriyeyê Hoşeng Osê ku beriya demekê ji ber zext û zora rejîmê neçar ma derkeve derveyî welat rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxand. Osê da zanîn ku şirîk û dostê herî mezin ê Lîderê Sûriyeyê Beşar Esad ê niha Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan e û wiha pê de çû: “Pêşniyara Esad a rakirina Rewşa Awarte û avakirina komîsyonekê ji bo lêkolînkirina daxwazên gel, bi armanca daxistin û kêmkirina bertekên gel e. Ez wisa bawer dikim ku ev aqil Erdogan daye Esad. Erdogan ji wî xwestiye ku wekî Tirkiyeyê, Rewşa Awarte rake, lê li şûna wê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê derxîne û bixe pratîkê.”


Yek ji Nivîskarên ku herê zêde rejîma Şamê nas dike Nivîskarê rojnameya Al-Hayatê Hoşeng Osê pirsên DÎHA’yê bersivandin. Osê da zanîn ku Erdogan piştî raperîna gel a li Sûriyeyê ketiye nav fikarên mezin da ku kurdên Sûriyeyê nebin xwedî statû û her wiha Beşar Esad jî naxwaze ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk çareser bibe. Osê destnîşan kir ku Erdogan aqilmendiya Esad dike û li ser hev bi wî re dikeve nava têkiliyê ka dê çawa tevbigere. Osê wiha bersiv da pirsên me.
 
Piştî Tunus, Misir û Lîbyayê serhildanên ku li Sûriyeyê bi  pêş dikevin hûn çawa dinirxînin  û helwesta gelê Sûriyeyê û nerazîbûna ji ber çi ye?

Pêla guhertin û veguhertinên civakî û siyasî xwe li dewlet û civakên Rojhilata Navîn dide. Li Tunus û Misrê, vê pêlê, du serokdewlet anîn xwarê. Lê çûna serokên dîktator, nayê wê wateyê ku dîktatorî li Tunus û Misrê, ji sedî sed têk çûye û ji holê rabûye! Bi ketina rejîma Zeynlabidîn Bin Elî û Husnî Mûbarek, rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn vebû. Xwîna ku di tamarên vê herêmê de hişk bibû, dîsa ji nû ve liviya û civakan helwesta xwe li hemberî dewlet û deshilatdariyan diyar kir û got; Di rêvebirina karê dewletê de ji malbatperestî, gendelî, hişmendiya totalîter êdî bes e.
Gelên Sûriyeyê, beşek in ji tevna civaka Rojhilata Navîn. Ev 48 sal in, di bin rewşa awarte de dijîn. Zarokên ku di roja darbeya Baasê de, ango roja 8’ê Adara 1963’yan ku Baasê deshilatdari bi dest xist hatibin dinyayê, niha ew 48 salî ne. Baasê, navê darbeya xwe kire ‘şoreş’ û qaşo, ew partiyeke sosyalîst e, neteweparêz e, azadî û yekîtîxwaz e, lê ev 50 sal in, ev partî, ji dêvla sosyalîzmê, gendelî û dizî dîktatorîzmê, ji dêvla azadiyê, çewisandin, girtin, azarkirin, komkujî û rewşa awarte a bê dawî, ji dêvla yekîtiyê, li dijî hev derxistin, lihevsorkirin, nijadperestî, parçekirina çivakan û partiyan...hwd, û gelek kiryarên qirêj ên partiyê di rêvebirina welêt de pêk anîn.
Yek ji pîstirîn rejîmên dîktator ên Rojhilata Navîn, rejîma Bass a Sûriyeyê ye. Ji ber ku ev rejîm, ne tenê Sûriye ji gelên Sûriyeyê re kiribû goreke vekirî û hişmendî û çanda kerî di nava wan de çandibû û belav kiribû, pê re jî destên xwe berdabûn nav karûbarên welatên cîranên xwe jî, wekî Iraq, Lubnan û Turkiyê. Ji ber van sedeman tev û di bin bandora serhildanên Tunus, Misir, Lîbya û Yemenê de, gelê Sûriyeyê got: Ka ez jî ber bi azadiyê ve herim û raperim. Lê berî ku ereb di 15’ê adara 2011’an de serî hildin, gelê kurd li başûr-rojavayê Kurdistanê di 12’ê adara 2004’an de serî hilda û dîwarê tirsê hilweşandin. Di encamê de, sedemên hundirîn ji bo serhildana gelê Sûriyeyê li hemberî rejîma Beşar Esad, bingehîn û sereke bûn.
Rejîma Beşar Esad, dixwest şerê navbera kurd û tirkan gurtir bibe, lewra ji stratejiya Tevgera Azadiya Kurd “PKK’ê” ya aştîxwaz pir aciz bû. Niha jî rejîma Sûriyeyê naxwaze doza kurd li Tirkiyeyê bi şêweyeke aştiyane û demokratîk çareser bibe. Ji tirsa ku bandor li kurdên Sûriyeyê bike.

 Polîtîkayên qetlîamê yên reveberiya Esad yên piştî serhildanan dê çi bandorê li ser pêvajoya ji niha û pê ve bike?

Dê hêrs û kîn û refleksa gel gurtir û bilindtir bike. Nemaze, piştî ku ew axaftina tewş û vala, a ku Beşar Esad di roja 30’ê adarê de li pêşiya parlemena Sûriyeyê kir. Li gorî gelek çavdêrên siyasî, ku Beşar Esad, bi wê axaftinê xwe hetikand û reaksiyona gel a li hemberî xwe kûrtir û dijwartir kir. Tu bêhna zanebûn, berpirsyarî, dûrbîniyê ji axaftina Esad nedihat. Lewma, dê mesele kûrtir biçe, berfirehtir bibe. Lê divê mirov vê jî bibêje: di gel polîtîkayên kedîkirin, marjînalkirinê, êdî civaka sûrî çavtirsandî bûye û piştî 48 salan ji rewşa awarte, mirov dikare bibêje ku ev civak hatiye ‘xesandin’. Lewma pêwistî bi dînamîkên şoreşgerî heye ku pêşengiya qonaxa veguherînê li Suriyê bikin. Opozîsyona klasîk, çawa li Tunusê û Misirê, li Sûriyeyê jî ne bû bersiv ji serhildana gel re. Mirov dikare bibêje ku ev serhildanên Rojhilata Navîn ne tenê li hemberî rejîmên dîkatator bûn, lê li hemberî opozisyonên klasîk ên kufikî, qerimî jî bûn. Ta niha jî, serhildana gelê sûrî bê pêşeng e û tu hêz jê re rêbertiyê nakê. Ev jî hêzê dide rejîma  Beşar Esad. Lê ev rewş dê   wisa dewam neke.

Daxwazên kurdan ên bingehîn ji dewleta Sûriyeyê çi ne û daxwazên erebên serhildêr çi ne?

Kurdên Sûriyeyê ji sala 1957’an ve dest bi xebata siyasî kirine û wan yekemîn partiya siyasî ava kiriye. Ji wê çaxê û ta niha, dawazên gelê kurd ew in ku di tim yekparetiya Sûriyeyê, bi nasnameya xwe ya neteweyî digel ereb, suriyanî, ermenî, çerkez û turkmenan bijîn. Mafên xwe yên neteweyî, siyasî û çandî di destûra bingehîn de misoger bikin.
Di 30’ê meha adarê de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) deklerasyona xwe ya ji bo çareserkirina pirsa kurd û demokratîzekirina Sûriyeyê aşkere kir. Di vê deklerasyonê de, bi hûrbînî û zelalî, tiştên ku PYD ji rejîma Sûriyeyê dixwaze; dewleteke niştimanî ya demokrat ji bo tevahiya Sûriyeyê û xweseriya demokratîk ji bo başûrê rojavayê Kurdistanê ye. Kurd bibin welatiyên pileyekem. Hemwelatiyên azad. Kurdên ku nasname û hemwelatî ji wan hatiye standin di sala 1962’yan de, dîsa nasname û mafê hemwelatiyê li wan vegerînin. Lê êdî rejîma Beşar Esad teqez kiriye ku ji deklerasyonan fêm nake. Divê bi zimanê ku Beşar Esad jê fêm bike bi wî re were axaftin.
Der barê xwestekên ereban; ereb tenê rakirina rewşa awarte û berdana girtiyên siyasî, zagona partiyên siyasî dixwazin. Têkoşîna li dij gendeliyê û pêşxistina rewşa azadiya derbirîn û raman û ragihandinê hin daxwazên din in. Lê hingî komkujî zêde dibe, dirûşm û armancên serhildanê ew jî bilind dibin. Di hinek xwepêşandanan, xwepêşandêran digot, “Em hiweşandina rejîma Baas dixwazin.”

 Sûriye ji aliyekî ve dixwaze demê qezenc bike, ji aliyê din ve behsa reforman dike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Rast e, rejîma Sûriyeyê dixwaze demê qezenc bike heta ku ev pêla serhildanan derbas bibe û hêrsa gel bimêje û sar bike. Rejîmên dîktator, demokrasiyê ji xwe re wekî gor dibînin. Lewma jî ev rejîm, li reforman dinêrin weku li jehrê dinerin. Rejîma Erdogan li pêşiya me mînakeke baş e!. Çima reformên rastîn û bingehîn pêk nayne!?. Ji ber ku dizane ku qezencên civakê li ser hesabê deshilatdariyê ye. Min di gelek nivîsên xwe de nivîsandibû: “Yên civak û dewlet gendel kirine dê nikaribin reforma bikin. Çawa gendelîperest, gendelgêr dê bibin reformxwaz?!”. Kesekî wekî Erdogan, di vê cîhanê de behsa reforman nake, lê bi rastî jî li meydanê ye!. Tew Beşar Esad, yê herî dawî ye ku mirov hêviya reforman jê bike. Dibe ku Esad soza reforman ji xwe re bike benîşt û bicû. Dibe ku hinek gavên biçûk jî bavêje. Lê rejîma sûrî bûye gola genî ku tu carî bi satileke ava zemzemê jî pak û paqij nabe. Divê ev gol were vala kirin û baş bê paqijkirin, dûvre bi aveke zelal were tijekirin.

 Komîsyonek tê avakirin ji bo lêkolîna mafên kurdan. Ev tê çi wateyê?

Komîsyona çi? Û halê çi?... PYD’ê di deklerasyona xwe de tiştekî wisa ji rejîma Beşar Esad xwestibû. Lê ev rejîm, gihîştiye wê astê ku tu tiştî nema dikarî jê bixwazî yan hêvî bikî. Encax tenê tu dikarî li ser wê ferz bikî yan na…
Beşar Esad biryar daye ku komîsyoneke were avakirin ji bo nirxandina rakirina rewşa awarte û bicihkirina qanûna têkoşîna li dijî terorê di şûna rewşa awarte de. Bi nerîna min, ev şêwr û şîreta Erdogan e ji bo Esad da ku wekî dewleta tirk bike. Ango rewşa awarte rake û li şûna wê zagona têkoşîna li dijî terorê bi cih bike. Ez teqez dikim ev şêwra Erdogan e. Jixwe Erdogan piştgîriya xwe ji bo Qeddafî jî dabû diyarkirin. Tew ji bo rejîma Esad, Erdogan aşkere û bê şerm û fedî digot ku dê piştgîriya rejîma Sûriyeyê bikin. Lê ji bo ku Erdogan, qaşo prestîja xwe di nava gel û cîhana ereb de winda neke, daxuyandibû ku wê hinekan şîret li Esad bike da bi lez reforman bike û li daxwazên gel guhdariyê bike. Di vir de baş diyar dibe ku dîktator tim piştgiriya hev dikin.
Der barê kurdên bê nasname de, Esad xwestiye ku komîsyonek were avakirin da ku rewşa wan binirxîne û der barê komkujiya bajarê Deri’a ku navenda serhildanê bû, komîsyoneke lêkolînê were avakirin!. îcar, ya herî xweş ev bû ku yê kujer here lêkolîna komkujiya xwe bike. Ma ji vê sosretê pîstir û pêkenoktir heye?!
Ango, bi rastî, rejîma Beşar Esad, ne jidil û semîmî ye, armanca wî ew e ku tenê demê qezenc bike. Û eger rejîma Sûriyeyê ji vê pêla serhildan û veguhartin bifilite, divê zarokên kurd û ereban ji niha ve baş nas bikin ku serokê wan ê piştî Beşar Esad dê kurê wî yê şeş salî Hafiz Beşar Esad be!
Esad jî wekî Erdogan desthilatdariya teqez dixwaze

 Esad dibêje ku gelê Sûriyeyê ji her tiştî bi hêjatir e, lê li aliyê din dev ji desthilatdariya xwe û ya malbata xwe bernade. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Lîderên wekî Esad û Erdogan ji desthilatdariya mutlaq hez dikin, dikarin hêstiran jî bibarînin, dema ku behsa gel û mafên gel dikin. Lê di rastiyê de, xweperest, malbatperest, deshilatperest, nikarin bibin dostên gel. Bazirganiyê li ser gel û maf û nirxên gel dikin. Dema ku dîktator behsa gel dikin, kenê mirov tê. Axaftinên Esad û Erdogan li ser gel û rastî û mafên gel, dîmenekê dide pêş çavên mirov, ku rewşa vê cîhanê hingî pîs bûye ta radeya ku diz û kujer êdî weaz û şîretan dikin!
Di encamê de, ev serhildanên cemawerî yên vê dawiyê teqez kiriye ku modela netewe-dewletê têk çûye û rê li ber rojhilateke navîn ya nû vebûye. Rast e berjewendiyên Rojava di van veguherînan de hene, lê civak û gelên Rojhilata Navîn jî dê sûdê ji vê serdemê bigirin. Mirov dikare bibêje ku dîrokê ev pêla serhildanê wekî diyariyekê daye Rojhilata Navîn. Dîrok pir çikûs e. Her tim diyariyê nade gelan. Dîrok ne komeleyeke xêrxwaziyê ye. Dîrok ji gelên Rojhilata Navîn re dibêje: Kerem bikin azadî û demokrasiyê bi dest bixin, lê bac û qelenê wê bidin.

Jeder: ajansa DIHA : Azadiya Welat

03/04/2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark