Mihemed Eliyê Hesso
Kevokên kedî … xwe li ber te xistin … te lêv qurmiçand
Bê þerm û fedî … lê nebû xwedî … wilo çûn û çûn
Man dilþikestî … êdî ne ponij … ma girara rij
Dilê têr evîn … tevde bû bi xwîn … bes xewna bibîn
Axivîn birîn … koça barkirin … tu ma li wara
Destê bin kevir … te b` serê xwe kir … neke çirre çirr
Çavên reþ belek … ew zilfên xelek … ew bejna bala
Rinda hevala … te dev jê berda … pere pê neda … ma destê vala
Ji mêj ve derfet … bi destê te ket … qîma te nehat
Tu bi dû neket … çima malneket?
Ka zendan vemal … temenê te çû … vaye heþtê sal
Wilo ma betal … bê xaltîk û xal
Kovan û keser … wer ma der bi der
Na, ne sêwî me … ez ne rêwî me
Tîþkê Cûdî me … tije hêvî me … tê dighêm kîme
Bê erê û na …wek gava pêþîn … bi vîn û biryar
Li dozê biger … li dor xwe nener … dostê can bi can … tim li wî veger
Welatê pîroz … hizza axa te, min ew berneda
Min ew derneda … tê nabuhêrim … radest nabim ez
Destegul min girt, evîna dayê … jê venagerim
Cîhan hilweþe … ez jê nagerim
Xwedî doz im ez … tevde hinerim
Bi coþ û þadî … heya azadî
Heya mirinê … çav li kirinê.