Ferhad Þêxê
Ji Çilrojiya koçkirina kebaniya xwe Fehîma Hemo (Diya Awat), re dikim diyarî, Ji roja 20 adara 2011 an re
Þêrîna min! Bi ciwanî, bi xortanî Min tu xwedîkir; Min tu anî.. Þêrîna min! Bi rengê Ferhad û Þêrîn Bi awaz, bi lîlan, bi dîlan Min tu anî.. Li nav baxê gulistana Min tu danî..
Þêrîna min! Gelk xaç û rê li pêþiya min Hatin danîn, Gelek kolan, kendal Min hilanîn.. Weke bazek li zozana Ji nav koma nêçîrvana Min tu anî.. Lê ez çibkim þêrîna min! îro tu dizanî; Tu xayin bû, Te ez hiþtim perîþanî, Li þûnwara te ez hiþtim Ber dîwara.. Te ez kirme kalekî heyþtê salî Bê zimanî.. Bi ahîn im, bi hewar im, bi qêrîn im Þêrîna min.. Kulîlka min! Delala dilê ciwaniya min, hevala min! Di rojên teng û tarî de Tu heval bû.. Çibkim îro ji te dûrim; Bi axîn im, bi ahîn im, bi hewar im û Bi qêrîn im.. Çibkim îro te ez hiþtim li þûnwara?! Dilopên hêstira dibarîn im Bi erzanî Qetîtkên xwînê dirjînim Bi giranî Ax û oft dighên Xwedanî, Ji dizî ve kes nizanî.. Delala Min! Lê ez çibkim, ez çawa kim; Perîþan im, birîndar im.. Kulîlka min, Te zû barkir bi erzanî.. |