Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Welaté hinaran

 


Arjen Arî

Heke hûn ji ser vé axé bin, di nava vé civaté de we rih spî kiribe, rojeke ji rojan li cihekî ji cihan, dibe ku we bihistibe ev çîrok ji devé hinekan. Lé we bihistibe jî, we yé ev çîrok nexwendibe di pirtukan de. Werin ev çîroka ku dé tékeve nava rûpelan û dé bibe éþa pirtukeke çîrokî, wekî hemû çîrokén çîrokbéjan ew jî bila wisa dest pé bike: Hebû nebû...
Dibéjin li dinayaya ku li ser sturehén gamasî di gera xwe de xayîz, ji roja ku Xweda bizré serreþ li axé bizirandibû; zilm hebû, zilmdar hebû.


Û tégotin, di demeke ku stûyé dinyayé di bin þûré zilmé de bû, li ser axa welatekî ji welatan qir hebû, qelan hebû…
Navé wî welaté welaté hinaran bû!
Li gorî þairekî ji wé axé; ji ber ku xelk wî welatî wekî tumén pirparé belav û perav bû , dibéjin ne tiqak hebû, ne îtîfaqek hebû, ne jî serwerekî wan î çak.
Ji lew, þair di kiteba xwe ya qedîm, di beþebendeké de xwediyé van ristan bû:
Hindî ji þecae’te xeyûr in
Ew çende ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev uluwwê himmet
Bû mani’ê hemlé barê minnet
Lew pék ve hemîþe béîttîfaq in
Daîm bi temmerud û þiqaq in
Þairé ku qewî bi gazinc e ji béyekitî û rewþa xelké xwe yé béser û wekî xwe kohî û çarkenar, digel gazindan dixwaze van ristan bike melhema birîna çîroka welaté hinaran û weha dibéje :
Ger dé hebûya me padîþahek
Laîq bidiya Xwedé kulahek
……………………………
……………………………
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane deré j’ desté  leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyé’d desté bûm
Mehkumî ‘eleyhî û sea’lîk
Mexlûb û mutî’é Turk û Tacik
Li tevî kisseristén þair bibin jî bi tevahî; li gorî vebéjerinan, guhertoyeke çîroka welaté hinaran wisa ye:
Dibéjin; rojeke ji rojén, dilé hirçé çawakî bibije hirmiyan, dilé serweré du welatén cîran jî wisa diçe ava hinaran. Herdu serwerén çill-çillek, seba tér tér vexwarina ava hinaran, nexþeya welaté hinaran wekî çarþafeké radixin li erdé û bi wezîr û kizîrén xwe re dicivin û çil þev û çil rojî béyî ku biwestin bi hev diþéwirin. Roja çilî piþtî ku mû bi þûré méjî dibirrin, digihéjin encemeké: Hinar yek e lé ku tu biþkîni?
Wezirek dibéje, ‘hinara ku kulmé bixwe dibe du felqe, her felqe an lib lib diperçiqe, dihelise; an jî her lib, lib bi lib bela dibe’.
Wekî þairé ya xwe gotî, çîrokbéjén vé guhertoyé jî mitefiq in li ser béserwerî û çarkenariya zom û eþîr û axa û mîr û ehlé welaté hinaran!
Dibéjin, herdu serwerén hinarnas baþ dizanin ku welaté hinaran tije hinar in û her hinarek di þaxekî de serberjér û dernixûm e.
Li vir çîrokbéjekî  vé guhertoyé, desté desté xwe yé rasté dide ber guhé xwe û  çîroké mîna ku veguherîne awazeke dengbéjiyé, piþtî ‘hayé hayé hayé dinyayé li te nemayé…’, vedigere ser çîroké:
.
Þer þerekî bi þéwr bû. Arteþek li jor yek li jér bû. Welaté hinaran û qewmé hinaré li ber devé kéran berxé nér bû…Çirokbéj li vir radiweste, çixareyeké ji qotiya xwe dipéçe, kevir û pîþo û hesté xwe derdixe, piþtî derba sisiyan çixaré ji agiré pîþo védixe, bi kesereke miþt re dû bi ser seré xwe dixé, û paþé dadigere ser çîroka nîvçe mayî:
Piþtî herikîna çemkén xwîné û  lodén laþ û kelaþan, herdu  artéþén xiþr-giran  ji ber hev vekiþiyan…
Wekiþiyan; lé her leþkeré mayî, her serbazî; þûrkéþan, rimbazan, tîravavéjan… siwarî û peyayan dîq dîq meyzand li þah û siltan:
Di qada þer de hew ew mabûn. Qada wan mezeyek bû. Li héleké þah, li héla din siltan!
Di navbera þah û siltanekî de welatekî beyaban. Welatekî ne serî ne binî; bi av û roj, bi robar û ronahî..û…tije hinar!
Didîtin artéþén ku ji ber hev rabibûn; didîtin ku bi mebesta kuþtiné, herduyan: þah û siltan  xencerén xwe ji ber þûtikan kéþan û dildan, û bi peyva ‘ya Allah ya Yezdan’!
re xencerén serjahr di heman kéliyé de daweþandin nav polé welaté hinaran.
Welaté hinaran…welaté bejna wî Pîre-Megnûn, seré wî  Zaxroj , tahma sarî polayî a seré xenceran di hinavén xwe de hes kir: Welat ne mir; lé derba herdu xenceran birîneke xedar, birîneke ku laþekî bike pirpar, birîneke ku bi tu derman û  melheman rehet nebe, wekiribûn di laþé welaté ku her bihust axa wî, demeké bi simén hespén Ýskender hatibû stiran…
Li vir çîrokvebéj li cixareya di xwelîdanké de ramedayî dinere, li guhdaran guh didére û vedigere ser þairé welaté hinaran:
Þair, lihevparvekirana hinar û welaté hinaran wisa rave dike:
Levhatina Qesrî Þîrîn jé nabînim tu meferé
Piþtî roja me bû tarî, mirin xweþtir e j’ emberé
Çîrokbéj piþtî herdu ristén helbestkar vé pirsé aresteyî guhdaran dike:
Piþtî  wé ‘roja tarî’ rojén tarî kém bûn  li welaté hinaran?!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark