Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: «Roja zimanê dayikê», ne «Roja zimanê zikmakî»

 


Berzo Mehmûd

Vê dawiyê min giftûgoyeke nivîskî di malpera dîwanxanê de xwend, ew jî navbera çend nivîskarên Kurd de bû, ku di babeta hilbijartin û danîna têrimekî Kurdî dirust beramber zaraweya Ingilîzî (mother’s tongue). Berî her tiştî ev giftûgo gelek baş e, û danûstandin jî navbera wan de bi awakî şaristanî birêve diçû. Inca min jî xwest ez dêwla xwe bavêjim vê bîrê ka çi pêve tê?  Berî ku ez raya xwe têde bidim, dixwazim nerîn û raya çend nivîseran ji xwêneran re pêşkêş bikim, paşê ezê li ser vê mijarê rawestim:


1. Can Kurd
Ez dibêm wê çêtir be, ku em tenha "Zimanê makî" an "Zimanê dayîkî" bi kar bînin...Hûn çawa dibînin?
 

2. Sadi Maruf
Bi ya min di şûna  “zimanê dayîkê” de bikaranîna “zimanê zikmakî” di cih de ye; ji ber ku mirov hêj di zikê maka xwe de ye li dengên derûdorê guhdarî dike  û di wê demê de mejiyê pitikan fonetîka zimanê dayikê  qeyd dike. Bi rastî jî ên zimanekî ji dayika xwe hîn nebin bi tu awayî nikarin bi fonetîkeke  têkûz biaxivin
 
3. Dewlet  Elî
Xûşka dewlet raya xwe weh didê: ((Ez neşêm bi duristî bêjim, ka milletêt dî jibilî (Ezmanê dayikê), çi navê dî bo danaye, lê ez dibînim ku tiştekê gelek cane, ku kurda (Ezmanê zikmakî) bikar înay, ji  ber ku ew pêtir digel wê rastîyê ye, ya ku nuke zana û bisporêt ezmanê rove (îsbat) kirî. Ew rastî jî ewe, ku hêşta zarok di zikê dayika xwe da, hay ji wî ezmanî heye û wî ji ezmanêt dî cuda diket. Lewra jî Ezmanê zimakî ramana dirust didet, ji ber ku, li ser hindê ra ku Ezmanê Makê ye, anku Ezmanê dayikê ye, dîsa ew Ezmane, ewê hêşta zarok di zikê dayika xwe da fêl dibît))
 

Raya min:
Mijara me ew e: em dixwazin têrimekî beramber têgehekî danin, helbet em dikarin ji xwe re li zimanên dîtir binerin ka çi peyv û bêje jêre anîne? Yan çi nav lê kirine? Ez vê yekl dibêjim, neku em bi awakî mîkanîkî ezmûnê vejînin, lê ev yek dikevê cihê sûdwergirtinê de, bo em jî bi awakî hin peyv bênin bîra xwe ku form û naverok li hev werê, û xelk vî têrmî werbigirê. Bo nimûne, Ingilizî dibêjin (mother’s tongue), Ereb jêre luxetelum لغة الأم  dibêjin. Baş e em Kurd çi jêre bêjin? Min pêşniyarên nivîserên dîwanxanê xwendin û hemî jî beraqil ve tên. Belê her yek ji me dixwazê têrima libar (proper) pêşkêş bikê, ev jî mafekî rewa ye bo nivîser. Lê dîsa libarî kêşeyeke rêjeyî (nisbî) ye, ew tiştê ez libar dibînim, li nik nivîserekî dîtir libar nîne, yan zaraweyeke libartir pêşkêş dikê. Wilo jî di nav giftûgo û danûstandinê de libariya herî çak diyar dibê. Inca emê werin ser têrimên Kurdî yên ku hatine pêşniyarkirin yan ketine meydanê ev in:
"zimanê zikmakî",
"zimanê dê",
"zimanê dayikê",
"zimanê makî",
"Zimanê dayîkî"
 

Ez naxwazim gengeşê dûdirêj bikim, bi ser ku ra û bîr û baweriyên wan hemî jî di cihê xwe de ne, û ti şaşî di wan de nîne, lê mirov her û her li ya baştir digerê,  ji ber wilo ezê hin têbînî bêjim:
1.                   Xûşka dewlet herçende zimanê wê di nivîsînê de pir xweş û rewanbêj e, belê şêweyên Badînanî di nav re belû dibin, wek peyva (ezman), ku ya baş ew e em devoka xwe hin bi hin danin alîkî, ji ber ku şêweyê nêzîkî standard yan nîvstandard di zimanê nivîsînê de baştir cihê xwe digirê, inca ez hewqas rewa nabînim ku em (ezman, înaye) bikar bênin; ya baş ew e em bêjin ziman, . Belê em aliyên hêzdar di zarên navçeyî de bikar bênin, û astê lîksîkolojî bikar bênin wek peyva neşêm ango nikarim yan natuwanim ku ev peyvane dibine kaniya dewlemendiyê ji zimanê netewî re, û eva han jî di riya nivîsînê de belave dibê.
2.                  Hilbijartina têrim ne tenê naverok û raman e, lêbelê form û şêwe û sivikbûn û mosîqa jî rola xwe dibînê, û her ev jî cihê xwe di belavkirin û bawbûna têrim de dibînê.
3.                  Têrima (zimanê makî) û (zimanê dayikî) ne libar in jiber ev /î/ya dawî tê peyvê ji xwerûbûna Kurdî dixê, jibilî ku destewajeya (zimanê dayikê) di forma xwe de ji (zimanê dayikî) xweştir e, û(makê) ji (makî) rastir û xweştir e.
4.                  Ya dîtir jî, ne (zimanê makî) û ne (zimanê zikmakî) hewqas cihê xwe digirin, ji ber ku di baweriya min de ev herdû têrim pirtir têvejoyên bizîşkî û bayolojî tênin bîra mirov; di vê bafîkê de Kurd dibêjin: Ev nexweşî ji zikmakî pêre ye, yan di zikmakî de pêre çêbûye. Nexweşiya zikmakî ye, ango dema çêbûye ev nexweşî pêre hebû. Peyva zikmakî peyveke lêkdayî ye (compound), ji (zik) û (mak) dirust bûye:
 

peyva (zik )
Kurd dibêjin: Zarok nih heyva di zikê diya xwe de dimênê, paşê çêdibê. Xelkên Soranî dibêjin (em afrete zikpirr e), ango biheml e, zikdagirtî ye, zarok di zikê wê de heye. Li şûnê, Kurmanc dibêjin ev pîrek girane ye, zikê wê mezin bûye, nêzîk wê bizê, yê barê xwe danê, ango zarok jêre çêbibê.  
 

Peyva (Mak):
mak dayik û dê ye, lê dê û dayik bo mirovan tê gotin, belê (mak) hem bo mirovan tê, hem jî bo ajelan tê. Kurd dibêjin filankes biramakê min e, ango  birayê minî ji dê ye, lê ne ji bavê ye, ango dê yek e, lê bav ne yek e. dibêjin: berxê ber makê. Em ji bîr nekin ku peyvên (ma û mê wateya feminin didin, û pêwendî bi peyva (mak)ê re heye. Di vê têvejoyê de gelek navên Kurdî yên bi ma û mê despê dikin mêyîne ne (female), wek (malos) di Soranî de beraza mê ye, ku di Kurmancî de (mehû) tê, wilo jî navên wek (mih, mî, motik … tad).   
 

Encam:
Nabê em têrimê lipêka bîr û şîkariya zanyarên bayolojî sed ji sedî danin ber çavê xwe, û jinû li têrim bigerin, evê me gelekî mandû bikê, wek hate gotin ku zarok hêşta di zikê diya xwe de fêrî ziman dibê. Baş e herwekî ev zik bi dayikê ve girêdayî ye, inca em dikarin li dayikê tenê biqefin û lê rawestin, û li şûna em bêjin (zimanê zikmakî), em bêjin (zimanê dayikê), ji ber ku têrima  paşî ji ya pêşî siviktir e. inca em bi hilbijartina zimanê dê em ji têgeh û ramanê dûr nakevin yan jî Ingilîziya nedigotin mother’s tongue ku wergêrana yekser e bo têrima (zimanê dayikê) ye, li pêka wergêrana peyv bi peyv hatiye. Bi ser ku hin heval têrima (zimanê zikmakî) baş dibînin, ez ne ligel vê rayê me, ji ber çend hokarên ku min li jor da xuyanîkirin. Li dawî di baweriya min de têrima (zimanê dayikê) ya herî baş e, têrima (zimanê dê) bi sivikbûneke bêhêz hatiye, lewre (zimanê dayikê) pirtir cihê xwe digirê û devê mirov dadigirê. Ya dîtir jî herwekî ziman bi dê ve tê girêdan, wa diyar dibê ku dê maka ziman e, lewre Ingilîzî û Ereba û piraniya zimanên cîhanê dibêjin zimanê dayikê. Xala dawî jî em evê kurdên hejar ji Ingilzî û  Ereban ne biaqiltir in ku wan jî negotin: zimanê zikmakî. Di alîkî dîtir ve jî ziman diyardeyeke civakî û komelayetî ye, lewre ya pêwîst ew e em bi dayikê ve girê bidin, ji ber ku dayik pirtir têgeha civakê didê, belê peyva (zikamkî) pirtir bi warê fizyolojîya laş ve pabend e.   
Ji alîkî dî ve, peyva (zikmakî) pirtir etmosfêreke bayolojî û fizyolojî bi awakî giştî didê ku bi tena mirovan ve pabend e, ji bilî ku zarok wek bûnewer hêşta di zikê dayika xwe de ye, û di astê piroseya çêbûnê de dibûrê, vêca pêwendiya vê zarokê bi ziman hîn belû nebûye, ne rast e jî em bêjin zarok di zikê diya xwe de fêrî ziman dibê. Tiştek tenê eger hebê, bi cihê rol û erkê ziman ve bi awayê giştî pabend e, bo nimûne em bêjin beşek ji mejî bo xezinandina zanyariya ziman tête terxankirin; ne ku em bêjin zaroka diya wî Kurd hînî fonetîk û dengsaziya Kurdî dibê, yn yê Ingilîzî jî fêrî fonetîka zimanê xwe dibê, wilo jî yên dîtir; ev zanyarî ya ku hêşta mejî - wek hardê xezîna bîr - di astê afirandinê de ye. Lêbelê, diyardeya ziman wek piraniya zanayên ziman û komelgehê didin xuyakirin ku diyardeyeke komelayetî ye, weha jî dayik bi xwe di nav cergê komelgeh de rola xwe dibînê, û roleke xweyî giring digerênê, ji ber wilo, em dibînin ya baş ew e em bêjin (zimanê dayikê). Jibilî ku herdû ruwên têrima zimanê dayikê wek bêje û têgeh li hev rast tên û li nik bihîzer zû mebest tê famkirin. Ya dîtir jî em xwe ji Ingilîzîya bi-aqilitir nebînin, yên ku şoreşa pîşesazîyê pêxistin, eger evane dibêjin zimanê dayikê (mother’s tongue), çi bela li me qewimiye em jî wek wan nebêjin, çira emê dev ji dayikê  berdin, û kêşeyê asê bikin û bêjin (zimanê zikmakî).  
Inca herpênc têrimên me li jor anîn ziman wek kêşe li dora du têgehên sereke digerin: zimanê dayikê yan zimanê zikê dayikê, ji ber ku zikmakî bi xwe zikê dayikê ye, mak bi xwe dayik û dê ye. Di baweriya min de em vê kêşeyê li tehhtê neqerêsin û bi sakarî destewajeya (zimanê dayikê) bikar bênin. Ma me çi zimanê dayikê û yê zaroka pêncsalî û pazdesalî bi ser hev xistiye, heta em herin zimanê zaroka pênc-heyvî ku hêşta nehatiye dinyayê heta em lê bipirsin!?? Ya dîtir jî, danîna têrim û zarawe di zimanên cîhanê de rêkkeftineke li ser navekî yan peyvekê bi awakî ji awayan navbera çend zimanzanan de tête pesendkirin, yan mirovek bi tena xwe peyvekê têrmekî pêşniyar dikê û ji alî xelkê ve tê pejirandin. Inca Roja Zimanê Dayikê li me hemiya pîroz be, xwezî me karîbane dayika xwe fêrî Kurdî bikira, berî ku ew jî ji dest me herê, ji ber ku metirsî gihaye dayikê bi xwe jî, ku beşek ji wan zimanê Kurdî ji bîr kirine û bi Tirkî bi zarokê xwe re taxêvin, ka wê çawa be!!??
Xala dawî, gava em dibêjin Roja Zimanê Dayikê, em rêz û rûmet û qedir didin dayika xwe, bi vî qedrî em cihê jinê û dayikê di civaka xwe de bilind dikin, û ev bilindkirin dibê hokarê livandina bîr li nik dayikê ku bîr li zimanê xwe bikê, û qîmetekî bidê zimanê xwe, zimanê dayikê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark