Bo wan rojan dema ku zayîn bi destê evîna xakê kefenan diqtîne û dilopên xwînê bi destegulên nêrgizan diyarî adarê dike
Serê vê sibehê
li kolanên melûl
li bin dilopên barana xaksor
ji êþa penaberiyê
di dibistana birînên dilê xwe de
nameyên bi xwîna te hatîn rêzkirin
dixwîn im adarê!..
Dimeþim,
bê heval,
bê hogir,
bê evîn,
bê hezkirin…dimeþim
û di navbera hevokên te de;
silava didim sêdaran,
silava didim zimanê bê wariya bê bext,
silava didim zîndanên temenxwar..
û di rê de
li ser dikên þanoya
kenên derewîn,
awirên xapînok,
peyvên xwefiroþ ku di navbera memikên laþfiroþan de
piyalên noþiyê bilind dikin bersiva silavan didin!..
lê dubare li te vedigerim,
te dixwînim,
darbestên te li ser milê xwe dikim,
kenên zarokên te li lêvên xwe dikim,
sirûd û dirûþmeyên te li giyanê xwe dikim,
sibeh gulvekerên te di sibeh dilên xwe de bi cih dikim
û li bin ala te, nêrgizên ji xwînê bêhn dikim
û wî kefenî bi dengê meþa te parçe parçe dikim adarê!
Eha wê demê,
Hezkirin û evîn
ji canê min difore adara xwînê!..