Îro (06.03.2011), çil roj di ser koçkirina zimanzan û helbestvan mele Nûriyê Hesarî (Pirêþan) re derbas bûn. Bi vê helkeftinê, di vê rojê de, danê sibehê, wek wefadarî û rêzgirtin ji kar û xebarên wî re, beþek ji rewþenbîr û hezkirên peyva Kurdî, di gel çend neferan ji malbata wî, bi dest wan gul û kulîlkên rengîn çûn serdana gora wî, li bajarê Qamiþlo, goristana Qidûrbeg.
Piþtî danîna gulan û xwendina fatîheyê, her yekî li gor naskirina xwe bi mele Nûrî re, bîr û baweriyên xwe bi devikî anîn ziman..
Mele Nûrî ji wan melayên ku gelekî xwe di ber ziman û hunandina helbesta Kurdî de westandiye, bi dehan destnivîs di vî warî de li paþ xwe hiþtine.. Ji rexekî din ve, ew ji wan melayan bû, yên ku bi Cegerxwîn re li pêþberî þêxên civatçewt û paþverî sekiniye û dengê xwe tevî dengê Cegerxwîn kiriye:
Þêxê min! Destên te êdî maçî nakim, ez bese
Kavil û wêran te hiþtin, ev sera û medrese..
Di vê serdanê de, çend gurzên gulan li ser gora mele Nûriyê Hesarî hatin danîn; yek bi navê rewþenbîrên Kurd, yek bi navê kovara Pirsê, yek bi navê Dr. Hiznî Haco, di gel ku amadebû ( Wek ku diyar e bijîjkê wî yê taybetî bû, gelek caran ew di nexweþxana xwe de derman dikir..),yek bi navê Xoþnavê Mala Þêkir ji gundê Letîfiyê, ev gundê ku mele Nûrî pêlekê lê melatî kiribû û yek bi navê Farisê Iniz bû..
Hêjaye gotinê ku mele Nûriyê Hesarî(Pirêþan), di sala 1934 an de li Kurdistana bakur, gundê Hesarê çêbûye, piraniya jiyana xwe di nav Kurdên Binxetê de derbas kiriye, ji sala 1988 an ve bayê falic lê xistibû; zimanê wî nedigeriya û nivbawî bibû.. Ji berî 40 rojî ve li Qamiþlo, di mala xwe koça dawî kiriye.
Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe þad bike. Bela serê rewþenbîriya Kurdî sax be.
Konê Reþ
Qamiþlo 06.03.2011