Weke ez bawerim, divê her mirovek wî endamê lažê xwe ku birîndare derman bike. Destê wî bi êž be, divê destê xwe derman bike.. Lingê wî žikestî be an birîndar be gereke wî derman bike.. Zimanê wî žikestî be, birîndar be divê zimanê xwe derman bike.. Birano! Ev zimanê ku bav û bapîrên me ew parastine di wan rewž û ževên tarî de divê em jî wî biparîzin û xwež û gež kin di van rojên xwežtir û ronîtir de, çiko zimanê me nižaneke ber çave ji me re.. tîpeke girse ji tîpên hebûna me, nemaze li gor rewž û doz û maf û hebûna me.. Ji me tê xwestin em gotinên xebatkar û navdarê hêja Dr. Nûreddîn Zaza bînin ziman:
"Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tižtî, zimanê xwe bixwînin û bidinxwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hez kirin, û bi hevaltî û dostanîya miletên din re pêž ve herin, û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin".
Rewženbîr û helbestvanên Kurd bi çi zimanî dinivîsin, ser sera û ser çava, kes ne dijî wa ye, bera xwe û Kurdan bi biyaniyan bidin naskirin lê divê bi zimanê xwe jî binivîsin, her wiha ji wan tête xwestin ku nivîsên Kurdî wergerînin zimanên din, da çand û hunera Kurdî bi biyaniyan bidin nasîn û xwežiyê di navbera Kurd û biyaniyan de biçînin.. Jixwe ger dibistanên zimanê me hebûna wê rewža wî xwež ba û hindik kes û xebat jêre diva.. Ev rewža wî a nexwež dihêla em bêjin nivîsandina Kurdî pêdivî ye.. û bêguman diyare sedemên vê rewžê çine.. Bi baweriya min ne raste û ne baž e kurê wî Gorgînê ku ji Kurdî pêve nizanîbû, nikaribe bi Kurdî binûse yan nikaribe xwe hînî nivîsandina bi Kurdî bike..
Bivê nevê îro be , sed salî din be wê welatekî Kurdan jî hebe dê endam be di Netewên Yekbûyî de, vêca dipirsim, gelo zimanê wî welatî wê çi be, wê Farsî be yan tirkî be yan .. yan Kurdî be? Bêguman raste ew peyva ku dibêje roj bi seradê nayê vežartin.. Ew kesên ku nizanim çend salan bi zimanekî biyanî xwendiye, wî kesî bi xwe ew sal û žež salên din di ser de bi Kurdî, li mala xwe bi bira, bav, dê û hevalên re peyivîye.. Ma ne wilo ye?
Xwendevano! Ew Kurdê bi Kurdî dinivîse du caran Kurd e lê yê bi zimanekê din dinivîse careke tenê Kurd e.. Ev baweriya min e, bê ku ez riwê xwe ji ti zimanî biguherim.. Û xwezî mirov karîba bi deh zimanan binivîse, lê ji ber ku zimanê me yê netewî nexwež e û birîndare her roj wî didin dadgehan ji me tê xwestin em wî derman bikin. Kurd tuxmekî baž in, nabe ku xwe gunehkar kin li ber kur û neviyên xwe..
Pirseke min ji rewženbîrên Kurd heye; gelo ne žerm û fihête mirovek bêje; ez rewženbîrekî Kurd im û nizanibe bi Kurdî binûse ?! Û ji zû ve helbestvanê netewî Cegerxwîn gotiye: Žerm û esefe ger tu bi zarê xwe nexwînê..
21 heyva dudiwan roja zimane, bi biryara Netewên Yekbûyî, divê em bizanin; zimanê me çiye, me çi jêre kiriye, çi jêre dive.. Her kes li gor imkanên xwe.. Jixwe nabe ku ev zimanê 25 melyon Kurd ku li Tirkiyê bi tenê dijîn, heta îro qedexe be..?! Lewra ev ziman hêja ye ku mirovê Kurd canê xwe di ber de bide û ez vê rojê li her zimanî pîroz dikim, lê pêžî li zimanê kurdî, zimanê Mem û Zînê û hêvîdarim ev roj bandoreke çak li zimanê me bike, žoreža vî zimanî li Kurdistana bakur gežtir bike, nivîsandina bi Kurdî di nav me de têr û pir bike, nivîskarên vî zimanî dilxwež bike, xebatkar û hezkiriên vî zimanê dilžad bike û sala werê bi sedan dibistanên zimanê Kurdî li Kurdistana bakur hebin û zimanê me di nav zimanan de serbilind be.
Qamižlo, 2011-02-21