Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Aliyek ji Tevlîheviya Termînolojiya Kurdî (werger, wergerandin, wergêran, wergêr)

 


  Berzo Mehmûd

I. Nebûna Zimanê Standard Tevlîhevî ye
II. Çilo Ev Mijar Belû Bû?
III. Şîrovekirin
IV. Peyv di Ferheng û Nivîsarên Kurdî de
V.  Encam

I. Nebûna Zimanê Standard Tevlîhevî ye
Di vê gotarê de dixwazim nimûneyekê ji gelşe û giriftar û aloziyên daner û nivîserên zimanê Kurdî danim ber xwendevan û rewşenbîrên Kurd, û li ber roniya zimanvanî wate û bikaranîna çend peyv û têrimên Kurdî bidim şîrovekirin: (werger, wergerkirin), (wergeran) (wergerandin), (wergêran) û (wergêr) di zimanê Kurdî de.


Ev peyvên me anîne ziman hemî jî di zimanê Kurdî de (zarê Kurmancî û zarê Soranî) diyar dibin, tenê peyva (werger) di van çend salên dawî yên sedê bîstan de di riya nivîseran re hate nav zimanê me. Ev peyv (werger) di baweriya min de encama hin hokarên tundûtûjiya ser miletê Kurd û nebûna deravekî saxlem bo nivîserên Kurd ku bikarê bi hişekî dirust di zimanê xwe de kar bikê. Lewre, şaşî û nezelalî û bêpirgalî di form û awayê nivîsîna Kurdî de diyar dibê. Peyva (werger) yek ji wan peyvên ku di mijûmoranê de derbas dibê: nivîserek vê peyvê wek (wergêr, translator) bikar tênê, nivîserekî dîtir wê wek (wergêran, translating, translation) bikartênê. Ta vê dawiyê, berî ku vê gotarê binivîsim, peyva (werger) di hişê min de heçku (wergêr) e, ji ber ku hem hewqas nedihate ber çavê min, ango ez kêm pêrgî vê peyvê dihatim, hem jî serekaniyên ku ez lê rast dihatim bi wateya wergêr bikar tanîn. Lewre jî ez hinekî hişk bûm bi kak Maruf re.

1. Gelepeyvî
Mebesta min ji vê nivîsarê navtêdan û livandina hin mijarên zimanî ne, nemaze di warê têrim û zarawesaziya Kurdî de, ku îro em dibînin nivîserên Kurd li ser vê pirsê bi rastî ranawestin û guh nadinê. Ev pirs di paşerojê de ne dûr e bibê giriftareke mezin ku çareserî bi hesanî nayê. Zimanê me di gelek aliyan de wek zimanekî durayî û hin car jî sêrayî û çarrayî xwedî dibê, ango (dutêrmî û sêtêrmî û çartêrmî) ye, yan jî em bêjin (dupeyvî û sêpeyvî û çarpeyvî) birêve diçê. Zimanê Kurdî yê nivîsînê di barê dupeyvî de dibûrê ku berê me didê bi aliyê duzimanî û sêzimanî de dibê. Ne tenê wilo jî, ev pirpeyviya han  ku du-sê peyv beramber yek têgehî bikar tên, wek têrimên (lêker, pîşe, kirdar, kirin, kar, kirde) di Kurdî de hember (verb, fi`il) tên, ku her nivîserek yan her zimanzanek peyveke taybet  bikar tênê wek (pîşe) li nik Reşîdê Kurd, û (lêker) li nik Celadet, û (kirdar) li nik Dr. Ewrehmanî Hacî Arif, û (kar) li nik Mes`ûd Mihemed. Ev pirpeyvî barê xwêner giran dikê, ya dîtir jî mebest û wate li ber xwendekaran wunda dikê. Jibilî ku piraniya nivîser û xwendayên Kurd ta niha ew paşxane (bakgirawind, backgound)a keltorî û zimanvanî jêre ava nebûye ku bikarê xwehrî û şaşiyan bi tena xwe nas bikê, yan hest pê bikê.

2. Peyv û zarbêjî
Peyv, wek çilo tê ber çavê wan, yan çilo guhê wan dibihîzê, wilo jî hîn dibin û ji aliyê xwe belav dikin. Zarbêjî bi xwe rêçek e di şêweguhartina dengsaziya Kurdî de, her ev jî di hemî zimanan de heye, wek: (belav û belave), (guhartin, guhertin, gorran, gihortin), (welê, werê, wilo), (keç û kiç), (tirî û tirih), (gotin û gohtin), (sotin û sohtin), (wate û wata), (wusa, wisa, wesa); lê hin peyv hene nakevin kirasê guhartina dengsazî, belê dikevin ber warê lîksîkolojî de, herçende her peyvek bi zarekî taybet ve pabend e wek peyva (wusa, wisa, wesa) xelkên Bişêriyê li bakur dibêjin, lê devera Hevêrka û Omeriya û Amedê peyva wusa nabêjin, li şûnê peyva (wilo) tê. Peyva (wa, weha) jî bi heman wate li nik xelkê Botan bikar tê. Ne dûr e (weha) bi xwe (wesa) ye, guhartina dengê /h/ û /s/ di zimanê Hindo-Îranî de peyda dibê, wek peyva (asin û hasin) ya îro, û peyva (ahin) ya kevin, peyva (heft)a Kurdiya îro û peyva (sept)a Hindo-îraniya kevin, her peyva aept bûye navê roja piştî înê di zimanê Erebî de. Di alîkî din de zarên zimanê ne tenê rola xwe di guhartina dengê peyvan de dibînin, lêbelê guhartina peyvê di astê ferhengî de jî peyda dibê wek (kur û law) du peyv in, lê (bav û baw) yek peyv e û du şêwe ne, (pirç û por) du peyv in, herçende yek wate didin. Kurdê Badînan ji pora me re dibêjin: (pirç). Li nik Kurdên Sûriyê peyva por ew pirça ser serê mirova ye, pora vî kurikî paqij e. Pora xwe bi aliyê rastê ve şeh dikê. Lê ew pora laşê mirova jêre pirç tê gotin. Niha em nikarin xwe berbidin nav baxê fîlolojî de. Emê vegerin mijara xweyî serekî ku peyva (werger) e. Ev peyv nakevê ber  babetê zarbêjiyê de ji herdû astên dengsazî û lîsîkolojî ve. Ev peyv di baweriya min de encama kurtkirina jêdera (wergerandin)ê ye, ji ber ku kurtkirin di Kurdî de kirdarekî belav e wekçawa di warê navan de: Silêman dibê Silo, Gurgîn dibê Guro, Mihyedîn dibê Mihê; wilo jî di astê peyvên ferhengî de yên pir bikar tên wek (mirov) dibê (miro/miho/mero).        

Peyvên ziman jî wek zawzêkirina mirovan zêde dibin, peyvên nû ji yên kevin çêdibin, wek çilo zarokên nû ji dê û bavê xwe re çê dibin. Ev yasayeke siruştî ye, eger ziman jiyana xwe berdewam bikê, çi bi zehmetî, û çi bi xweşî. Helbet barê zehmetiyê ne wek barê xweşiyê ye ku ziman gavê xwe li wê gorê didê. Zarê Kurmancî seranserî Kurdistanê herçende ji xeniqandinê rizgar bûye, lê hêşta riya xwe ya xwendin û nivîsînê di piraniya malan de nedîtiye. Lewre jî bi giranî pêşde diçê. Ji ber wilo jî, forma standard ta niha diyar nebûye, û jiber nebûna standerayetiyê, gelek kelem û kosp di pêşiya nivîseran de derdikevin, çi piroblimên rêzimanî û rênivîsê wek dike yan dikê, pê re yan pêre, jê re yan jêre têde yan tê de, çi jî giriftariyên peyvnasî (lîksîkolojî û termolojî) bo nimûne: (paşeroj yan pêşeroj), (wergerkirin yan wergerandin û wergêran), (çand yan rewşenbîrî û keltûr), (tore yan wêje). Lê dîsa giriftariyên zimanê Kurmancî ne hewqas gelek in hember yên zimanên dîtir. Belê eger viyaneke xurt li nik berpirsên siyasî peyda bibê, û kar jêre bikin, wê bikarin hin gav di warê piratîkê de bidin. Her ev jî hêşta di mijûmoranê de ye.

II. Çilo ev mijar belû bû?
Li ser rûpelên malpera dîwanxanê nivîserine Kurd rêklamek bi zimanê kurdî bo nivîseran belav kiribûn, û têde doza alîkariyê bo wergerandina quranê dikin, bo tekûztir bibê berî wergêran bê weşandin. Di têkista nameya wan de peyva (werger) û (werger kirin) hatibû, ku ew jî weha ye:
((Wergera Quranê ya bo Kurdî bidawî bû)).
((Hêja Mamoste Maruf bo koma Dîwanxane werger kir)).             

Bi rastî vê gotina jor bal kişande ser babetê têrim û zarawe ku bûye cihê axaftin û lêpirsyanê, ne tenê di zimanê Kurdî de, lê belê di piraniya zimanên rojhilata navîn de. Babetê têrmînolojî hin babetên dîtir jî bi xwe re tênê, wek lîksîkolojî û peyvnasî. Di vê gotarê de ezê di warê ferhengî û zarawesazî û peyvronana çend peyvên Kurdî de vepexêrim, peyvên (werger û wergeran û  wergerandin û wergêran û wergêr) ku beramberî peyvên Ingilîzî: (to translate, translator, translation) diyar dibin.. Inca ev babet ji (wergera quranê) despê kir.

III.   Şîrovekirin
Gava em dibêjin (wergera quranê ya bo Kurdî bidawî bû), em babet ji kar û rûdanê derdixin, heçku piroseya wergêranê yan piroseya wergerandinê tewaw bûye, û pirtûk çap bûye û niha li ber desta ye. Di vê têvejoyê de, cihê daxwaziya alîkariyê namênê û pirtûk li nav desta ye. Lê babet di rastiya xwe de ne wilo ye, mebesta nivîser wergerandin/wergêrana quranê ye, ango karê qûnaxa pêşî ji wergerandina quranê tewaw bûye. Piştî ku dîsa werê xwendin û zimanê wê serrast bibê, wê nû bê çapkirin, û belav bibê, hingî em dikarin jêre bêjin wergera quranê wek tiştekî hişk nav destê me de, bo nimûne ez dikarim bêjim:
1. Min wergera quranê xwend, ango pirtûka wergerandî.
2. Gelek wergerên quranê bi Kurdî hene.
3. Wergerandina quranê gelek wext jêre divê, ango piroseya wergêranê dûdirêj e.  

Inca emê werin van peyvan bidin ber lêkolînê ji aliyê zimanvanî û wate û rêziman ve.

a.     Jêdera (wergeran)ê
Jêdera wergeran ji (wer + geran) saz dibê, bi wateya (turn round, turn over, turn away) bi Ingilîzî, û (werçerxan, دوران) bi Farisî, wek em bêjin (filankes ji dîn wergera) ango dev ji dînê xwe berda, yan dînê xwe guhart, bi Ingilîzî (to change one`s religion). Ev wate di ferhenga Tewfîq Wehbî de hatiye û ev ferheng dirustirîn ferheng e, cihê bawerî û rastiyê ye.  Bi ser ku hin nivîser carna peyva wergeranê li şûna wergêran û wergerandinê di forma jêderî de bikar tênin. Bo nimûne: Perwîz Cîhanî di gotarekê de ((Wergeran an wergerandin ku di hindek devokên kurdî de jê re çerxkirin, zivirandin û paçvekirin jî dibêjin[i], ….))  ((Şêweya serbestwergeranê ew e ku wergêr bi dû peyvan nakeve û ne di xema wergerana peyvan de ye. 

b.     Jêdera (wergerandin)ê
Jêdera (wergerandin) ji (wergeran) hatiye, ku bi riya danîna paşgira –andin çêbûye. (wergeran) têneper e, (wergerandin) têper e, ku paşgira (–andin) jêderên têneper dikê têper. Em vê yekê dibêjin ku core pêwendiyek navbera herdû jêderan de heye, û her ev jî divê di bala me de bê. Bo nimûne:
1.       Vê pirtûkê ji zimanê Ingilîzî wergerêne zimanê Kurdî.
2.      Ev bû sê gotar ez werdigerênime Kurdî.
3.      Azad gotarek ji Erebî wergerande Kurmancî.
4.      (wergerandin) ji zimanên biyanî bo Kurdî karekî pêwîst e.
c.      wergêr û wergêran
Jêdera wergêran heman wateya wergerandinê ye, ku  bi Farisî bi Farisî (bergerdandin û terceme) tê, û bi Erebî (ترجمة، إعادة، رد، قلب) tê, zimanekî werdigêre zimanekî dîtir, lê wergêran pirtir di zarê Soranî de bikar tê, bo nimûne:
Min pirtûkek wergêra / wergerand.
Sero romanek  ji Ingilîzî wergêraye zimanê kurdî.   
 
Peyva (wergêr) navê kara ye ji (wergêran)ê hatiye dariştin bi wateya (traslator), ango ew kesê berhemekî ji zimanekî werdigerênê zimanekî dîtir jêre dibêjin (wergêr). Wergêr ji bilî wateya terceman, wateyine dîtir didê wek (bergerdaninde) bi Farisî ku bi Erebî (راد، معيد، مغير) tê. Bi vî awayî, forma karê nihokê ku regez jêre dibêjin li gel bêjeyeke serbixwe yan pabend navê kara dirust dikê, wek:
wergir   ji   wergirtin,
ragir      ji   ragirtin,
nanpêj  ji   nanpehtin,
darêj     ji   dariştin,
mêrkuj ji  mêrkuştin, …tad.

Ji bilî wateya terceme, peyvên wergeran, wergerandin, wergêran hin wateyên dîtir jî didê, wek:


Kurdî
Farisî
Erebî
wergeran
çerxan,  werçerxan
cirxan
دوران
wergerandin 
Çerxandin, bergeşten
cirxandin
تدوير،
wergêran
vegerandin, guhartin,
bergerdandin
إعادة، رد، قلب

d.     werger
Ti bargijî di jêderên çûyî de nîne, tevlîhevî di peyva (werger) de ye, ya ku vê dawiyê têgihiştim ku ev peyv bi du wateyên ciyawaz bikar tê: wergêr û wergêran. Berî her tiştî peyva (werger) û jêdera (wergerkirin) eger rast be, ji aliyê hebûna xwe ve ne peyveke resen e, û ne jî normal e, ango ne ji ber devê xelkê hatiye girtin. Tenê nivêserekî cara pêşî ev peyv wilo nivîsiye û di rojnamenûsî de belav kiriye, wilo jî peyv di nav beşek ji nivîseran de geriyaye. Ji ber vê yekê jî em nikarin berpalkên zarbêjî bixin belge bo em bêjin (werger) di filan zaravî de bikar tê, yan jî em vê peyvê wek rêjeyeke standard bibînin bê ku hîmanên zimanvanî di dest me de hebin.
Peyvên (werger) û wergeran (wer+geran) û (wergerandin) ji hev çêbûne:
 
Werger <---->   wergeran  <----->      wergerandin 
  wergêr   <----->   wergêran

Jêdera (wergerkirin) ji aliyê danîna xwe ve jêdereke lêkdayî ye, û bi hemî formên xwe ve li ber siha jêdera (terceme kirin) çêbûye, ku ji du beşan pêk tê: (terceme) peyveke Erebî ye li gel karê (kirin) tê, û her dû pevre dibin (terceme kirin). Wilo jî (werger kirin) çêbûye, wek (terceme kirin), wek em bêjin Min pirtûk werger kir, ango min ew terceme kir. Baş e, eger peyva (terceme) herçende Erebî ye, lê navekî giştî ye, û wate her rast û dirust hatiye, belê (werger) wek form û rêziman û wate çi ye? û ji çi peyvê dirust bûye?
Peyva werger bi du awayayên ciyawaz bikar tên ku dibê cihê şaşî û tevlîhevkirinê, carekê wek navê kara, çêl wî kesê bi wergêranê radibê,   û carekê wek navê giştî, ango karê wergêranê.

(1) Navê kara (person agent): wergêr
Peyva (werger) wek navê kara di çar ferhengan de diyar dibê: ya Michael Chyet, û ya Kameran, û ya Jîn û di ferhenga Hembane Borîne de weha hatiye: ((werger: dîlmac, paçvekar, kesê le zimanêkewe bo zimanekî tir werdegêrê)), wek em bêjin (wergerê vê pirtûkê kî ye? Bersiv: Wergerê wê Azad e), ango (translator, mutercim).  Wilo jî di ferhenga Michael Chyet de, rûpel 642:

werger
:  translator. See wergêr.
wergêr: transIator, interpreter

Li gor vê pênasînê, gava em bêjin (wergera quranê), mebest jê ew kesê ku quran terceme kiriye, lê mebesta nivîserê rêklama dîwanxanê, kak Maruf, ne ev e, mebesta wî tercema quranê ye, yan wergêrana quranê, yan wergerandina quranê; ev hemî çê dibin. Inca peyva (werger) navbera du têgehên ciyawaz xwe nîşan dikê, navbera (translation) û (translator) ku dibê cihê sergêjiyê nav nivîseran de. Ji ber wilo ya baş ew e em bigihin birryarekê ku (werger) navê giştî ye wek translation bikar werê.   Min jî berî niha li gor ferhenga Hejar hikimê xwe dida û digot (werger) di vê têvejoyê de şaş e. Lê heqê min di vir de nîne ez kak Marûf li şaşiyê biqelibênim, nemaze zimanê Kurdî gelek quncikên tarî û gelek tevlîhevî têde çêbûye. Ya baş ew e, em zûzû hikim nebirrin, mirov raya xwe bidê, belê bi nermî, ne bi hişkî. Ez vê yekê dibêjim bo em her tiştî saxlem û dirust ji ferhengan wernegirin, ji ber ku qelsî û çewtiyên ferhengnivîsan hene. 
(2) Navê giştî (wergêran)
Peyva (werger) beramberî (terceme)a Erebî, û (translation)a Ingilîzî wek navê giştî bikar tê. Peyva (werger) wek rêjeyeke sivik li ser ziman ji jêdera (wergerandin)ê hatiye kurtkirin, wek em bêjin: (terceme): (Tercema vê pirtûkê baş e), ango (wergera vê pirtûkê baş e). Lewre, (werger) rêjeyeke sivik û kurtkiriya (wergerandin)ê ye, Ji ber van sedemên rêzimanî û watesazî, ya baş ew e em (werger) wek navekî giştî bigirin, ne wek navê kara, herçende forma (werger) xwe li navê kara dixwê, wek (wergir ji wergirtin, wergêr ji wergêran). Wilo jî wergerkirin dibê jêder. Bi vî awayî, ciyawazî navbera(werger) û (wergêran/wergerandin) wek herdû peyvên Ingilîzî (translation) û (to translat) ku ya pêşî nav e, bê rûdan e, lê ya dawî kar e, bi rûdan e. Ev rêje di (Ferhenga Zimanê Kurdî – Tirkî, T¨urkçe – Kurtçe, Sinan Alptekin, 2003, Almanya) de tê:
werger:   çeviri, tercume
wergêr:   çevirmen, tercuman
wergerandin: çevirmek

IV. Peyv di Ferheng û Nivîsarên Kurdî de
1.      di Ferhengên Kurdî de
Herçende gelek kêmanî di danîn û naveroka ferhengên Kurdî de hene, lê piraniya wan, nemaze yên bawerpêkirî, peyvên (wergerandin) û (wergêran) û (wergêr) hildigirin, ji ber ku ev herdû peyv - berî ku bibin hilgirê têgeha terceme û tercemekirin û tercemeker - ji laşê zimanê Kurdî ne, û eger di ferhengekê de jî newin, ev qelsiya daner e. Ya dîtir wergêr jixwe her ji wergêran hatiye dariştin. Ev mijar ne cihê gengeşê û cîdalê ye. Peyva werger, bi ser ku vê dawiyê ketiye Kurdî de, peyveke nûjen e, û ya nexweş û bargij ew e ev peyv bi şaşîtî, bi du wateyên bêpirgal xwe diyar dikê. Ev duwateyî tiştekî ne bi serhev ve ye, gunihê du aliya ye: aliyê dariştinê û aliyê ferhengnivîsiyê, ango hin nivîser peyva werger bi wateya wergêr, tercuman, ango ew kesê ku têkistekê ji zimanekî werdigerênê zimanekî dîtir. Hinên dîtir vê peyvê bi wateya (terceme) wek navekî giştî bikar tênin. Ev herdû wate li hev nakin, û nabê ferhengên me jî vê ciyawaziyê ji hev dernexin, heme çilo çavê wan bi peyvê dikevê, wilo tavêjin tûrikê xwe.     

Nivîser Maruf bergiriya peyva (werger)ê dikê ji ber hatina vê peyvê bi wateya (terceme, translation) di ferhenga di dest wî de, bê ku navê ferhenga xwe bide naskirin. Em tev dizanin ku beşek ji ferhengên Kurdî hem şaşî têde hene, hem jî di gelek aliyan de qels in, ji bilî ku hin daner di ziman de lawaz û bêpirgal in, heme çi dikevê ber cave wan têxin tûrikê ferhenga xwe de, bê ku bi hûrbînî meyze kin ka ev form yan ev peyv rast bikar hatiye yan şaş e. bo nimûne emê çend ferhengên Kurdî yên kevin û nû vekin ka ew çi di vê mijarê de  dibêjin:
 
(1) Ferhenga Tewfîq Wehbî
Di baweriya min de ferhenga Tewfîq Wehebî zanistiyanetirîn ferheng e, lewre ez bi xwe pirtir pişta xwe pê xurt dikim. Di vê ferhengê peyva werger jixwe nehatiye.
wergeran, turn round, turn over, turn away (le dîn ^- ceran, change one`s religion);
(wergêran), turn, trans­late (1:, eser, into; hence wergêr, translator)

(2) Hejar Mukiryanî,
Hejar xelkê Kurdisana Îranê ye, ev mirov ne tenê helbestvanekî Kurd e, lê belê zimanzan û wergêrekî banebilind e, û yek ji endamên Korî Zanyarî Kurd e ya sala 1970. Lewre, mirovekî wilo cihê birryardanê ye. Xala dîtir û ya giring ew e Hejar li her çar kenarên Kurdistanê geriyaye, û xwe fêrî herdû zarên serekî yên zimanê Kurdî kiriye: Kurmancî û Soranî. Ferhenga wî Hembane Borîne, 1991, serekaniyeke dewlemend e û samanekî giran e bo zimanê Kurdî. Di mijara me de, min ev peyvên jêrî jê wergirtin:
paçve (pacve), paçvekirin, wergêran, terceme
dîlmanc: paçvekar, terciman
werger: dîlmac, paçvekar, kesê le zimanêkewe bo zimanekî tir werdegêrê
wergeran: 1. werçerxan, 2. le cêçûnî bendî endam, 3.le dîn derçûn, (kafir bûn) 4. paçve, karî werger, terceme
wergerandin: çerxandin, . jêrûrokirin
wergerraw:1. jêrûrokiraw, çerxpêdiraw.; 2. kafirbûg, 3. paçvekiraw
wergêr: kesê ku zewî ya her şitê jêr û ro dekat. 2. paçveker mutercim, 3 til û xul: helgêr û wergêr
wergêran: awejokirin, jêr û ro kirin, paçvekirin tercemekirin.


(3) Giyo Mukiryanî, Ferhenga Mihabad, 1961

wergeran
انقلاب، انكفاء، انحطاط، التواء
le ayîn wergeran
ارتداد
wergeranewe
مراحعة ، عودة، توبة، استغفار، تمايل
wergerandin
تقليب، ارجاع
wergerraw
معرب، منحط، مترجم، مرتد،
wergêran
تقليب، ترجمة، تعريب ، تحويل
wergêr
مترجم، محول، مقلب

(4) Giyo Mukiryanî, Nobere , 1986
wergêran  ترجمة
wergêr, paçvan, zimanzan, perçvan, pêçvan, ezmanzan  مترجم
Herçende Giyo mukiryanî zimanzanekî Kurdî pir hêja ye, û şaşiyên ferhenga wî ji yên dîtir hemiya jî kêmtir in. Giyo zimanê Kurdî û Erebî baş dizanê û gelek xebat û havil û sûdmendî gihandiye zimanê Kurdî , û gelek peyvên wundayî ji mirinê rizgar kirine. Lê dîsa ferhenga wî nobere li ser rêbazeke zanistî nehatiye, bo nimûne hember peyva Erebî mutercim ango wergêr peyvên (paçvan, zimanzan, perçvan, pêçvan, ezmanzan) hatine, û yek ji wan jî beramberî wergêr cih nagirin.
 
(5) Ferhenga Kamêran Silêman Botî 2006,  SPIREZ PRESS
Werger: wergêr.
wergeran: qulipîn. hilingivîn. guherîn.
wergerandin 1. deqên zimanekî bo yê din, veguhaztin. 2.serabinkirin.
wergêr (Kesê zimanekî diguhêrit yê dî. Mirovê karê wergênê diket.
Wergêran  zimanek werdigêre yê din.: Ev çîroke ji Elmanî wergêraye ser zimanê kurdî.

Nivîserekî Kurd dibêjê: ((wergêran û werger hemwate ne, lê wergêran pir kêm tê bikaranîn. Jixwe di tu ferhengê de wek peyva yekemîn cih nagire)). Baş e em pêre hawdeng in ku wergêran û werger hevwate bikar tên, lê dema dibêjê ((wergêran pir kêm tê bikaranîn)) di baweriya min de xudiyê vê gotinê ji rastiyê dûr dikevê, û agadariyeke qels didê xuyakirin, ku zimanê Kurdî ne hema sînorê bajarê wî ye yan sînorê gundê wî ye. Ji ber ku wergêran ew peyva herî zêde xuya dikê di zarê Soranî de, tew peyva (werger) ne di ferhengan de û ne ser zimana nayê bihîstin. Ya dîtir peyva (werger) tehhrîfa wergernadinê ye û vê dawiyê çê bûye, lê wergêran peyveke resen e, nemaze, jêder e. Mixabin, ferhengên Kurdî zarzarkî têne nivîsîn, ku her danerek peyvên taxa xwe têde rêz dikê, heçku ji nivîser û xwendayên taxa xwe tenê re ferhenga xwe belav dikê. Eger sînorên zarbêjî ferhengên Kurdî dorpêç bikê, ya baş nivîser xwe neke dîlê van tengsînoran, nemaze wergêrana pirtûkên dînî ku pêwîstî bi ezmûnên kurdistanî heye bo ku wergêran dirust û tekûz derkevê.
Xaleke dîtir serê xwe hildidê, ku peyva yekemîn dibê peyva herî giring û cihgirtî, ev gote di barekî zanyarî de rast e, belê di warê ferhengên Kurdî de barekî awarte tê ji ber qelsiya ferhengên Kurdî yên ku ne pêşî û paşî têde bi dirustî diyar dibê. Ji bilî ku zanebûn û agahiyên daner di hin ferheng de tenê komkirin û berhevkirin e, ango heme çi bikevê ber çavê wan, bixin tûrikê xwe de, tûrik jî gelek caran wek tûrikê parsê ye, perên Turkî û Erebî û Farisî li nav hev didin.

(6) Ferhengoka bîst hejmarên Kurmancî, Kurdi-Fransi
WERGER/WERGERANDIN
(t.) tercüme
(f.) traduction, action de traduire
(î.) translation

WERGERANDIN
(t.) tercüme etmek tercüme
(f.) traduire
(î.) to translate

WERGERANDÎ
(t.) çeviri, çevrili
(f.) traduit
(î.) translated

WERGÊR
(t.) mütercim, çevirmen
(f.) traducteur
(î.) translator

 WERGÊRÎ
(t.) çevirmenlik, mütercimlik
(f.) métier de traducteur
(î.) translatorship

(7) Di ferhenga `Ezîz Reshîd `Eqrawî, Rêbera sêzimanî[ii] de
Destewajeya (Nivîsga paçvekirinê: Translation office:  قلم الترجمة ( hatiye ku paçvekirin li şûna wergêranê daniye, bi vî awayî paçveker diê wergêr. Eger her yek ji me li gor ferhengekê ji van ferhengan riya xwe bigirê, wê gelek  peyv li encamê diyar bibin, ku tevlîheviyekê di hişê Kurdî de peyda dikê, nemaze xwênerê sava ku xwşik neketiye nav pêlên ziman de.   Di vir de 

(8) Joyce Blau. Kurdish~French-English Dictionary = Dictionnaire Kurde – Français Anglais (Bruxelles: Centre pour l`Étude des Problèmes du Monde Musulman Contemporain, 1965), xvii, 263 p.
wergerandin (wergerîne),      to reverse
wergiraneve                            translation
peçve kirin                      to translate
peçvevan (n.)                    translator
peçve (f.)                          translation
peçve kirin                     to translate
peçvevan (n.)                  translator

(9)  Muhemed Cemîl Seyda, ferhenga Jin
Di vê ferhengê de peyva  (werger) wek mutercim, ango translator hatiye. Tew ev daner peyvan li bin guhê hev didê, jêderê têper û têneper ji hev dernaxê, heçko çi tê ber devê wî didanê, bo nimûne (wergerîn) jî bi wateya terceme ye, herçende (wergerîn) têneper e.

2.     Peyva (werger) di Nivîsarên Kurdî de
Dema em li nivîsar û çapemeniyên Kurdî dinerin, em dibînin ku peyva (werger) li nik nivîserên Kurdê Turkiya bikar tê, û hin car, kêm kêm li nik yên Sûriyê, yên ku di bin bandora nivîsarên Turkiya de pêşve diçin. Ezê hin nimûne ji pirtûk û rojnamegeriya Kurdî li ber we danim.
1.
Ji alîkî din ve jî, eger em li nivîsarên kevin vegerin ka Kurda çi beramberî têgeha (to translate, tercemekirin) çi gotine yan çi hember danîne. Sala 1932 Mîr Celadet Alî Bedirxan di govara Hawar de, Hijmara 2, (birrê wergerandî) nivîsiye. Sala 1944, di govara Ronahî de, jimara 26, rûpelê 13, peyva (wergerandin) hatiye, wek di vê rista jêrî de: ((Ji cerîda emêrîkanî a New-york Herald Tribune hatiye (wergerandin)). Peyva (wergerandin) bi forma (hatiye wergerandin)) ku (passive voice) e bi wateya (was translated).  Di baweriya min de peyva ((wergerandin)) wek form û wek wate bi dirustî cihê xwe di ziman de digirê, ji ber ku (wergerandin) jêdereke têper (transitive verb) e. 
2.
Di van çend salên dawî de M. S. cumme gelek pirtûk ji zimanê Erebî û ji zimanên dîtir wergerandine Kurdî, û di piraniya wan de peyva (werger) li şûna (wergêr) bikar tênê, bo nimûne:  (Werger dr . M. S cumme) û gotarek bi navê  (Gotina werger) belav kiriye.

3.
Perwîz Cîhanî jî gotarek di Kovara Zend de, jimar 8 belav kiriye, bi navê: (( LI SER WERGERA M. EMÎN BOZARSLAN A MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ)). Lê dema em lêkolînê dixwênin, em carekê jî pêrgî peyva (werger) nabin, weha dixuyê, wek ez guman dikim, ku peyv (wergerandin) yan (wergêran) bû, xwediyê govarê peyva (werger) li şûnê xistiye navûnîşana gotarê de. Ji ber ku nivîser peyva wergerandin û wergêran û wergêr hemî jî di cihê xwe de bi dirustî bikar anîne. Mamosta Perwîz di gotara xwe de piçîskî li ser peyva wergeran û wergerandinê radiwestê, bê ku amaje li peyva (werger)ê bikê, û têde dibêjê: ((Em ji gotina xwe ya binêşeyî dûr nekevin. Me got ku du kesan Mem û Zîna Xanî ji kurdî wergerandine ser ziman ê kurdî. Ew her du kesên hêja ku ev karê sosret kirine, yek mamosteyê gorbihişt Hejar Mukriyanî bû û yê dî jî hêja M. Emîn Bozarslan e. Pêş wê hindê da ku ez dakevim kûraniya vê rexneyê, ez pêdivî dibînim ku li ser peyva wergeran yan wergerandinê rawestim. Wergeran an wergerandin ku di hindek devokên kurdî de jê re çerxkirin, zivirandin û paçvekirin jî dibêjin, ew e ku mirov babetekê yan gotinekê ji zimanekî bîne yan wergerîne ser zimanekî dî.))   
4.
Çeto ÖZEL di kovara Zend de, jimar 07, rûpel 43, sala 2004, derbirrîna (Rêbaza wergera ziman) belav kiriye.

5.
Kovara w, jimar 1,  Çarşamba, 05 Nisan 2006
Nanê Pîrebokê : O Henry
Ji îngilîzî werger: Sîdar Jîr
6.
Nameyek Hezkirinê-Nîzar Qebanî
Werger: Luqman Ehmed
7.
Kovara w, Hejmar 5
H. D. (Hilda Doolittle)
Werger û Amadekirin: Kawa Nemir
8.
Ernest Hemingway
Werger: Welîd Murad
9.
 Çend helbestên Riyad Salih El Huseyn
Wergera ji erebî: Rizoyê Xerzî
10.
Her Tişt Di Te De Veşartî Ye
Werger ji Tirkî: Samî BERBANG
11.
Kovara Zevî, jimar 9, 2003, Mele Xelefê Batî
Wergera tîpan : D. Zengî
V. Encam:
Li encamê, em hemî dixwazin zimanê xweyî şîrîn ji kok nexin û em hemî guh bidin hev, ne ku qayişê pevre bikişênin.  Miletê Kurd ji ber zordestiya dagîrkerên Kurdistanê di barekî awarte de rewşenbîriya xwe ava kiriye, lewre ew darûberên xweş jêre nehatiye ku bikarê zimanê xwe wek yên dîtir ava bike. Vê nekarînê lawazî û hejarî bi ser ziman de aniye, helbet şaşî jî pir bûne. Belê xwenda û zanayên ziman û nivîser û rewşenbîr û berpirsên Kurd pêwîst e bi singekeke fereh berê xwe bidin vê meydanê, yan jî emê nikaribin tiştekî bi ser hev bixin. Mebesta min ji vê peyvê ew e armanca me di axaftinên me de nebê meydana şer, ka kî serkeftî be, ev ne karê rewşenbîra ye, divê serkeftin hemî bikevê aliyê ziman de, ne kesayetiya me bê. Ji ber ku em hemî bibin pale bo bilindkirina ala zimanê me yê ku dijmin bi sedê salan xwestiye wî biperçiqênê û wunda bikê, înca nabê em jî parçekî jê şaşomaşo bikin, bo ku em rê li ber nifşên nû rast û xweş bikin.
Baş e, piştî me form û wate û rêzimana van peyvan da xuyakirin, em dikarin bigihin kû? Xala pêşî sê têrim li ber me hene, ew jî ev in: (to translate, translation, translator). Di Kurdî de wergeran herî dûrî van hersê peyvên Ingilîzî ye. Bi me re sê peyvên dîtir dimênin, ew jî ev in:
1.     (wergêran) û (wergerandin) yek wate didin, û herdû jî cihê hev digirin. Ev herdû peyv wek jêder bikar tên û rûdan (action) di wan de heye, wateya piroseya jêderbûnê têde ye, ango karê (wergêran)ê, yan karê (wergerandin)ê, ne ya (translation) e, ku nav tê jimartin. Inca em dikarin bêjin ku (wergerandin) û (wergêran) hemberî jêdera Ingilîzî (to translate) û forma cîrend (translating) tên, û heman wate didin.

2.    Baş e, hember peyva Ingilîzî (translation) em dikarin herdû jêderên benda yekê bikar bênin? Di baweriya min de di hin têvejo de çê dibê, lê di hin têvejoyên dîtir de çênabê. Ez weha dibînim ya baş ew e em peyva (werger) wek têrim hemberî (translation)a Ingilîzî bikar bênin. Di vi de em dikarin bêjin (werger) wek beşekî kurtkirî ji (wergerandin) hatiye, ne ji (wergeran) û şêweya nav girtiye. Inca gava em (werger) hemberî (translation) rast bibînin, nabê em bêjin (wergerkirin) şaş e, herwekî wateya translation her têde ye wek em bêjin min pirtûk translation kir wek çilo em dibêjin (min telîfonî wan kir). Lê eger em peyva (werger) vegerênin jêdera wergeran, emê vegerin zîvironeke pêşî ku (werger) dibê navê kara, û şîrovekirin bi vî awayê dawî peyvê li şaşiyê rast dikê, û me digihênê dergehekî girtî. Inca, li pêka şîrovekirina me ya bûrî ya baş ew e em (werger) hemberî (translation) dirust bibînin. lê dema em peyvê wek kar yan jêder bikar bênin ya baş ew e em ((wergerandin)) û (wegêran) bikar bênin, ne (wergerkirin).
 
3.      Du navên kara hemberî (translator) hene:
a.      (wergêr) ji ((wergêran)),
b.      ( wergerên) ji ((wergerandin))

Belê peyva (wergêr) ji (wergerên) xweştir û siviktir e, lewre ya baş em (wergêr) hemberî (translator) bikar bênin, ne wergerên.    
     
wergerandina Quranê bo Kurdî bidawî bû.
Hêja Mamoste Maruf bo koma Dîwanxane wergerand
yan:
wergêrana Quranê bo Kurdî bidawî bû.
Hêja Mamoste Maruf bo koma Dîwanxane wergêra

4.  Tevlîheviyeke bêsûd di piraniya ferhengên zimanê Kurdî de diyar dibê, bo nimûne, beramberî yek têgehî çend peyvên Kurdî danîne ku bikar nayên, wek ku di ferhenga Hejar de hatiye, bi ser ku Hejar yek ji Kurdîzan û zimanzanên binav û deng e. Hejar bermaberî têgeha (terceme) peyva (paçve, terceme, û paçve/pacve, paçvekirin, wergêran), wilo jî navê kara bi gelek peyvan didê wek: (dîlmanc: paçvekar, terciman), (werger: dîlmac, paçvekar, kesê le zimanêkewe bo zimanekî tir werdegêrê). Em vê yekê dibêjin herçende daner zanayekî binavûdeng e. Giyo Mukiryanî jî zanayekî ne normal e, di ferhenga Nobere de, 1986,  beramberî peyva (wergêr مترجم) paçvan, zimanzan, perçvan, pêçvan, ezmanzan dideynê. Baş e, ma rast e em zimanzan û wergêr bixin beramberî hev? Herçende zimanzanî giring e bo wergêr lê her yek ji van peyvan têgehekî sînordar didê, û ciyawazî navberan wan de heye. Jibilî vê jî, peyva paçvan û pêçvan, paçveker, … ji kû hatine, ev peyv pirtir di ferhengên kevin de diyar dibin, heçku ev peyv kevnar e di kurdî de. Baş e, eger zanayekî wek Giyo Mukiryanî mijara hilbijartina peyvan bo termînolojiya Kurdî raçavî xwe nekiriye, wê çilo evên jê kêmtir bîra vê gavê bibin. Dîsa tême ser wê baweriyê ku barê nivîserê Kurd giran e, pêwîstî bi xwendina gelek di zimanê Kurdî de heye, serê pêşî xwe hînkirina zarên Kurdî, nemaze, Soranî û Kurmancî û  Zazakî û Hewramî. Ya dîtir jî xwendina hûrbîn di berhemên wêjeya  kilasîkî ya zimanê Kurdî de bi awakî ku xwênerê ne tenê hînî wêje bibê, divêt hînî ziman jî bibê, ji ber ku gelek peyvên Kurdiya resen û pakîze û destewaje li nik Cizîrî û Xanî û Nalî û Cegerxwîn hene em wan nizanin, yan bo me nediyar in. Bi hînbûna van peyvan nivîser di ziman de xudan samanekî dewlemend dibê. 

Li dawî ya baş em bigihin encameke vê girêkê vekê, ku me ji nav dirrihên şaşiya van ferhenga û van nivîseran derxê, ku em bi yekdengî derkevin, ku peyva (werger) nabê carekê şûna (wergêr, translator, mutercim) bigirê, û carekê şûna (wergêran, terceme, transaltion). Ev tevlîhevî hem li nik nivîseran, hem jî li nik ferhengnivîsan derdikevê, ku dibê çavkaniya belavkirina şaşiyên ziman. Ya dîtir, çêdibê em peyva  (werger) wek formekî kurtkirî ji (wergêran û wergerandin)ê terxan bikin beramberî (translation)a Ingilîzî. Ji ber ku kurtkirina peyvê bo hesanîkirinê karekî belav e di kurdî de nemaze di rêjeya navan, wek (ji piya) bûye (şipya),  mihhyedîn dibê Mihhê, Evdilkerîm dibê kerîmo, û gelekên dîtir. Lê nabê em (werger) û (wergêr) bixin yek malikê de, yan wek hev bibînin, ev şaşî ye. Wilo emê xwe ji vê gelşê rizgar bikin. Inca formên dirust li dawiya vê lêkolînê ev in:

wergêran         to translate/ translating, translation
wergêr               translator
wergêrayî         translated
wergerandin  to translate/ translating,  translation
wergerandî,   translated
werger               translation

[i] Navê gotara Perwîz Cîhanî di Kovara Zend, jimar 8: (( LI SER WERGERA M. EMÎN BOZARSLAN A MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ))

[ii]  (The trilingual guide), Kurdî –عربي-  - English, 1980
الدليل اللغوي الثلاثي، تأليف عزيز رشيد عقراوي، الطبعة الولى، 1980

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark