Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: EHMEDÊ XANÎ

 




“Li ser daxwazî ya gelek dostên min evîndarê Ehmedê Xanî û helbesta klasîkî ez vê helbestê di Mîdya elektronî de belav dikim”.
                      Lewend Dalînî
Ey Suxteyê jar û reben çima wilo mestaneye!
Li pêþberî Mîrê mezin sertewandî bi þermeye!
L’Zanîngeh û  Hicrên Mela; xwendî te “ÎLM ê” Mîm û La
Rûnanî tû l’ Birc û Sera; li ber dîwara þerpezeye!


Ez di “NEZMÊ”de çi deynim ew bi sistî û kêmî ye
Kû di pesnê de çi bêjim ne bûhayê XANÎ ye
Zar û Ferhenga m’qelse þermedar na peyivî
Xameya min jî nikrî pêþ te qet ew bilivî 
Elfeba min nakê pîvan navê giran EHMEDÎ
Gotinê pîvanê çêkî bo te Seyda sermedî
Navê te li nêk Kurd bilin de giþtî ber textê Mûbîn!
Ew dijî nêv wan bi rengê “NÛBÛHARÊ” û “MEM Û ZÎN”
Sêsedê sala qedabû tevna warê me te rist
Lê mixabin her me hûnî xav dihatî yan jî sist!
Ew çiyayê çanda asê Rê kola j’mer pêpelok
Hîn di gava yekemîn de dikne pîkol wek pepûk!
Ez di MIHRABA te Mîrî tême sucdê gav bi gav
Pê hewesa xwe dibînim her dibûrîn çax û gav
Ger bi sohtim laþ seranser peþ te nadî ronîyek
Lê di wan Baxên te çandin belkî bibme çuqlîyek!
                       ******************
Milletim va dîsa dijmin ted gerînê Çerx û Aþ
Tanî kengî jêre Aþ bî ew li dergeh te Qeraþ!
Sed gelên wek me bi cihbûn bêxwedî em tenha man
Kevr û ber tevda biribûn carekê em neghane dam
Tim li cenga rojhilatê Em dibin Nîþan û Kêl
Rast û çep wêran dibin Em þar û gund û Mal û êl!
Arê xasûma me gurr bû me nema yek ITÎFAQ!
Dest bi dest êþ dabû canî laþ wezakir çerim û laq
Bû birînek kûr di dil de ketbû nêva wî pereng
Min dixwest Ez wê veþêrim kêferat bimrî bê deng!
Xwîna dil rijîbû Xakê! lê carkê din wê derbê der!
Wê bi rengê sing û pîjan çavê dijmin bînê der!
                     ******************
Dest bidin hev bibne banî doza Xanî a jimêj
Ber bibêt ferzek xwedanî rengê Parêz û Nimêj!
Wek Bahoz û Berq û Bayê bidne dûv wê bermedin
Ma ne þerme tanî îro rêncberê tim bê kedin
Av bidin Xakê seranser tim bi xwîna germ û sor
Qada xwe em pê cudakin Sênc û Bendan bidne dor
Kuþtin û talanîya hev kû bibin ew bome doz
Xweþ bi bawer bin kû dîsa dê bidin pey Kerê boz!
Pirr wekî Min Ew di vê Rê mane dil jan û geda
Bû sedem kû hîn b’jiwanî rih ji Canêm bû cuda!]

                                     Kovara METÎN Hejmara 45 Çirya pêþin 1995

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark