Ev bûye demek ku di Medyaya kurdî de behsa hewldanekê ji bo guhertina Ala rengîn û sirûda Ey Reqîb ya neteweyî ya gelê Kurd, tê kirin. Her weha tê gotin ku helbestvanê Kurd Þêrko Bêkes sirûdeke nivîsiye da ku þûna Ey reqîb bigire. Nivîskarê Kurd Jan Dost, ew sirûda Þêrko Bêkes ku navê wê Kurdistan e guherandiye Kurmanciya jorîn û niha jî li ber destê xwendevanan e ku ew jî nêrînên xwe li ser naverokê bibêjin û vê sirûdê û sirûda Ey reqîb bidin ber hev û binêrin ka kîjan bêtir nêzîkî hest û dil û giyanê gelê Kurd e.
Kurdistan
Dayka me yî, çi þêrînî, serbilindî, Kurdistan Kevnareyî, tu pîrozî, roniya çavê hemyan Li bakur û li baþûr bî, rojava, rojhilatî Armanc yeke , al jî yeke, doza me ye azadî Te dparêzin, li çarhawîr, wek rêza çiyayên te Canfida ne, dilpola ne, bi milyonan lawên te Bi salane, çira xwîna þehîdan e, ev xak e Ta hetayê, dê li ser me biçirise, ronak e Yekgirtîne, di rê de ne, jin û mêrin, mil li mil ji bo pêþerojek geþtir, ciwantir ji roj û gul
|