Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hecî Mûsa Begê Xwêtî 1855 – 1928

 


Konê Reş

  Jiyanek bê rawestandin di navbera Deşta Mûşê û revandina Guloya Ermenî de..  Dadgeha Osmaniya li Stenbolê û sirgûna Erebistanê, bajarê Medîna Munewer.. Serleşkeriya hêzên kurdan di şerê Rûssan û Osmaniyan de û dostaniya wî bi Mistefa Kemal Paşa re.. Endametiya wî di Komela Azadî de û bidarvekirina Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya Begê.. Sirgûniya Anadola Rojava û çavpêketina wî bi Kor Husên Paşa re.. Reva ji sirgûna Anadolê bi Kor Husên Paşa re û derbasbûna Sûriyê, gundê Dugirê.. Çûna Iraqê bi Kor Husên Paşa re û mirina li Sûriyê, gundê Dugirê.. Erê jiyan û dîroka Hecî Mûsa Begê bi bûyerên tevlîhev xemilandî bû..


   Piştî ku min ji aliyê kovara BÎR hejmara 7 an gotarê mamoste Şakir Epozdemir yê bi navê (Hecî Musa Begê Xwêytî û Seîdê Nuh Begî) xwend, pêre pêre çîroka hatina Hecî Musa Begê û Kor Husên Paşa, nav Kurdên Sûriyê hat bîra min. Ji dema ku ez bîr dibim, di civatên Kurdên Binxetê de qal û behsa hatin û kuştina Kor Husên paşa yê Heyderî û mirina Hecî Mûsa Begê Motkî li gundê Dugirê dihat kirin..
   Digotin; Hecî Musa Begê û Kor Husên Paşa, di gundê Xerabkortê re derbasî Sûriyê bûn.. Li ser daxwaza wan, Tahirê Mehmûd axayê eşîra Temikan, ew birin gundê Dugirê, nêzîkî Qamişlo. Hingî Haco axa û Emînê Ehmed (Emînê Perîxanê, serokê eşîra Rema) jî di gel gelek ji giregirên Kurdan yên ku ji ber tirkan revyayî bûn li gundê Dugirê di mêvandariya Silêmanê Ebês axayê eşîra Dorikan debûn û kar û barê xwe ji tevgereke Kurdî re dikirin.. Dibêjin piştî ku Kor Husên Paşa û Hecî Mûsa Begê jî tevî wan bûne, li ser destê mîr Celadet Bedirxan bûne endam di komela Xoybûn de.. Ji ber ku sûnda Xoybûnê xwarin, divîbû di ber de têkoşînê bikin, ew têkoşîn jî ku, xwe bi serhildana Agirî ve bigihînin û li kêleka serokê wê, Ihsan Nûrî Paşa ala azadiya welatê xwe bilind bikin..
   Wiha di serê bihara 1928 an de Hacî Mûsa Begê û Kor Husên Paşa ji Dugirê, berê xwe dane Iraqê, da ku ji gundê Barzan xwe bi çiyayê Agirî ve bigihînin.. Lê mixabin li bajarê Mûsilê ji rex Ingilîzan ve hatine girtin û careke din ew li sûriyê, gundê Dugirê vegerandine..    Li Dugirê Hecî Mûsa Begê bi nexweşiya Melariya ketiye û di nav çend rojan de canê xwe ji dest daye û miriye. Hingî ew li serê kûpê girê Dugirê veşartine û ta niha gora wî li wire. Ji wê hingê ve girê Dugirê bûye guristana welatparêzên Kurdan. Gelek ji mezinên Kurdan têde hatine veşartin wek: Haco axa, Silêmanê Abbas axa, Ebdulrehman Axayê Eliyê Ûnis, Dr. Ehmed Nafiz (Birayê Dr. Nûreddîn Zaza), Hemze Begê Miksî, Arif Beg Abbas, Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa, Hesen Hişyar (Mele Hesenê Kurd), Hesen axa Haco û gelek kesên din.. Gundê Dugirê dor 22 k m rojhilatî bajarê Qamişlo ye.
   Lê Kor Husên Paşa tevî xulamê xwe careke din, di rêka Mûsilê re derbasî Barzan bûye, da ku ji wir xwe bi Ihsan Nûrî Paşa serokê serhildana Agirî ve bigihîne. Dibêjin ku pêleke baş di mêvandariya şêx Ehmedê Barzanî de maye û li wir çav bi Nûh Beg birayê Hacî Mûsa Begê û Medenî kurê Hacî Mûsa Begê ketiye.. Li Barzan, kar û barê xwe û çûna Agirî kirine. Di wan çend rojên mêvandariya Şêx Ehmedê Barzanî de, Mustefa Bazrzanî (Mele Mustefa Barzaniyê Nemir), xortekî nûhatî û jîr bû, temenê wî dor 25 salan bû, di nav mêvanên malê de diçû û dihat.. Serwextî gotinên ku di civatê de dihatin gotin, nedûrî veşartokên civatê bû û dihisiya ku ava Nûh beg û biraziyê wî Medenî ne zelal e.. Nêtên xerab di dilê wan de hene, planên reş di mejiyê xwe de çandine.. Wan jî dixwest ku bi Kor Husên Paşa re derbasî Tirkiyê bibin û beşdariyê di serhildana Agirî de bikin. Lê berî ku Kor Husên Paşa bi rê keve, Mustefa Bazrzanî birayê xwe Şêx Ehmed agahdar dike ku nêtên xerab di dilê Nûh begê û biraziyê wî Medenî de hene û bi tirse ku di rê de Kor Husên Paşa bikujin.. Li ser vê yekî Şêx Ehmedê Barzanî Nûh Beg li cem xwe wek giraw dihêle û rê dide ku biraziyê wî Medenî bi Kor Husên Paşa re derbasî Araratê bibe.. Bi rêde Medenî kor Husên Paşa û xulamê wî dikuje, serê Kor Husên Paşa jêdike û ji waliyê Wanê re dibe.. Bi vê yekê efûya xwe ji Kemalîstan distîne..

   Dibêjin; li Barzan jî, piştî ku şêx Ehmedê Barzanî bi kiryara kirêt a ku Medenî kiriye agahdar dibe, Nûh beg di ber kuştina Kor Husên Paşa de, tê kuştin..

   Hem jî dibêjin ku di salên 1960 î de, piştî ku Medenî bûye Hecî, di mizgeftek Bedlîsê de destlimêj digire, xortek di ser re disekine û jêre dibêje ka bapîrê min Kor Husên Paşa..?!! Medenî lê dizîvire û mêze dike ku demaçe di dest de ye, nas dike ku hatiye kûştina wî.. Lê vedigerîne; bavê min kuştibû.. Xort jêre dibêje: Bavê te li Sûriyê, gundê Dugirê bi nexwşiya melariya miriye.. Û bi van gotinên dawî re çend fîşekan li ser datîne û wî dikuje.

Hecî Mûsa Begê Kî Ye?
   Hecî Mûsa Beg kurê Mîrza Begê ye. Malbata wan ji kevin de, di deşta Mûşê, navçeya Xwêtê, gundê Xifyanê de ji begên eşîra Motkan tên naskirin.. Mîrza Beg, di heyamê xwe de, qaymeqamîya Motkan û Xelatê bû û pêlekê jî li Bedlîsê defterdarî kiriye. Mîrza Begê di sala 1885an de ji terefê neyarên xwînî ve hatiye kuştin û wiha kurê wî Mûsa Begê şûna bavê xwe girtiye.
Mûsa Beg di sala 1855 de li navçeya Xwêtê hatîye dinyê.
   Di sala 1887 an de Mûsa Begê Guloya Ermenî direvîne. (Gulo: Gulnaz; keça birayê papazekî ermeniyên deşta Mûşê bû, navê wî Garsa Mîro bû). Ji ber vê revandinê û hin kiryarên wî yên din, di sala 1889 an de, dadgeha dewleta Osmanî li Stenbolê Mûsa Beg bi 14 gunehan sûcdar dike. Gunehê herî mezin ku, wî Guloya Ermenî an Gulîzara 14 salî bi kotekî revandiye, ji keçkanî xistiye û paşê xwestiye wê bike misilman û bi birayê xwe ra bizewicîne.. Lê Gulê bi xebera Mûsa Begê nekiriye, bi alîkariya Ermenan ji Mûşê revîyaye, çûye Stenbolê.. Ji encamên vê dadgehê Siltan Abdul Hemîd, Hecî Mûsa Begê sirgûnî Erebistanê, bajarê Medîna Munewer kiriye. Hingê Mûsa Begê kufletê xwe jî bi xwe re biriye û kurê wî Medenî li Medîna Munewer çêbûye û navê wî kiriye Medenî.. Gulo jî teslîmî dê û bavê wê kirine. Vê paşiyê Gulo bi yekî Ermenî ji Mûşê, bi navê Kexam Gerebêtyan re zewicîye..
   Di sala 1895 an de, anku piştî 6 salan ji mana Mûsa Begê li bajarê Medîna Munewer, zîvirîye welat. Hecîtiya wî ji wê çûna Medîna Munewer destpê kiriye.
   Di salên 1915 û 1916 an de bûye serfermandarê hêzên Kurdistanê di artêşa Osmanî de û bi Mustefa Kemal Paşa re dijî artêşa Rûssan, li deşta Mûş û Bedlîsê, şerekî dijwar kiriye.
   Di sala 1919 an de Hecî Mûsa Begê bûye endamê kongreya Erzerûmê û kongreya Sêwasê. Lê di her dû kongeyan de jî beşdarî nekiriye.. Di sala /1922 an de Hecî Mûsa Begê bûye endam di Komela Azadî de, ewa ku li Erzerûmê, di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya Beg de, hatibû damezirandin.
   Berî serhildana şêx Seîd bi çend heyvan Serokê Komela Azadî Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya Beg di gel çend hevalên xwe ku Hecî Mûsa Begê jî di nav wan de bû, li Bedlîsê têne girtin.. Di dadgehê de Hecî Mûsa Begê inkar dike ku ew endame di komela Azadî de.. Di encam de Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya Begê, di bihara 1925 an de bidarvedikin û Hecî Mûsa bi 15 salan ceze, wî sirgûnî Anadola Rojava, bajarê Aydinê dikin.

Kor Husên Paşa Kî Ye?
   Kor Husên Paşa, serokê eşîra Heyderan bû, paytexta wî gundê Batnosê bû.. Di serhildana Agirî de çar kurên wî û gelek ji mirovên wî şehîd ketine.. Yek ji endamên Komela Azadî bû. Beşdarî di serhildana Şêx Seîdê Pîran de nekir û piştî herifandina serhildanê bûye asteng di pêşiya hevalên şêx Seîd û kurê wî Elî Riza de, nehiştiye ku xwe bi Simko Axayê Şikakî ve bigihînin.. Piştî têkçûna serhildana 1925 an, Kemalistan piraniya axa, beg, şêx û hempayên Kurdan sirgûnî Anadola Rojava kirin, hingî Kor Husên Paşa jî sirgûn kirin..Tevî ku xizmeta wan kiribû..
   Di wê sirgûniyê de, berî efûya sala 1928 an, herdû mezinên Kurdan Kor Husên Paşa û Hecî Mûsa Begê hev dibînin, bi ser halê hev de gilî û gazinên xwe dikin û ji hev re dibêjin; Cihê me li Tirkiyê nema ye.. li Sûriyê di nav Kurdan de partiyek çêbûye, pêwîste em xwe pêve bigihînin û ji xwe re cihekî di nav de bibînin.. Û wiha herdû ji sirgûna li Anadola Rojava direvin, xwe li dewleta Sûriyê ya ku wê hingê di bin destê Fransîzan de bû digirin û derbasî gundê Dugirê dibin...

   Dawî, em bêjin nebêjin Hecî Mûsa Begê navdarekî kurd e. guneh û kêmasiyên wî jê re ne.. Bi taybetî gunehê ku wî bi Guloya Ermenî re kiriye.. Erê gunehên wî li kesayetiya wî vedigerin, ne li gelê kurd. Ji ber ku gelê Kurd, ev karê wî protesto kiriye û nerazîbûna xwe jê diyar kiriye.. Ew nerazîbûn jî di strana Guloya Ermenî de xweş belû û diyar e, ku heta niha dengbêjên Kurdan wê neheqiya ku Hecî Mûsa Begê bi Gulo, Gulnaza bavfile re kiriye, di nav xwe de, bi zimanê Kurdî dibêjin;

Gulo rê girt çû bêriya yekdana..
Mûsa Begê ket pêşiyê û şûr kişand ji kalana..
Go ezê te bînim ser dînê Misilmana..
Gulo go, ez Gulo me Guloka bavfile me,
Tu min hûrkî, neyêm ser dînê te me..
Ez ne layiqî Mûsa Begê mîrê xwe me..

    Belê ji rexekî din ve, tevî vê protestoya gelêrî ji rex gelê Kurd ve; di baweriya min de rola partiyên Ermeniyan yên wê hingê wek Taşnak û Hançak di mezinkirina vê bûyerê de pir mezin bû.. Wan dixwest misilmanan û bi taybet Kurdan bi vê bûyerê, gunehkar bikin. Û dewletên wek Ingilîzan, Frensîzana û Rûssan agahdarî kêşeya xwe bikin ku zilm û zor ji rex Kurd û Tikan li wan dibe, da ku qezecên siyasî pêk bînin.. Erê, di baweriya min de rola mîsyoner û konsolosên van dewletan li Stenbolê, di mezinkirina gunehê Hecî Mûsa Begê de pir mezin bû..

Jêder:

- Şakir Epozdemir: Hecî Musa Begê Xwêytî û Seîdê Nuh Begî,
 malper kovara Bîrê (www.kovarabir.com)
- Konê Reş: Komela Xoybûn1927 û Bûyerên Rojane Yên Şoreşa Araratê1930, bi zimanê erebî, Erbîl, 2000.
- Nacî Kutlay: Hecî Mûsa Beg û Guloya Ermenî. WAN: Kovara Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêd, hejmara 4, sala 1992
- Nivîskar Kazim Ozdemîr jînenîgariya xwe wiha rêz kiriye.


Qamişlo, 01.02.2011

Netkurd.com

- Şakir Epozdemir: Hecî Musa Begê Xwêytî û Seîdê Nuh Begî, malper kovara Bîrê ()- Konê Reş: Komela Xoybûn1927 û Bûyerên Rojane Yên Şoreşa Araratê1930, bi zimanê erebî, Erbîl, 2000.- Nacî Kutlay: Hecî Mûsa Beg û Guloya Ermenî. WAN: Kovara Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêd, hejmara 4, sala 1992- Nivîskar Kazim Ozdemîr jînenîgariya xwe wiha rêz kiriye.
   Belê ji rexekî din ve, tevî vê protestoya gelêrî ji rex gelê Kurd ve; di baweriya min de rola partiyên Ermeniyan yên wê hingê wek Taşnak û Hançak di mezinkirina vê bûyerê de pir mezin bû.. Wan dixwest misilmanan û bi taybet Kurdan bi vê bûyerê, gunehkar bikin. Û dewletên wek Ingilîzan, Frensîzana û Rûssan agahdarî kêşeya xwe bikin ku zilm û zor ji rex Kurd û Tikan li wan dibe, da ku qezecên siyasî pêk bînin.. Erê, di baweriya min de rola mîsyoner û konsolosên van dewletan li Stenbolê, di mezinkirina gunehê Hecî Mûsa Begê de pir mezin bû..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark