Mele Nûriyê Hesarî
Evîna welat! Gelekî ti zorî Ez nadim welat, bi çerxê jorî Bavê min jêre dibêjin Yûsiv Navek þêrîne, wek dims û hingiv Diya min bi min, gelkî biha ye Navê wê Xanim, kîza Mela ye Ez li Hesarê, çêbûm ji dê re Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re Þehra me Mêrdîn, li Kurdistanê Tirk li wan dikin îro fermanê Jîna min çardeh, gîhame Sûrî Çi hat serê min, ji destê dûrî Li min bû peyda, evîna welat Zimanê min bû, Xabûr û Ferat Min melatî kir, peyda li gunda Bûme biyanî, ji rengê Kunda Geriyam li gunda, nebûme dilxweþ Qirdê min kor bû, bextê min bû reþ Hatim Qamiþlo destê min vala Guhneda ser min, keskî ji hevala Ji ber neçarî, ez ketim xana Hiþê min tev çû, ji derd û jana.. Bi helkeftina koçkirina dawî a rehmetî (Mele Nûriyê Hesarî), kêfxweþ dibim ku, xwendevanên zimanê Kurdî vê helbesta wî bixwînin.. Min ev helbest ji qaba dawî a dîwana wî, ya bi navê (Þoreþa Bazrzanî) girtiye. Ev dîwan di sala 1995 an de çap bûye. |