Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Sibehên esmera Farqînî

 



Demhat Dêrikî
1.Çi sibehek xweþ?! Bi ramûsanên barana ji pencerê re ji xewna dilê te þiyar bûm! Na na, gelo ez þiyarim yan hêj rêwiyê xewnê me? Ji her deverê min bêhna buhuþtiya wê diforê!Ey yezdan, ev çi stêrka sibehê ye, ev çi bedewbûne hemû sînorên xweþkbûna wêneyên sirûþtî derbas dike?! Ev periye, yan þaha periyaye? Ev esmera Farqînî ye, li gel bêhna qewhwê, diyarî min dike gulkenên rojbaþiyê!


2. Çi sibehek xweþ?! Bi dengê dilê te yê ku li dergehê dilê min xist, ji xewna romana te ya evînê, derbasî nava bêhna qehwa te bûm! Na, bêhna binkiraskê te û bêhna qehwê her ew xwendina romanê bû! Her ew canê esmerî bû ku bêhna yasmînên Þamê di nava pora rengþevî de, di nava sêvên xwe yê berwarî de, di nava çavên xwe yê zeytûnefrînî de dikir rûpela dawî û tu dibûyî rûpela yekê ji destana Derwêþê Evdî di nava cengevîna sibeha dilê min de. Sibha te bi xêr esmera Farqînî!

3. Çi sibehek xweþ?! Esmera Farqînî, sibehek din bi dengê te yê ku balkêþiya sibehên dengê Feyrûzayê û awaza kemana Ferîd ê farisî ji dilê min dide koçberkirin, li ser sibehnameyên min bi gulvedana rûkê te, rûpelek din ji bêhna beybûn û nefelê, tevlî çîroka evîna sibehên te dibe…û tu min hembêz dike, dîsa bêhna qehwa ji destê te difore û çêja ramûsanên ji lêvên te yê sorgulî di navbera lêvên min de, silavê dide guldêmên te!

4. Çi sibehek xweþ?! Sibha te bi xêr ku bi çemên buhara dilê xwe çavên min di nava sing û berên xwe yê zozanfereþînî de vedike!..ey yezdan, vê sibehê ji dengê cokherkîna dilopên kirîstal ku li ser canê wê li dora kulilikên sorî bi aramiya zarokek diherikî, û bi bayê heneseyên wê, kulilikan, lêvên min di peresetgeha ramûsanên xwe de dibirin geriyana canbuharistana wê!..Dubare, di nava bêhna sibeha wê a ji nêrgizan de, dibûm evîndarekî din ji sibehên wê!..Ma hêj çi bibêjim esmera Farqînî!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark