Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Rn ku mna toz direvin*

 


 
Ehmedê Huseynî 
Hekîm Sefkan

Min destên te li ser durêyên sawê ji bîr dikirin
Min bêriya pêjna te dikir
Wek ku rê ne ji gava me re hatibû xemilandin
Nasnameyên me di qelên wê re winda dibûn û dara tûyê di hembêza te de digiriya
opên kelogirî tika dikirin û serê roavahiyê li ser balgeha bîranînê ditevizî


Xewên xilmabûyî li hêviya bidawîhatinê bûn
Lêbelê dawîhatin bi kesera te dest pê dibû
Em di terkên nenas de ber bi bênavnîaniyê ve digindirîn
De min ragire!
û zimanê xwe li ûna vê xweliyê li cih bihêle ey sefer!
Û qîlên xwe ji nav parsûyên bîranînên birîndar bikiine!
Dayika min ji te hez nedikir
û ne jî ji bagera te
Bavê min zimanikestî ji hevdîtina te vegeriya
Bikojên peyvê radestî destana te dibûn
Ewrên te saw di pêsîrên jinebiyan de diçandin
Lê tu bi nexweiya tozê diketî, ey zersosina vegerê!!
Berî her pizanê tu bi karwanekî laên lal ber davêjî
Û sirûdên xwîna te asoyên xwe dikujin
Mirîo di govenda kurtêlxwarinê de serxwe dibin
Ne darbesta te hêjayî mirinê ye û ne jî mirina min têra axa te dike
Tu di devê topa nehezkirinê de nifirek î
Tu bi evçirayên xwe xewna dayika min dilorînî
De destê xwe ji paxila bêrîkirina min bikiîne û bîna êvarê bi ser berbiskên çîrokê de nerijîne!
Bila siya terkên te nebe hîzarê destbirîna me
De bila darhinara te welatan dorpêç bike û de bila Cûdiyê te hînî xemsariya pêxemberan bibe û çiyayên bûzgirtî ji tîna te ta digirin
Min xwelibakirin û semageriya înîgiriya te dipesinandin
Û min bi heyvanê te êa xwe dimeyand, va ye tu min di meka xwe de dispêrî dewkêlên çavnebar ên berbangê
Regirêdana te ne bi dilê min û ne jî bi dilê evê bû, regirêdana te wek dastanekê hêjayî xwekutina gulê bû
Di bêdengiya kêliyan de hezar evên kanûnê derbas dibûn Û dema ku axîna min pêrgî nexeya te dibû, sînorên te di dilê min de diteqiyan û min bawer nedikir
Siya xwîna min dibû xaçerêka pevgirêdana zîvalên te û destên min ji cegerdariya kêla te nedibûn
De hilbe ey xwedayê seferê û mohra xcwe ya ji bêhûdayiyê li ser eniya rêçcen qederê li ûn bihêle!
De were û bargehên xwe yên nenas, nejdeyên kêferata xwe, hespên serberdayî yên nifira xwe di rûpelên qonaxê de daçikîne û vê xweliyê hînî sistegavên penaberan bike!
Wêneyên kulên me li hemû koeyên axên perçebûyî bi dar veke

Û ji karwanê berbeyabiyê   re bibêje:

Xelata reçên seferê helbest e

Xelata rêçên seferê darbest e...


Têbînî:
* Ev helbesta hevpar, di 2000/ 11/ 24`ê de, di trêna navbera Bruksel û Kolnê de hatiye nivîsandin.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark