Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

gotina Hemīdź Derwźž di rźwresma vežartina xebatkar Režīdź Hemo de

 


  Di 19.12.2010 an de cendekê pîlanzanê Kurd yê bi nav û deng  di rê û resmeke de li gundê Hopka yê girêdayî herêma Efrînê ye gihižte ciûwarê xwe yê dawî, û mamoste Hemîdê Dewêž ku ji Žamê gihižtibû, bi žandeke mezin re ji endamên nivîsgeha rêzanî û ji hevalên endam yên rêxistina partî ji Efrîn û Heleb û Kobanê û Cizîrê û Žamê bi rahižtina gurzên gulan beždar bûn, herweha di vê rê û resmê de cemawerekî mezin beždarbûn û ji nav wan hejmarek ji hevalên kevin yên ku di damezirandina partî de sala 1957 an de beždabûn.


Û pižtî rê û resma binaxkirinê bi dawî bû konek nêzîkî gorê hate danîn, û di helkeftina vê žînê de pir gotin hetin dan, û di pêžî de pêžkêžker mamoste Hemîdê Derwêž vexwend bo gotina xwe bide, ji ber ku ew hevalê yê koçkirî ye û ew stûna tevgera nižtimanî û netewa kurdî di Sûriyeyê de ye.
Mamoste Hemîdê Derwêž gotinek da û têde dilxemigîniya xwe ya kûr li ser koça dawî ya mamoste Režîdê Hemo yê ku yek ji damezerê partiya me bû û pîlanzanekî payebilind bû, û mamoste Hemîdê Derwêž di axaftina xwe de got ku yê koçkirî  rêbazeke wî ya nižtimanî ya ežkere û dûrî qafîbêjiyê bû, û di raman û helwestên xwe de di ortê de bû, û ew hevparê me bû di danîna rêzanî ya nižtimanî de ji partiyê re.
Mamoste Hemîd dewam kir û got ku Režîdê Hemo xebata rêzanî bi dehên salan di rewžên pir aloz û dijwar de dikir, têde belengazî û bêparî û kêmbûna derfetan lê ew li ber wan rewžan ji doza xwe bi pažde neçû, û wan dijwariyan nikarîbûn wî ji hêza wî bixin.
Herwekî mamoste Hemîd li ser hin bîranînên xwe û yê koçkirî axivî û got: Di destpêka damezirandinê de ez û Osmanê Sebrî û yê koçkirî Režîdê Hemo li Žamê me civatek li darxist, di wir de lihevhatinek li ser tevlêbûna hevalên li Helebê hate kirin, û pižtî wê me di roja 14.06.1964 civatek di mala žewket Henan de li taxa Elklasê li Helebê li dar xist, wê hingê damezirandina partiya yekem ya rêzanî ya Kurd li Sûriyeyê hate ragihandin.
19.12.2010        Gundê Hopka

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahī Deng: 15


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark