Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotina sekretêrê partiya yekîtî Mihyedîn Þêx Allî di merasîmên veþartina xebatkarê kurd Reþîd hemo de

 


  Xwîþkino, birano….
Nûnerên rêxistin û partiyên kurd û ereb….
Beþdarên hêja ….
Rêz û hurmet ji we hemiyan re , ku we xwe gihandiye gundê Hopka – herêma kurdaxê , da ku xatir ji mamoste Reþîd Hemo bixwazin, bila hûn xweþbin .


Li seranserî qeza Efrînê , bi her heft nehiye û çar sed gundên xwe ve , Reþîd Hemo dihate naskirin….ji ber ku , di dema ku dibistan nebûn , rê û kehrebe nebû, bi sedan xort û zaro li ber destên wî fêrî xwendin û nivîsandinê bûbûn . Lewre jî, her û her ciyê qedir û qîmetê bû; Ronakbîr, rewþenbîr, dilsoz û berketiyê milletê xwe bû, li dirêjahiya bêtirî 70 salî têr xwendin nedibû , tim û tim heyran û evîndarê zanîn û pirtûkan bû , û ji zimanê xwe yê dê pir hezdikir .

Reþîd Hemo ne yê rêxistin û partiyekê bû , ew dost û dilxwazê hemiyan bû , hevalê lihevkirina tevgera kurd û xebata bi hev re bû . Ji roja roj de , di wê baweriyê de bû ku, kurd û Ereb ne dijiminê hevin, û ku Sûriyê bi xêr be, emê bi xêr bin .

Li Helebê, Hezêrana 1957-an , di wê civata dîrokî de , ya ku , li mala Mihemed elî xoce , bona damezrandin û aþkerekirina yekemîn partiyeke kurd li Sûriyê , hatibû lidarxistin, mamoste Reþîd Hemo xwedî roleke sereke bû . Ji ber ku hê ji berî hîngê , ew digel camêrên weke Cemîl kinnê , Osman efendî , Nûrî dêrsimî û Osman sebrî têkildar bû , ji bilî têkiliyên rehmetî bi parta komonîst û komela Aþtîxwazan re (أنصار السلم) .

Reþîd hemo , ne tenê li kurdax û parêzgeha Helebê , lê belê , li seranserî herêma Kobaniyê , Qamiþlo , gund û bajarokên Cizîrê xebitîbû , û li ser riya xebatê gelek êþ û dijwarî , geh li hepis û zîndanan , geh li çol û çiyan , her tim cefakêþ , xwedî nêrîn û rol bû . Reþîd Hemo Jiyana xwe ser û ber terxî milletê xwe kiribû , lê her tim dilgerm û xwedî hêviyên giranbuha bû .

Mamoste Reþîd Hemo , weke siyasetvanekî mezin , kurdhez , mirovhez û welatparêzekî navdar ciyê xwe di dîrokê de digre .

Careke dî, bi navê parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê , em serê we hemiyan sax dikin .

Bila heval , hogir û dostên mamoste Reþîd Hemo sax bin .

Keç û law û mervên rehmetî xweþ bin .

Supas ji guhdariya we re .
Gundê Hopka – nehiya Reco 19 Berçile 2010 an

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark