Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cegerxwîn bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçan

 

Konê Reþ

Di 3.12.2006ê de ji bo 22 saliya koçkirina þaîr û nivîskarê Kurd Cegerxwîn (1903-22.10. 1984) civînek bîraninê ji aliyê Federasyona Komleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) li Stockholm-Kista treff hat lidarxistin. Gellek kesayetî, nûnerên rêxistinên kurd besdarîya bîranîna saîrê mezin Cegerxwîn bûn.


Civîna Bîranînê ji aliyê Pirþeng Tuwana(berpirsa Komîteya Kultur û Perwerde a FKKSê) û Selam Cizîrî (Berpirsê Aborî yê FKKS) ve hat meþandin. Seroka FKKSê Þermîn Aycan Bozarslan axaftinek kir.

Di bîranînê de Nivîskar û lêkoler Rohat Alakom, Serokê Weqfa Çanda Kurdî li Stockholmê, Salih Ince û abûqat Osman Osman li ser Cegerxwîn axaftin û bîranînên xwe pêþkêskirin. Þaîr û nivîskaerê Nivîskarê kurd Konê Reþ peyamek bi navê: (Cegerxwîn bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî, û di her çar perçan de digere)
ji FKKSê re þand û sipasiya xwe pêþkêþî FKKSê kir ku ew civînek weha taybet li ser þaîrê me yî neteweyî dikin.
Fermo peyama nivîskar û helbestvan Konê Reþ bixwînin:
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Xwiþk û birayên delal
Çax û dema we xweþ û geþ be
Ez jî wek nivîskarekî kurd vê çalakiya we ji bo 22 saliya koçkirina seydayê mezin Cegerxwînê Hesarî  pîroz dibinim, her bijîn ji bo  peyva kurdî a resen.
Hêjano !
   Bê guman Cegerxwîn rolek mezin di çand, ferheng û helbesta kurdî de lîstiye. Em bêjin ne bêjin ew bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî, û di her çar perçan de digere. Di wî heyamê xerab de, ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane..Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û hûna û bi mêranî û bi dengekî bilind  helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin.Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û hê jî dibêjin.
   Mêzekin bê çendîn rola wî di wî heyamê xerab  de mezin û diyar bû. Roja îro jî, rola wî mezin û belûye û ji encamên rola wî, di festîvala helbesta kurdî de eþkere xuyaye, ev festîvala ku her sal di 22ê oktoberê de li nav me kurdên Binxetê tê li darxistn,  bi hekeftina koçkirina wî, û têde bêtirî 60 helbestvanî helbestên xwe dixwînin, ji bilî yên ku dor nagihêje wan û yên ku amadenabin. Ango roja îro di nav kurdên sûriyê de dor 200-300 kesî heye ku helbestê di hûne û dor 50 kesî dîwanên xwe çapkirine ..Di baweriya min de, ev yek vedigere ser rola Cegerxwîn di navtêdan û pêþxistina ziman û helbesta kurdî de .
   Belê, em wiha pêþketin û helbestvan di nav kurdên tirkiyê de nabînin, hem  ku sînorek di navbera me wan de hebû û heye û hem ku Cegerxwînek di nav wan de ne bû, Cegerxwînê wan Ehmed Arif bû, wan jî bi tirkî helbest hûnandin bêtir ji kurdî.
   Ji rexekî din ve, Cegerxwîn þagirtekî zîrek bû ji þagirtên melayê Cizîrî, ev þagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de, ango Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan de, rola wî zor mezine di pêþketin û berdewamiya afirandina helbesta kurdî de û dawî peyva kurdî de ...
Hejano !Em jî, ji dil û can spasiya we dikin, serketinê ji vî karê we yê pîroz re dixwazin û bi hêviya ku hun her dem û gav navdarên kurdan bibîr bînin...
Silavên gerim ji bo we tevan.

Nivîskar û Helbestvanê Kurd
Konê Reþ
Qamiþlo  03/12/2006



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark