Konê Reþ
Belê, îsal jî, di roja 22/10/2010 an de, roja 26 saliya koçkirina Seydayê Cegerxwîn de em çûn ser gora wî, ez û mamoste Derwêþê Xalib û Salihê Silo yê ku heyþt dîwanên wî ezber kirine, tevî ku nexwendîye, di gel hin evîndarên Seyda.. Me gurzek kulîlkên rengîn wek wefadarî ji giyanê wî re, li ser gora wî danî û kêlîkek bêdeng, em li ber gora wî sekinîn.. Salihê Silo bi dengê xwe yê qube çend helbesên wî xwendin û di nav re ev helbesta wî got:
Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn
Roja îro, gora Cegerxwîn li bajarê Qamiþlo ji kurdperweran bûye sembol.. Ji çarhawêr ve, kurdperwerên ku têne Qamiþlo serdana gora Cegerxwîn dikin, gul û kulîlkan li ser datînin û kêlîkek bêdeng bi gotinên helbestên wî re diponijin.. Cegerxwînê ku 60 salî bêrawestan di ber kêþeya gelê xwe de xebat kir û xebata xwe bi van gotinan daye naskirin: Min ji bo we gelek tiþt Min dîwan û hin niviþt Gol ji avê bûye miþt Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî Ez nabêjim bi sistî Kêr gihaye ser hestî Ez nizanim çi bêjim..
Paþê, me berê xwe da gundê Qere Qoyê, bin konê þîniya mamoste Îsmaîl Omer. Li wir jî, di bin her çar konên þîniyê de, di nav wî cemawerê zexim de, bi helkeftina koçkirina mamoste Îsmaîl Omer û bi tesadifiya ku roj (22ê çêriya pêþî 2010), roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn e û wek rêzgirtin û wefadarî ji giyanê herdû mirovan re, Salhê Silo çend helbestên Cegerxwîn gotin.. û gelek tiþt û miþt anîn bîra xelkê..
Belê em bêjin nebêjin, navê Qamiþlo û Cegerxwîn bi hev ve hatine hunandin û gora Cegerxwîn bûye sembol ji bajarê Qamiþlo re. Dawî dibêjim; sed rehmet li giyanê mamoste îsmaîl Omer û seydayê Cegerxwîn be û cihê wan bihiþt be. |