Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Deqê gotina Partiya Yekîtiya Demokrat, ya kû di rêwresma koçbarkirina serokê partiyê birêz Îsmaîl Umer de ji bal birêz Mihyedîn Þêx Alî ve hate xwendin

 


  Xwîþk û birayên hêja…
Nûnerên partrî û rêxistinan…
Beþdarên rêzdar…
Hûn tev bi xêr hatin, bila serê we hemiyan sax be.
   Îro, roja sêþemê 19ê meha Tiþrîna yekê sala 2010an, rojeke dîrokî ye, ku li gundê QEREQOYÊ we xatir ji mamoste Îsmaîl Umer xwestiye. Ew bi dilekî rihet, bi rûyekî sipî çav damirandin û ji vê dunya ronik ji nav me bar kir.


   Xwîþkino, birano…
Weke çawa hûn tev berketiyên maoste Îsmaîl in, bawer bikin ew jî, ji dil û can berketiyê we hemiyan bû, berketiyê gelê xwe yê Kurd bû, berketiyê welatê xwe Sûriyê bû… Dostanî û hevaltiya rehmetî ne tenê bi Kurdan re bû û hew, lê belê ligel bi sedan welatparêz, siyasetvan û rewþenbîrên Ereb, Asûrî, Çerkez, Turkmen û Ermen, Misilman û Fille re, ji gelek bajar û parêzgehên Sûriyê xwedî têkilî û dostaniyeke gerim bû, bi çalakî û dilsozî, bi berpirsiyarî û bawerî, siyaseta parta xwe diparast û li dirêjahiya bêtirî 40 salî dixebitî, lewre jî, di dilê hemiyan de cî girtibû.
   Mamoste Îsmaîl Umer-Bavê Þiyar- çendî berpirsiyar û serokê partiya xwe bû, ewqas jî nefis biçûk bû, hevalê hevalê xwe bû, xwe di ser miletê xwe re ne didît, bi herhawî mirovhez bû, lewre jî, çûna wî ne tenê xisara partiya me bû, lê belê, xisara tevahiya tevgera Kurd bû, xisara Kurd û Ereb bû, xisara Sûriyê bû.
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Sultan baþa-el-etreþ, Þêx salih el-elî û Îbrahîm Henano ye!.
- Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Dr.Qasimlo, Þerefkendî, Samî Ebdirehman û Mele Mustefa Berzanî ye!
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Mûsa Enter, Fayiq Bocaq û Seîd Alçî ye!
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Hemze Niwêran, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Dr.Nûredîn Zaza ye!
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Ebdilhemîd Zîbar, Ebdirehman Osman û Dr.Newaf Husên e!
   Soz û peyman, em dê li ser riya dilsozî û hiþmendiya nemir mamoste Îsmaîl Umer berdewam bin û bixebitin.
   Careke dî, bi navê Komîta birêvebir ya parta yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê, em serê we hemiyan sax dikin, bila hûn xweþ bin , dost, heval û hogirên Îsmaîl Umer sax bin, xelkê Qereqoyê, parêzgeha Hesîça û gelê Sûrî xweþ be.
Merivên heval Îsmaîl, keç û lawên wî sax bin.
Supas ji guhdariya we re.
19.10.2010Z

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark