Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: GURZEK PEXÞAN HELBEST JI ESMERA BAKUR RE

 



Demhat Dêrikî

1.Esmerê; xuþîna sûlav rondikên li ser dêma diherikîn kûrhiya þevê... û welatên serpêhatiyên þahî û bedewbûnê di nava dîmenên ber bi sêdaran ve dibirin konên þînê li paytextên dilan vedidan û zarokan strana sêwîbûnê li bajarên winda bûyî distarandin... û ez jî, li vî welatî koçberekî bê nav bûm!...


2.Esmerê; dilê min li ser çend çiya bû xewnerêwiyên ramûsanên lêvên te û di çend bagerên zagrosî de dilê min dibû deh parçe û te dîsa ev dil bi meya avcanperiya xwe dikir dilek? Her ew dil bû, di janên Amed, Qamiþlo, Hwelêr û Mehabad de, dibû hezkeriyê nalînên te! Çi bikim, ger tu penceþêr jî be her ev dil yê te ye esmerê!

3.Esmerê; bi kenên xwe xewnên me serjêdikin! Bi keda me xaka me ducan dikin û zarok ji xwe re dibin! Li ser qada sing û berên zeriyên me piyalên serxweþiyê bilind dikin û þevên welatê me ji keçkaniyê dêxin û em wendayîyek bê navin! Qaþo em xwe nas dikin, lê di hembêza xwe de mar û dûpiþkan temen dirêj dikin!..Û dîsa em koleyek çarenûsa bê navnîþanin!..

4.Esmerê; li" cejna"li min kirîn"cejn"neh dilop rondik ji dil û cergê min çav dîl girtin û bûn neh çemgirî li ser dêman herkîn tevlî reþkonê þîngirê xaka min bûn!..Lê Colamêrga min bi kiras û xiftan û ken û zimanê dayîka min, neh gul kirin alhêvî û ber duh, îro û sibe ve meþîn, wê demê di dilê min de neh gul bûne neh gulistan esmerê!

5.Esmera bakur; ji Amedê re, ji Farqînê re, ji bajar û bajarokên xwe re bibêje; bila rengê Colamêrgê li xwe bikin, dengvedana wê di awirên xwe de bikin keskesora kenvedana çirayên Medan li Mezra Botan! Bila deh darbastên wê li milê xwe kin û bi tlilîyên zimanê dayîka min di sirûdên Mezlûman, Xeyîriyan û Kemalan de ber bi xakê ve bimþein û ala azadiyê li ser sing û berên te bilind bikin!

6.Esmera bakur; hemû rêdilên min bi coþa pêlên çembuharî ber bi welatê dilê te ve tên da ku ayatên dilovaniya ciwaniya te hembêz bikin. Lewre, her ayatek ji pirtûka evîna welatê te çirayeke di tarî rêdilên min de, esmerê!

7.Esmera bakur:Min dixwest nanê te di tenûra dilê min de bê pijandin û tu di þevê min de li ber stêrkên çavan bi kenê min têr têr bikeve xewna welatê beybûnan ku ew welat ez im esmerê!

demhatderiki@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark