Ehmed Bavê Alan
Ezê ji pêçeka jiyana xwe
Rûpelekî jêkim!
Û li xêza dawî
Çîroka evîna xwe bi tere
Bi nosim
Çimkî çîroka min bi tere
Pirr hindike
Ezê memika giriyê xwe
Li nav meya zelal bixim
Ta tû jê serxweþ bi be
Ezê dergûþa temenê xwe
Bikim kunca
Bûk û zavê
Û tenê tû xemla kuncê be
Ezê diyarîyên xwe
Di gel xwe
Diyarî te bikim
Tê bîra te ez zarok?
Û ez evîndarê te
Tê bîra te?
Ez çi mamoste bûm
Di evînê de!
Min gelek þev bê te derbas di kirin
Û her min digot:
Ez evîndarim
Û eriya te nebû
Te gelekî hestên min jenandin
Te gelekî ez arandim
Û min jî de þevan de
Xwe di þewtand
Tê bîra te ez zarokekî evîndar?
Û niha!
Piþtî salan ez ciwan kirim
Û ji nîþkêve tû pêrgî min bû
Û wan sala tû qurmiçandibû
Min di çavên te de
Evîn dît
Mîna evîna sîpîtiya min
Û te gote min:
-Tê bîra te ti zaro bû!
Û evîndar bû!
-ew nizanê ku ew arandin û jenandinên dilê xwe
Min vemirandin
Û ez ji laþên pîrekan re
Bûme þahinþah
Û îdî nemame zarok!?