Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

KONFRANSA ZIMANŹ KURDĪ LI AMEDŹ

 

 Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdeya bi Kurdî ku di çarçoveya 4emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de hate lidarxistin, rojên 18-19ê mehê pêk hat û roja 20ê mehê jî encamnameya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand raya gižtî.

Kak Osman Baydemir serokê žaredariya Amedê peyvek di despêkê de ji mêvanan re got, û wî jî ew yek da xuyakirin ku vejîna zimanê Kurdî ne dijî ti zimanên dîtire. Em îro li vî cihî kom bûne ku em bikarin li ser wan riyan rawestin yên ku dikevin bin xidmeta parastina zimanê me de.
Bi dû vê yekê de konfrans dest bi karê xwe kir ku dîwana serokatiyê hate destnîžankirin û ji van endaman pêkhat:
1. Samî Tan
2. Berzo Mehmûd
3. Ezîzê Cewo
4. Nicemedîn Cebarî


Pižtî ku dîwana serokatiya Konfrans rûnižt, nivîser û zimanzanên beždar û komîteyên tevgera zimanê Kurdî dest bi xwendina lêkolîn û gotaran kirin. Wilo jî du roja berdewam kir. Li dawî hin encam hatine danîn. Em encamnameya konferansê ji bo aktîvîstên zimanê kurdî li vir diwežînin. Ev jî deqa wê ye:

Encamnameya Konferansa Parastin û Perwerdehiya Zimanê Kurdî
Konferansa Parastin û Perwerdeya Zimanê Kurdî ku  di çarçoveya 4’mîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de di navbera 18 û 19’ê sermawezê de bi beždariya 150 delegeyan li Salona Konferansê ya Žaredariya Bašlarż pêk hat. Konferans ji hêla Žaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û bi pižtgiriya saziyên ku xebata parastin û pêžvebirina zimanê kurdî dikin ve hate lidarxistin. Di konferansê de li ser rewža zimanê kurdî, li ser pižaftin û xwepižaftinê, li ser parastin û perwerdehiya zimanê kurdî nîqažên kûr hatin kirin. Di encamê de beždarên konferansê gihîžtin van biryaran.
·  Di konferansê de hate destnîžankirin ku bikaranîna polîtîkayên pižaftinê sûcekî mirovahiyê ye. Lewre ev polîtîka ji hêla beždarên konferansê ve hatin žermezarkirirn.
·   Beždarên konferansê bal kižand ser çavnebariya li hemberî zimanê kurdî û ji ber bikaranîn û handana zimanê kurdî pest û pêkutiyên li ser žaredariyên DTP’yî žermezar kir.
·   Delagasyona konferansê, pêžniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir ku li herêma Parêzgeha Duhokê û derdora wê ku zaravayê kurmancî lê tê bikaranîn, perwerdehî bi zaravayê kurmancî be.
·  Beždarên konferansê diyar kir ku mafê ziman û çandê li gorî pîvanên navneteweyî jî mafên herî rewa û demokratîk in. Li ser vê bingehê beždarên konferansê bang li  kurdên Tirkiye, Suriye û Îranê kir ku mafên xwe yên çand û ziman xwedî derkevin.
·  Beždaran destnîžan kir ku ji bo pêžketina ziman mercên ažtî û aramiyê pêwîst in. Ji bo vê yekê jî  konferanse me xwest ku li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna mercên ažtiyane her kes barê ku dikeve ser milên xwe pêk bîne.
·  Beždarên Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî astengkirirna televîzyon û wežanên kurdî yên mîna Roj tv, MMC û Komala Tv. wekî binpêkirina mafên mirovan û astengkirina li hemberî zimanê kurdî dibînin û vê yekê žermezar dikin.
·  Delegasyona konferansê xwest ku di warê fêrkirin û perwerdehiyê de alîkariyeke taybet ji kurdên  Ermenistan, Bažûrê Rojavayê welêt bê kirin. Her wiha alîkariyê dirêjî hemû kurdên di heman rewžê de ne jî bibe.
·  Beždarên konferansê bang li saziyên sivîl û demokratîk ên li hemû herêmên ku kurd lê dijîn kir ku têkiliyên xwe yên civakî, çandî, hunerî û aborî xurt bikin da ku zarava û devokên kurdî ber bi hev ve werin û nêzîkî hev bibin.
·  Di konferansê de girîngî û pêwîstiya Tevgera Ziman ji bo parastin û pêžvebirirna Zimanê kurdî hate destnîžankirirn û bang li hemû gelê kurd hate kirin ku bi hemû îmkanên xwe beždarî xebatên Tevgera Ziman bibin.
·  Konferansa me bal kižand ser girîngiya jin û ciwanan a di parastin û pêžvebirina zimanê kurdî de û xwest ku jin û ciwan di parastin û pêžvebirina zimanê kurdî de peywireke taybet bigirin ser milên xwe.
·  Konferansa me gihîžt vê encamê ku teknolojî heta niha ji bo pižaftina zimanê kurdî hatiye bikaranîn. Beždaran xwest ku gelê kurd di parastin û pêžvebirina zimanê kurdî de bi awayekî xurt ji teknolojiyê sûdê wergire.
·  Konferansa me rojanebûna Rojnameya A. Welat wekî gaveke dîrokî bi nav kir û xwest ku gelê kurd bi her awayî li wê û  hemû wežanên bi kurdî xwedî derkeve.
·  Her wekî di konferansa par de jî biryar hatibû girtin, konferansa me pêžniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir da ku gav bi gav ber bi serdestkirirna tîpên latînî ve biçe.
·  Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî bang li rewženbîr û akademîsyenên kurd kir ku bi zimanê kurdî berheman bidin û li ser zimanê kurdî xebatên zanistî bikin.
·  Beždarên konferansê bang li dewletên ku kurd hemwelatiyên wan in kir ku hebûna zimanê kurdî nas bikin û ji bo parastin û pêžvebirina zimanê kurdî butçeyeke taybet veqetînin.
·  Her çiqas li ber zimanê kurdî hinek astengî hebin jî,  yên ku zimanê kurdî biparêzin kes û saziyên kurdan in. Tižtê girîng  ev e ku kurd û kesên ku xwe kurd dihesibînin, beriya her tižtî di jiyana rojane de, di danûstandinên bi her awayî de zimanê xwe bi kar bînin. Di vî warî kêmasiyeke mezin heye, berî her tižtî divê ev kêmasî ji holê rabe.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark