Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez ne birayé we me!

 


Arjen Arî

Heftiya çûyî hemû nivîskarén ‘quncikxewletdewlet’ di eniya þer de geh bi serokwezîr û serfenmandar re ketin kemîné li qelevîzka rûniþtin, geh bi handan û navtédan hinavén xwe sotin û gotin, ‘serokwezîr… û di eniya þer de çokan bide erdé’?
Mafdar in! Hem jî ji ferþ ta bigihe erþ:
Arteþa ku 80 sal e xwedî û zérevané dewleté ye, arteþeke ku rast-derew di baweriya wan de li Gelibûliyé, li Çenaqeleyé ‘destanén lehengiyé’  dane nivîsandin, néþét di eniya þer de xwe bike mertal bo serokwezîré xwe yé wérek û dilér?!


Dilérî; tékçûn û þikestin be di þerekî ku ji 1846é ve didome de…
Dilérî ; pesendkirin lé çaresernekirina pirsgiréka herî gewre- rayedarén payeberz wisa bi nav dikin-  ya Tirkiyeyé be…
Dilérî; bi navé çereseriyé sé caran navguhertina pévojoya (ne)çareseriyé be…bawer bikin, li tevî çogan dé qidum jî biþikin !
Û; qidum ku þikestin, dest û pî dibin du résî!
Ji devla/bedéla ku aqilmendén dewleté destén xwe deynin ser hev; seré xwe bidin ber hev û wekî mirovén hevdem, péngava yekemîn bavéjin û nevekî li vé pirsgiréka xirboqî ya ku 150 sal e dikin û nakin seré té zevt nakin, bikin; ne çétir e?
Binerin; yén ku di her kéliya xeternak de seré xwe bi héla leþkeriye ve dikin û li devé leþkeran xar-xayîz dimeyzénin…li tevî ku serfermandar – piþtî piyaseyeke li ser sedén sînor- eyan beyan dibéje, ‘ev pirs, hew û bi tené  bi ré û rébazén leþkerî nayén çareserkirin’, héviya xwe bi þer ve girédidin!
Niha, ‘gunekreþ’ di ser seré xwe nedîtibûna, me yé bigotiba amenna!
Bînin bîra xwe; serokwezîré ku niha milé xwe bi yé aretéþé ve difirkîne, di dîroka komaré de cara ewil ranebû û negot, ‘ev pirs pirsa min e’?
Bînin bîra xwe, serokkomar ji devé xwe nepekand û negot, ‘tiþtén baþ dé pékwerîn’?
Wisa dixuye ku kuþtina 11 leþkeran li telé þerxwazan ket, ku niha di bernameyén tîvîyan ‘ én bebet çareserî de (!) bermayén Ergenekoné  li defa þer dixin, û dixwazin govenda þer a belavbûyî dîsa bigerînin, li dar bixin!

Sergovengeré vé ‘dîlané’ mîna duh îro jî refdar û keftarén Ýtîhatûterakîst in!
Ewan tu rojan defa þer ji stûyé xwe dernexistin, û her gotin/dibéjin ‘ kurd hene, lébelé pirsgirékek Tirkiyeyé a bi navé pirsa kurd tune’!
Li gorî wan bi ‘aqil û ‘hiþmend’an hebûna birayén wan én kurd niþaneya nînbûna pirsa kurd e?
Tu li vé hiþmendiya kesî nedîtî, tu lé vé fersata korfensend binere:
Li gorî van hoke-mokan, li tevî min kurdén din; PAD (Partiya Aþtî û Demokrasiyé), KCK (Kongreya Cývata Demokratîk) dayikén kitanspî, MAT(Meclîsa Azadiyé aTirkiyeyé) zarokén girtî…tev maþik in…tev firne û fesad in, û hinin jé jî ‘ di çavé serokwezîr de ‘taþeron’ in!
Min bi xwe ne ji sedî deh, ne jî ji sedî yek ‘pul’ ji vé ‘îhaleyé’ wernegiryiye!
Îheleyek hebe, ew jî bi desté dewleté té dayîn!
Mînak; ji niþké de çékirina qereqolén hîmstûr, mîna kelahén asé ketin rojevé!
Mînak; wergirtina 5 hezar hezén taybet hate lévandin!
Mînak; dixwazin ‘îhaleya ohal’é téxin stûyé herémé…

Gotine, ‘ a diné, a diné; çavén gur li biziné’!

Sersiyasetmedaré ku bi kérî  çareserekirina pirsgiréké nehatin û paþé ‘çareserî’ hewaleyî leþkeriyé kirin taþeron in, an kurdén ku bi her deliveyé deriyé diyalogé vekirî hiþtin, desté aþtiyé diréjî destén bi xwîn kirin, taþeron in?
Evén wisa – wekî Bexçelî efendî û hin pirof û tirofan- dema ku dibéjin birayén me yén kurd, û bi vé gotiné re min jî dixin nava ‘bira’yén xwe yén ezîz; bawer bikin dikin ku wé kéliyé dilé min li hevkeve, ji kurdbûna xwe sil bibim.
Yaho ez bibim birayé cin û cihuyan, nabim birayé we!
Ez û biratiya bi we re?!
Ne ji dé, né ji démariyé, ne jî Adem û Hewwayé, ez bi xwe ne birayekî yekî ji we!
Bes û timam ji destén we û  vé biratiyé!
Her ku we gotiye em birayén hev in; xwîna bira héj béhtir herikiye!
Hûn bi Xweda kin, hûn çi bibéjin bibéjin, lé dev ji vé edebiyata biratiyé berdin!
Her ku hûn ‘biratiyé dilévinîn, Mahkemeyén Ýstîklalé téne bîra min; Newel Qesaban té bîra min, sédar téne bîra min…

Bira, ez ne birayé we me!

08.07.2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark