Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî |Gotarekî Rêke |  Peywendî | Erşîv

Sereke

Ger



Mihvanên beþê Kurdî

Niha / 61 / Mihvan Di Malperê De Hene

Gotarên kevin

· Hevalo
· jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weþandin
· Landika xewnan
· ÞOREÞGER Mîr CELADET ALÎ BEDIRXAN
· Ma ez çi bêjim?
· Em mecbûr in bi hev re bijîn?!*
· Bêjinga keseran!
· Ser nefsê ket hebsê
· Daweta kunda
· TENÊ BÊRIYA TE DIKIM
· Ramanê regezperest di riyek girtî de ye
· Çawa emê nexweþiya bêbextiyê rizgar bibin
· Min ji Amedê re got: ‘Ez keça te me’
· Þevbuhêrkên kurdî li þamê
· Ez ne birayé we me!
· Ekola HAWAR ê Di 59 Saliya Koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de
· Formayetî û sîmboliya rengan di derhuneriya (bergeyê) de
· Spasname
· Reqsa Konê reþ li Batmanê Cigerxwîn di gorê de xemgînkir !.
· pêkenokek ji ofîsa min
· Berdestîkê Textor (çîrok)
· Axaftina ZeynelabidÎn Zinar di Festîwala Çandî ya Feqiyê Teyran de Roja 19-20-21ê Hezîrana 2010an li MIKSÊ
· Mizgînî.. dê Govareke zanistî, akademî dest bi weþanê bike.
· Hejmara 48an ya PIRSÊ hejmareke taybet e ji bo koçkirina Rezoyê Osê
· Li Wanê Festîvala Feqiyê Teyran hat lidarxistin
· Weha dibêjin
· Tîma rewþenbîran a siporê
· Rewþa Penaberên Kurd li Qubris
· Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreþiya keysbazên kurmanciyê(III)
· Bavê Hozan! Derbasbûyî be

Nûçeyên Kevin

 

Spasname


Arþevê Oskan

Mirov di jiyana xwe de, nizane sibê dê pêrgî çi bibe, lê ku pêrgî çi hat jî, ji bilî aramî û liberxwedanê tiþtekî dî bikêr nayê. Carnan ku mirov dikeve tengasiyekê, jiyan lê dibe mîna çaleke kûr û tarî, loma çavên xwe li dost, heval û hezkiriyên xwe digerîne.
Ku ew jî peyda nekir, dê dermanekî pûçkirinê bistîne da ku bi zindana xwe ya bêderî hestiya nebe. Ku hat û mirov li dostekî xwe rast hat ”dostên bi rastî” ew dost hin ji êþên wî pê re par ve dike.


Ji heyvekê zêdetir li nexweþxaneyê di nav êþ û birînan de vedigevizîm, bi sedan dost û hevalan li min pirsîn, telefon kirin, hatin serdana min, email nivîsîn… helbet hebûna wan dostan ji bo min pir giring bû û ji dermanan bêhtir êþên min sivik kirin. Ji wan hevalan yekî hunermed di serdana xwe de, pênûs û defterk li þûna gurzek gul da destê min ev pênûsa ku niha pê dinivîsim. Wî hevalî dizanî bû ku pêdiviya min bi pênûsê heye. Hevalê/a ku herî bêhtir êþên min sivik dike pênûs e. Ji xwe berê jî min gotibû ku ji nivîsê pêve ji tiþtekî din re nabim û jiyana min î mayî jî dê dîsa ji nivîsandinê re be.
Ku mirov hat û qesrek ava kir, dê rojekê bê herifandin û bibe kavil. Mirov hat û rezek çand dê rojek bê ku bête cotkirin û birize. Lê nivîs tiþtê herî nemir e di jiyana mirovan de. Nivîs tiþtê herî bi bandor e, ku li her tiþtî mikur tê, li baqijî û qirêja jiyanê û teresiya demê û di hundirê wê lêmikurhatinê de, hem pîvana giyanî û hem jî ya mirovatî di neynikekê de niþanê mirovan dide.
Serpêhatî û bîranînên mirov bi awayê nivîskî dihêle mirov bi wî kesî re di demeke jibîrbûyî de bijî. Evîna ku li rûpelê bête nivîsandin evîneke pîroz û nemir e. Bi nivîsê mirov û xeyal, hêvî û xewnên xwe bi hezarên salan dijî, bê nivîs jiyan bêwate û stun þikestî ye.
Ev tiþt û gelek tiþtên din, li nexweþxanê di serê min re derbas bûn û êþên min bi min dan jibîrkirin. Dihiþt ku ez li wan demên xwe yên vala poþman bibim. Gelek hevalên ku di nav toza salan de wenda bûbûn hatin bîra min û gelek bîranîn û çîrokên ku ji dîwarê serê min hatibûn þuþtin dîsa xwe nû kirin û reng vedan… Hiþtin ku ez bê hiþê xwe bibêjim; wax temen çiqas kin e, û mirov çiqas bêhêz û belengaz e.
Spas ji bo her kesê ku êþên min par ve kirin.

2.7.2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.09
Bi Tevahî Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark