Yasîn Hisên
(Dema rexne peyda nebe, hemû cûreyên wêjeyê li binguhê hev dikevin) (Gava çeka rexneyê tête li ser babeteke me î wêjeyî, em jî çekên xweyî nepen derdixînin, û bera yek kêr be û yek penêr be).
Du pendên rexneyî ên nuh di derbarê wêjeya kurd de…. ji devê rexnevanekî kurd hatine guhestin…
- helbestvanekî mezin û têr û gelekî zengîn carekê bi devekî fireh got: helbestvanên kurd li Sûrya peyda nabin anku helbesta kurdî li Sûrya tune ye. - nivîskarekî bi nav û deng carekê got: nivîskar di nava kurdên Sûrya de tune ne, tenê çendek hene ji xwe re helbestan dinivîsînin. -çalakvanekî mezin di dema festîvaleke mezin de ku li darketibû weha got:me xwest helbestvanekî mezin ji kurdên Sûrya li festîvala me beþdar bibe, lê me helbesta mezin nedît, belê helbestvanên mezin li Sûrya pirbûn. - nivîskarekî kurd - ji yên ku bi zimanê Erebî dinivîsînin- weha got: ê ku jîr be bela xwe berra nava çanda Erebî de, lê di baweriya min de ê ku bi zimanê kurdî dinivîsîne ji nivîsa xwe ne bawere. Û weha pêþinyar gelekin ji bona peydakirina helbestvanan û nivîskaran. Hinek dibêjin ku nivîskarên we divê li moxil kevin, da serrad û genim ji hev cihê bibin, û hinek dibêjin bandora helbesta Erebî li helbesta we bûye, anku helbesta kurdî cuda ye ji helbesta dunyayê û divê em ji wê re staylê wê çêbikin. Dema min ev babet bi nivîskarekî kurd re gengeþe dikir, min xwest ez nerîna wî jî nas bikim, nerîna wî ev bû: -Yabo, divê hûn ji xwe re tiþtekî bikin. Dema min pirsa wî tiþtî jê kir, li min vegerand: - kuro, ji bona xwedê,,, ez naxwazim têkevim devê qeþmeran...
|