Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PKK/BDPê guhertina hiqûqa 12-ê îlonê naxwaze: Lewra ew encama wê hiqûqê ne

 


Îbrahîm GUÇLU

Di van rojên dawî de guhertina qismî ya Makezagonê di meclîsa tirkan de tê minaqeşe kirin. Ji bona guhertinê merheleya yekem derbas bû. Guhertina Makezagonê di merheleya yekemîn de qasî ku ji meclîsê derbas bibe û biçê referandûmê deng wergirt. Di Meclîsa de û li derveyî meclîsê dema ku guhertina Makezagonê qismî hat minaqeşe kirin, CHPê û MHPê gelek aşkere li dij derketin. CHPê di guhertinê de dengên xwe bi kar neanî. MHPê dengên xwe bi kar anî û li dijî guhertinê deng dan. BDPê jî li dijî guhertina Makezagonê ye. Lê bes di guhertina qedexekirina partiyên siyasî de 5 parlamenterên BDPê sembolîk dengên xwe dan guhertinê.


CHPê û MHPê dema ku deng neda guhertina Makezagonê û li dijî guhertinê derketin, sedemên wê gelek diyar bûn û ji aliyê wan bi xwe de jî gelek aşkere ev sedeman dihatin diyar kirin. Ji bona reya giştî jî gelek xerîb nebû. Lê dema ku sedemên helwesta CHPê û MHPê û hêzên din ên nîjadperest/şowenîst bên diyar kirin ew tebloya derdikeve pêş:  CHPê û MHPê qismî be jî demokratîzebûna Dewleta Tirk naxwazin, statuya heyî ya milîter û olîgarşîk dixwazin ku dom bike.  Desthilatdariya bûrokrasiya leşker û sivîl dom bike. Rejîm û hiqûqa 12 îlonê nayê guhertin. Derfetên darbeyan ji holê ranebe.  
Lê helwesta BDPê ji aliyê reya giştî de nehat fahm kirin. Her kesekî û reya giştî di wê qenaaetê de bû ku BDPê partiyeke ku kurdan temsîl dike. Makezagona heyî jî, makezagona rejîm û dîktaoriya leşkerî ya 12-ê îlona 1980-yî ye. Zêdetir jî kurdan ji dîktatorî û ji rejîma 12-ê îlonê zerar dîtiye. Li cem vê têkoşîna mafên neteweya kurd jî, demokratîzebûn li hevûdu dike. Divê BDPê jî deng bide guhertina Makezagonê.
Feqet BDPê helwesteke din diyar kir. Bi taybetî jî dema ku di derbarê berpirsiyarên rejîma 12-ê Îlonê û serokkomarê kevn Kenan Evrenî de ji bona ku doz vebe guhertina Makezagonê hat rojevê, helwesta PKKK/DBPê hîn aşkere bala reya giştî kişand. Herkesî û çapemeniya tirk û hêzên demokrat ji hevûdu û ji kurdan pirsiyan ku “Gelo PKK/BDPê çima hiqûqa 12-îlonê ya rejîma leşkerî û dîktatoriyê naxwaze biguhere?”. Ev pirsa ji min jî, ji aliyê çend rojnameyan de û ji Ajansa Cîhanê de hat pirsîn. Min jî bersîva vê pirsê da.
Ez dixwazim bersîva vê pirsê hîn bi kûrkirinê û firehkirinê bi reya giştî re parve bikim. Ev bersîva min, di pirsa PKKê de careke rastiyên tehl dê derxe holê. Bi salan e ku ez di derbarê vê pirsê de dinivîsim. Lê çendbare kirin jî pêwîst xuya dike. Lewra ev pirsa pirseke gelek tevlihev e. Bi salan e ku PKKê, hevalbendên PKKê, ew kesên berjewendiya wan di hebûna PKKê de ye, bi awayekî gelek demagojîk van sedeman ji gel vedişerînin. Rewşenbîrên kurd jî, bê deng dimînin.
                                                   *****
Wek tê zanîn piştî darbeya leşkerî ya 27­ Gulan a 1960-yî, tevgerên demokratîk û çep û îslamî û kurd pêşketin. Bi taybetî jî tevgera çep û kurd sîstema olîagarjîk û dewleta kolonyalîst xistin tengasiyê û zor dan sîstemê ku guhertin pêk bê. Desthilatdariya muktedîr dewleta kûr, bûrokrasiya sivîl û leşkeran ji bona ku pêşiya vê rewşê bigrin Darbeya 12-ê Adar a 1971-an pêk anîn û midexelaya desthilatdariya sivîl kirin. Hemû rêxistinên çep û kurd qedexe kirin. Avakar û berpirsiyarên wan hepis kirin û ceza kirin. Lê piştî sala 1974-an tevgera çep û kurd hîn zêdetir xurt bû û xwe rêxist. Bi taybetî jî ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê  Bihara 2-emîn dest pê kir. Gelek partî û rêxistinên siyasî ava bûn. Tevgera Bakurê Kurdistanê ji aliyê fikrî û îdeolojiyê de pêş ket.  Demokratîzebûneke sînorkirî û plûralîzmek, hat rojevê. Xeta serxwebûn û kurdistanî xurt bû. Kurdan biryar dan ku ji Dewleta Tirk veqetin û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin. Di Rojhilata Navîn de jî yekîtiya neteweya kurd ava bikin û ji bona Kurdistaneke yekgirtî  derfet çê bikin.
Dewleta Tirk ji bona ku pêşiya ev pêşketina Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre, li rê û rêbazeke nû geriya. Lewra Dewleta Tirk, di siyaseta xwe ya klasîk û edetî de, riya serkûpkirina tevgerên kurd, kuştina serokên kurdan, koçberkirina kîtlewî ya kurdan, cezakirin û asîmîlekirina kurdan, tirkkirin wek siyaset ji bona xwe wek rê û rêbazekê pejirandibû.
Piştî salên 1974-an biryar da ku Tevgera Bakurê Kurdistanê ji hûndir de teslîm bigre. Ji bona vê jî biryar da ku rêxistineke di bin qontrol û bandora xwe de ava bike.
PKKê, encama vê siyasetê ava bû.
Desthilatdariya milîter û olîgarşîk, loma jî dema ku xwest ku Dîktatoriya 12-ê îlona 1980-yî ava bike, PKKê gelek bi hêsanî bi kar anî. Li Kurdistanê li gelek herêman şerekî bê wext, civakî, hundirî derxist û meşand.  Li hemberî partî û rêxistinên Kurdistanê bi destê PKKê êrişeke dijwar da meşandin. Bi sedan kurdperwer hatin kuştin. Di tasfiyekirina rêxistinên Kurdistanê de şerê ku PKKê li hemberî KUKê pêk anîbû, şerekî makro û di sewiyeke gelek bilind de bû.
Dema ku rejîma olîgarşîk û milîter li Tirkiyeyê ava bû, rêxistinên qismî demokrat û serxwebûna Kurdistanê dixwazin hatin tasfiye kirin. Bes PKKê bi piştgirî û encama siyaseta olîgarşîk û milîter, bi piştgiriya dewletên kolonyalîst yên cîran (Îranê-îraqê-Suriyeyê) li ser piyan ma, roj bi roj xurt bû, bû xwediyê aboriyeke xurt û dezgeheke milîter û otorîter.
Ji bona ku PKKê, bi destê dewleta milîter û olîgarşîk ava bûye, bi taybetî jî encama siyaset û hiqûqa rejîma milîter û olîgarşîk ya 12-ê Îlonê xurt bûye, naxwaze ku guhertin pêk bê.
Her çiqas ev yeka jî nebe, PKKê jî, ji bona ku xwediyê sîstemeke otorîter, olîgarşîk, dîktator e. Ev taybetiyên PKKê û Dewleta Tirk, hem dişibin hevûdu û hem jî hevûdu pêş dixin û xurt dikin. 
Dema ku di Dewleta Tirk de bi giştî demokratîzebûnek û guhertineke sivîl pêk bê, ev yeka raste rast li ser rewşa PKKê jî tesîr dike. Lewra tê zanîn ku demokrasî panhahriya dîktorî û olîgarşî û milîterîzmê ye. PKKê ji aliyê taybetiyên xwe yên laşî de jî, demokratîzebûna qismî be jî li Tirkiyeyê naxwaze.
                                                      *****
Helbet li vir pirseke girîng jî ew e ku, divê gelek vekirî diyar kirin, ji rejîm û hiqûqa 12-ê Ilonê desthilatdar û elîta PKKê zerar nedît.  Gelê kurd, cîwan, gundî, rewşenbîr û kurdperwerên kurd zerar dîtine.  Gelo li Tirkiyeyê jî rewş wusa nîn e? Wek tê zanîn li Tirkiyeyê jî elîta olîgarşîk di şer de zerar nabîne, gel û xortên tirkan zerar dibînin.
                                                        *****
Di van demên dawî de li Tirkiyeyê dema ku sînorkirî be jî, guhertina statuya otorîter û olîgarşîk dikeve rojevê, ji projeyên demokratîk û çareserkirina pirsa kurd tê qal kirin, PKKê dest bi çalakiyên çekdarî û kuştinan dike.
Beriya vê demekê li Reşadiyeyê kuştina leşkeran, li Samsunê û li Kiziltepeyê (Qoserê) kuştina polîsan, di van çend rojên dawî de êrîşa li hemberî qereqola Nazmiyê ya Dersîmê û kuştina leşkeran, li Çukurcayê û li Lîceyê û li Gîresunê kuştina leşker û subayan, minakên van çalakiyane ne.
Heta beriya ku li Giresûnê û li Nazmiyeyê êrîşa PKKê pêk bê, di rojnameya Bugûnê û Starê de ji îhtîmala van êrîşan hat bahs kirin. Lê ji aliyê hêzên ewlakarî de hîç tedbîr nehatin girtin.
Ev bûyeran, pêwendiyên PKKê û Dewletê nîşan didin.
Serokwezîr jî di vê reyê de ye ku zihniyeta li Sîvasê rewşenbîr şewitandine û li Taksîmê kuştin pêk anîne û bûyerên dawî eynî ye. Ev tespîta serokwezîr têrê nake. Divê serokwezîr pêwendiya dewletê û hêzên taybetî û PKKê derxe holê. Lewra desthilatdarî û rêvebiriya Dewleta Tirk di destê wî de ye.
Ev bûyerên dawî jî derxist holê ku dewlet jî û PKKê jî aşitiyê û çareserkirina “pirsa kurd” naxwazin. Bes demagojî û derev dikin.
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Amed, 03. 05. 2010

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark