Siyasetvan û nivîskarê kurd Ehmed Mihemed Mistefa, ku bêtir bi navê Pîr Rustem hatiye naskirin, di 27ê nîsana buhurî de ji zindana navendî li Helebê serbest hat berdan. Li gor agahiyên malpera KurdWatch.org li dijî Rustem li gor bendên 267, 288 û 307 yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Doza Pîr Rustem di nav destên Dadwerê Leþkerî li Helebê de ye. Pîr Rustem, ku zewicî ye û bavê du zarokan e, di 5ê çiriya paþîna (November) 2009ê de li Cindirêsê li navçeya Efrînê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve hatibû girtin. Beriya wê bi çend rojan ew ji Kurdistana Iraqê vegeriyabû, ku wî li wê derê çend meh derbas kiribûn.
Ji bilî xebata wî wek nivîskar – çar pirtûkên wî yên çîrokan bi zimanê kurdî hene – Rustem herweha endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beþar e. Ew herweha endamê Encûmena Niþtimanî ya Daxuyaniya Þamê ye.
(
www.kurdwatch.org)