Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: MEHREVANÎYA ÞEVÊ

 



 XEMGÎNÊ REMO

Buharek bi keseran raxistî
Kulîlkên xema
Di dilê min de dibiþkivîne
Xewne rojan dike morîk
Û bi gerdena þevê vedike
Þev xatûnek bê denge
Padîþahek çelenge
Ez çendî ji pora wê ya tarî hezdikim
Ku xewnê minî tazî dinixumîne
Keser û xwezîyan
Li hev dibanîne ….


Þev pezkovîyek bi gone
Kelecana hevenda
Di damarê min de dijenîne …
Û heta ku gelawêj hiltê
Ez þopa pêyên te diþopîn
Di berbangê de em pêrgî hevdibin
Tu bi du çavên xewînî
Û ezê sermest
Du ristên lablabkê
Xwe li hev di alînin ….
Memo di xewa xwe de digirnije
Û Siyamend bi hêrs
Tîrê ji kevan radikþîne  …
Wê gava ku xew pir þêrîne
Xwedayê hingorê þûrê xwe
Li ser kelaþê helbesta min datîne
Ji xewna xwe hildipekim
Dîsa roj bê mirêze
Û ez tîrek bê amanc
Serê xwe li dîwara dixînim ….

Xanim …!!
Çend buharê min mane
Ku ewjî li ber bareþa herin …?
Dawî ez palê pûþ dimînim …
Tê kengî rêka keskesora
Pêþ min bikî …?
Ku di buharek ciwan de
Ez bo xwe bikim hêlan
Û xewna dawî
Li nav sitêra bibînim …


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark