Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Û hîna em wek xwe ne

 


Silêman azer

Berî sed û diwazdeh salan merovekî Kurd dikarîbû direwþeke gelek dijwar û ewarete de yekemîn rojnameya Kurd bi navê Kurdistan damezirîne,û ew bibe rojeke dîrokî di jiyana Kurdî de,û bi saya wê yekê her sal em vê rojê li bîrtînin û hatiye binavkirin roja rojnamegeriya Kurdî.Û di vê rojê de divê em jibîrnekin ku em bejna xwe li ber karê vî cewamêrî bitewînin û em bilind karê wî binerxînin.Mîr Miqdad Midehet Bedirxan ew kesê bidilovaniyekê ev karê hêja di 22 nîsana sala 1898 an li Qahîre paytexta Misrê damezirand.


Lê îro roj em bêçare ne ku em li ber vê pirsê rawestin û em hewil bidin bersiva vê pirsa giring bidin:piþtî 112 salan ka rewþa rojnamegeriya Kurdî çawa ye û berê wê li kû ye.
Ger em nexwazin xwe bixapînin û em rast bin bi xwe re rewþa rojnamegeriya Kurdî ne diwarekî durist û saxelm deye,û hîna ew nikare xwe bide naskirin bê ma ew çi dixwaze û rêbaza xwe çawa diþopîne.
Tevî ku divê demê de alavên ragihandin û çapemeniyê pirbûne û derfeteke hêja li cîhanê bela bûye û her kes dikare sûdeyê ji wergire lê mixabin miletê Kurd bi þêweyekî gelekî kevnar û negiþtî danûstandinê bi vê desxistinê re dike.
Yekemîn: Tv ya kurdî ku ew di gerînokeke gelek kenvar û paþketî de kar dike,bêtir ew wek reklamin partîtî û dipesndana serok û partiyên xwe de mijûlin û nikarin ji wê ramanê xwe rizgar bikin ku ew ji boyî berjewendiyên Miletekî ne yê vê partiyê û vî serokê hatine demezirand,nikarin biþêweyekî serbest kar bikin û ew bikarê xwe yî rojnamevanî rabin,lê ji nûçeyê partî û serokê xwe pêve tu tiþtî pêþkêþî temaþevanên xwe nakin.
Rojname ji xwe bicarekê nînin û yên heyî jî belavokên partiyane û ew nûçeyên bihûrtî û genîbûyî piþtî ku merovan ew jibîrkirine dighînin xwendevanên xwe.
Li vir bêtir tiþtê ku roja îro tê xwendin û þopandin jî ew malperê internetin,û mixabin ku malperê internet bûne meydana êl û malbat û kesin gelekî dûr ji nivîsandin û rojnevaniyê.
Bê guman rewþa malperan jî wek ya Tv ya Kurdî ye,her malbatekê û êlekê malpereke xwe yî taybet damezirandiye û bitenê ji bo nûçeyê vê malbat û êlê bighîne,û yên mayî ji van malperan bi þêweyekî bêserûber û tolhiladn û nedurustî karê wan tê kirin.
Ta roja îro malperên kurdî nikarin bejna xwe li ber malperê cîhanî bilind bikin û ew bikevin wê meydana ku nûçeya herî taze ew e ya ku xwendevan û kesan ber bi xwe ve dikþîne,û ew ji wê forma kilasîk û yek regnî derkeve.
Gelo medya kurdî bitevayî dikare raman û daxwazên xwe biþêweyekî zanistî û karsazî bighîne miletên cîhanê û kesayetiya xwe û miletê xwe pêþkêþ bike.Ez bidilxemgînî dibêjim na,tu kes ji bilî me medya me naþopîne û temaþe nake,û em nikarin ji xwe bipirsin gelo ma bitenê bese ku em kul û derdên xwe ji hevre bêjin û ma wê çawa cîhan birewþa me zanibe bivî þêweyê ragihandinê.
Di dawî de ez rewþa rojmaneya Kurdî dûrî rewþa wî ya siyasî nabînim,ew guhertin û pêþketina ku em dixwazin girêdayî karê meyî siyasî ye û tucarî ew nikare xwe jibin bandora nerînên siyasî derxîne û ev yek ji bobelat û nexweþiyê medya kurdî ye,serdestiya hêzên siyasî û destdirêjiya wan dinav medya kurdî de û ma naxwe çima ev gazin û rexne li medya welatên serdestî me, eger em jî wek wan karê xwe diþopînin û dikin.

Silemanazer@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark