Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rizgarkirina Sûriyê di 17 Nîsana 1947 de Û Mafên Kurdan

 


  Ebdulbaqî Huseynî 

Di her sale de gelê Sûriyê çi Kurd çi Ereb çi netewen din, di roja 17 nîsanê de, roja rizgarkirina Sûriyê pîroz dikin, û bi dilþadî bîranîna wan canfîda û qehremanên Sûriyê di bîra xwe de tînin.., ew kesên ku karîbûn wê zor û stemkariya firansawiya piþtî 25 salan tune bikin. Leþkerê firensawî ê dawî, ku ji Sûriyê bi hinera berxwedana niþtimanên welêt hate derxistin, di 17 nîsana sala 1947 de bû.


Ev berxwedana ku ji gelek netewa pêkhatibû, wekû em dizanin canfîdabûna li dijî firansawiya di gelek cihan pêkhatibû.., li Þamê û baxa Ghûta, li Helebê, li çiyayê Elewiya ,Ii çiyayê Ereb û li hemî deverên Cezîrê û bi taybet li du deverên navdar ( Amûdê û Beyandûr). Û eger me li vir navên çend qehremanan bidin xuyakirin: ji wan kesan ên Ereb evbûn; Fewzî Qawiqçî, Sultan Paþa Eletreþ û Þêx Salih el-Elî.. û ji Kurdan ên ku canên xwe bi erzanî di van bûyeran de dan, evbûn: Yûsif Elizmê, Ibrahîm Henano, Ebû Diyab Berazî, Ehmed Baravî, Seîd Axa Deqorî, Haco Axa, Abas Emoka.. Ev berxwedan û canfidayî tev hatekirin, da ku ev welat rizgar bibe û hemî mirovên têde bi azadî jiyan bibin, lê siyaseta ku firensawiya li dû xwe ve hiþtibû (siyaseta" wan dûrî hevxe, tê biserkeve") bi hêztirbû ji wan kesên ku hikim bi dest xistinbûn, wan kesan cihê xwe baþ zeftkirin û bi nerîneke þofîniyane Ii dijî her kesê Sûrî ên ne ereb derketin. Wê çaxê Kurd têde gihan ku hemî canfidaya wan - di ber vî welatî de - li ber avê çû. Ev welatê han, dema navê wê (komara Sûriyê ) bû, welatekî bo hemî kesan bû, lê piþtî 63 salan li ser rizgarkirina Sûriyê , ew mejiyê qerêj ên wan þofîniyên Ereban nehatiye guhertin, ku netewak dî li welat heye navê wî Kurd e. Herwekî bûyerek dî nêzîk vê jî heye, bi dijwariya xwe nekêmî wêye, ew jî hejmartina (statîka) sala 1962 a ku temenê we bûye 48 sal, ku dora 250,000­ kes ji Kurdan nifûsên wan ji wan stendin, û gotin wan: ”Hûn biyanînin”. Tiþtê em dizanin, piþtî rizgarkirina çi welatî, divêt xêr û bêr bighê hemî kesên wî welatî, ne hin tenê bi vê serketinê bijîn, û ên dî li ber lingan herin. Ez bawerim eve ne ji sincên mirovên þaristanîne, û gerek ev Erebên þofînizim ên ku Sûriye zeftkirine zanibin, ku miletek heye navê wî kurde, ew jî beþek ji vî welatî ye, û hejmara wî pire, û tê hesêb netewa didwan piþtî ereban. Ev kiryarên di derheqa miletê kurd li Sûriyê pêk hatine û  ta ana berdewame, divêt bêne hilanîn, ji ber ev ne karekî dimoqrasî ye, û mafê mirovan naparêze, û bi vî hawî Sûriye dikeve lîsta wan dewletên ku vî mafî naparêze. Di dawî de em bîranîna wan lehengan li bîra xwe tînin, ku ev welatê þêrîn ji destê firnsawiya rizgarkirin û armanca wanî herî mezin pêkhat, dema ev xak ji destê neyaran derxistin û yekîtiya wê parastin, lê mixabin ku îro ro di destên stemkarên hundirîn deye û gelê sûriyê bi hemî netewên xwe bûne bindest. Azadî û rizgarî bo gelê Sûriyê ci kurd ci ereb.
Ev gotar di belavoka Ny Vår ( ”Buhara Nû” )de, hejmara 5an, sala 2000 li Nerwîc hatibû belavkirin. Lê min hin guherîn lêkiriye, da ku li gora vê demê be.

Oslo / 17.04.2010
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark