Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Hevpeyvīn li gel Žanoger Kawa Žźxź

 


Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

  Žengor û mamosteyê žano Kawa Žêxê  di sala 1972 an de li gundê Broreda, yê grêdayî Bajarê Hesekê, li Sûryê hatiye dinyê.  Li Heskê û Helebê xwendiye. Ji sala 1987ê were di nava karê žanoya Kurdî de ye. Di gelek komên kurdî de cih girtiye: Tolhildan, koma Kawa, Koma Helebçe, Koma Hêvî..
Di žanoya Erebî de jî, di komên amožgehên Hesekê de, Koma žanoya Karkeran, û ya ležkerî  de jî cih girtiye.
Di nava 2 rêzefilmên sûrî de rol girtiye û di nava gelek žanoyên kurdî û erebî de jî, lîstiye..
Her weha çîrok, žano û helbestê jî dinvîsinê û ji ber vê jî, li gelek deveran weku helbestvan tê binavkirin, tevî ku gelekî dixwaze žanoger bimîne..


Kek Kawa, žano çi ye, di mejiyê te de yê xebata salan li ser dika žano, žano li cem te tê çi weteyê?
Pirsek gelekî xwež e û cara pêžî jî, ev pirs ji min tê kirin, spas ji bo vê pirsê. Žano jiyan e, tu ji kesatiya xwe rizgar dibe û kesekî din dilîze. Rû bi rû li hember milet. Anku, sekna li ser dikê demjmêra herî xwež e di jiyana min de!

Cihê žano di jiyana wêje û hunerê de û gelo žano dikarê çi biryarê di jiyana civakê de bide?
Li gora ezmûna miletan, žano dikere gelek tižtan di hundirê civakê de biguhere, žano dikare wêje û hunerê tevde jî,  birêve bibe. Ji xwe žano diya hemû hunera ye, anku dikare di hundirê xwe de hemû rengên hunerê bicivîne.

Hûn dikarin bêjin žano wek helbestê, wek romanê, wek stranê, wek destan û çîrokê dikarê bandore xwe li ser cavakê bike?
Ne tenê wek wan, lê belê ji wana pirtir, žano dikare rêvebirya žorežan bike, weku ezmûna  miletan ji mere dibêjin, bi gelek caran, milet ji dika žano derdikeve û dest bi serhildanan dike, Napolyon dibêje: žano û nan bide min, ez ê miletekî bidim te.



Di roja îro de rewža žanoya kurdî û hûn çi cudabûnê di navbera žanoya cîhanê û ya kurdî de dibînin û divê kurd çawa nêzîkî žano bibin?
Rewža žanoya kurdî xirab e, û di nava me û žanoya cîhanê de li gora min dora 600 sal ji pêžveçûnê heye, li ba me žano hîna zarokek e, em hewil didin ku miletê xwe pê bidin hezkirin û bawer kirin û li ba miletên din ketiya kultur û çanda wan. Înglîz weku miletê herî pirtir bi çanada bilind têne naskirin, dibêjin em miletê Žiksbîr in û ew jî žanogerek bû.
Divê miletê kurd, sazî û dezgeh li žanoya kurdî xwedî derkevin, qîmetê wê zanibin, û divê žanogêrin kurd jî wê li pêžbixin.

Berî demekê hûn hatin kurdistanê, armanca we ji vê hatinê çi bû, we çikir, we dixwest çi bikin?
Ez hatim Kurdistanê, armanc dîtina Kurdistanê bû û me ew dît, lê hinek armancên din jî hebûn, min hinek piroje, film, rêzefilm û pirtûkên çapê bi xwere anîbûn, lê mixabin neçûn serî. Lê dîsa jî baž bû ku min kampên kurda li kurdistanê ziyaret kirin. Û min Maxmûr, Qamižlo û Domîz dîtin û gelek kesên hêja jî min naskirin, înželleh ew ê ziyaretên pêžiya mede, pirtir pilan kirî bin û wê pirtir aramnca xwe bi cih bînin.


Mamoste Ehmedê Huseynî û Žanoger Kawa Žêxê

Daxwaz û hêviyên we çi ne?
Daxwaza min ew e ku ez žanoya kurdî li pêžxim û ez pêdivîdarê xwedî lêderketina dezgeha me, žano karekî kolektîv e (cemaî) û ez bi tena xwe nikarim tižtekî bikim.
Hêviya min jî ew ê ku em ê karibin rojekê klasîkên cîhanê bi kurdî li ser dikê bilîzin.
Û em ê karibin miletê fêrî guhdar kirinê bikin.

Gotina dawî ku hûn ji xwendevanên rojname Evro re bibêjin?
Ez gelekî kêfxwež dibim dema ku ez kovar û rojnameyên kurdî dibînim ku sînoran nasnakin û ji hemû Kurdistanê mijarên xwe dinvîsînin, û me bi xwendevanan perçê din didin naskirin, bi rastî jî ew cihê serbilndayê ye. Û ez gelekî we spas dikim û serkeftinê ji were dixwazim.
http://www.evropress.com/Jêder:.

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.33
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark